‘Jin hebûna xwe di rastiya Rêber Apo de dibînin’

Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak anî ziman ku jinên ji wargeha penaberan a Mexmûrê hebûna xwe di rastî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibinin.

BERJÎN KARA

Mexmur – Afirînerê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî rê li ber Şoreşa Jinan vekir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi komployek navneteweyî hat dîlgirtin. Ev 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê girtin. Rastî hemu cure îşkenceyan tê û tevî hemû serlêdanan ji bo hevdîtinê tên kirin jî ji 25’ê Adara 2021’ê ve tu agahî jê nayê girtin.

Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di serî de jinên ku ji bo jiyanîkirina felsefeya wê di hemu qadan de têdikoşin, tevahî gelên azadîxwaz li ser lingan in. Jinên li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê jî ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd li qadan in, li hemberî her cure êrîşên ku di serpêhatiya penaberiya xwe ya 29 salan de jiyane têdikoşin, banga azadiya Abdullah Ocalan dikin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan afirand, tecrîda girankirî ya di şexsê wî de li ser vê felsefeyê tê meşandin, ji bo şikandina tecrîda ku li hemu qadên jiyanê de tê meşandin têkoşîn û berxwedana jinên ji wargeha penaberan a Şehît Rustem Cûdî ya Mexmûrê nirxand. Fîlîz Budak anî ziman ku jinên ji wargeha penaberan a Mexmûrê hebûna xwe di rastî û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibînin, destnîşan kir ku gelê wargehê ji bo jiyanîkirina vê felsefe û paradîgmayê berê xwe dane riya penaberiyê û ji bo şikandina tecrîdê bang li hemu jin û gelên azadîxwaz kir.

Ji bo azadiyê berê xwe dan penaberiyê

Fîlîz Budak anî ziman ku wargeha penaberana Şehîd Rustem Cûdî dikeve sala 29’emîn a penaberiyê û wiha got: “Ketina ser vê riya penaberiyê û hilbijartina vê riyê bêguman têkiliya xwe ya bingehîn bi Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku di salên 1970’î de di bin pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi pêş ketiye heye. Heta wê çaxê jî li Kurdistanê şer hebû, Kurdistan di bin dagirkeriyê de bû. Gund dihatin şewitandin, mal dihatin valakirin, girtin, lêdan îşkenceyên cuda cuda li ser Kurdistanê dihatin meşandin.”

‘Di nava şoreşê de cihgirtina jinan bala hemu cîhanê kişand’

Fîlîz Budak bal kişand ser têkoşîna jinan a bi pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê re deng veda, destnîşan kir ku bi taybetî di têkoşîna azadiyê de cihgirtina jinan bala her kesê kişandibû û wiha pêl da axaftina xwe: “Di nava şoreşê de cihgirtina jinan bala hemu cîhanê kişandibû ser xwe. Bi vê bala gelê Kurdistanê kişandibû ser xwe keç, zarok û xwişkên wan di nav têkoşîna azadiyê de cih digirtin, digotin em ji bo jin û jiyanê, ji bo welat şerdikin, li Kurdistanê cara yekem bû. Bê guman di asta kesan de weke Zarîfeyan, Besêyan, Rindêxanan û Zayîdeyan li Kurdistanê di serhildanan de cihê xwe girtin çêbûbû. Lê di asta şoreşê de, di asta şerê çekdarî de û kom bi kom beşdarî nava tevgerê bûyîn, şerê çekdarî dayîna meşandin cara yekemîn bi PKK’ê re derket pêş, yê ku vê yekê pêkanî jî Rêber Apo bû. Ji ber vê yekê ji vê bandor nebûn ne gengaz bû û weke jin dildayîna Rêber Apo, weke jin bi Rêber Apo re êdî girêdanek hestiyarî û ji dil hat avakirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo me jinan bû pirek di navbera azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de.”

‘Girêdana me ya bi Rêber Apo re bûye girêdaneke dîrokî’

Filîz Budak, diyar kir ku sedema hilbijartina vê riya demdirêj girêdana ji dil a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye û got: “Piştî gundên me hatin şewitandin, malên me hatin valakirin me riya li ser xeta şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşandin girt ber çavên xwe. Ev ji bo me jinan pir bi qîmet bû, pêngaveke dîrokî bû ji ber ku me hilbijartinek kir an em ê wek gel û jin derbasî metrepolên Tirkiyeyê bûbûna yan jî me yê têkoşînê bi şêweyek cuda bida meşandin. Lê me riya têkoşînê hilbijart. Ya ku vê riyê ji me re nîşan da, riya têkoşîn û azadiyê da pêşiya me Rêber Apo ye. Em ê bi vê yekê bikarin bi Rêber Apo re hevaltiyek bikin, ew girêdana me ya ji dil, rih û mejî em ê bi vî şêweyî bi hêz bikin û em ê vê girêdanê bikin girêdanek dîrokî û berdewamî di xeta têkoşînê de.”

Jin bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin

Fîlîz Budak diyar kir ku sedema ewqas berxwedan, têkoşîn û serînetewandina jinên Kurd fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi penaberbûyê re ji salên 1994’an heta em tên 2023’an bêguman hemû pêkhateyên jin ên di wargehê de rêxistinbûnên hatine çêkirin, xebatên ku hatine meşandin, saziyên ku hatine avakirin li ser bîrdoziya rizgariya jinan hat avakirin. Yê ku bîrdoziya rizgariya jinan ji bo me weke xeteke, îdeolojîk danî jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber wê di perwerde û çalakiyên xwe de em ber bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve diçin, hemû şêweyên jiyana me li gorî perspektîfa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye me em dixwazin araste bikin û şêwe bidinê. Di penaberiyê de ruxmê hemû şert û mercan jiyîn dema tu pirs dikî yê ku me li ser lingan digre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne, jinek pir hêsan viya tîne ser ziman. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye hêza têkoşîn û hêza me ya jiyanê, ji bo jineke ev pir bi qîmet e. Êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek hêza xwe ya azadiyê, çavkaniya xwe ya hêzê û rêxistinbûnê dibîne. “

‘Jinan bi fikrên Rêber Apo xwe birêxistin kirin’

Fîlîz Budak, girîngiya bangawaziyên Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo jinan û pêkanînên jinên wargehê ya ji bo vê yekê anî ser ziman û got: “Li ser hemu bangawaziyên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine ji bo bîrdoziya rizgariya jin, ji bo teoriya qutbûnê, ji bo rêxistinbûna jinan di binya sazî û meclisan de mirov dikare bêje ev pêngav hemu jinên ku li Mexmûrê dijîn li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkanîne. Xwe rêxistin kirin, meclisa xwe avakirin, akademiyên xwe avakirin, wek jin di giştî saziyan de cihgirtin her banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirî divê çarçoveyê de ji bo me weke fermanek hat dest girtin. Ji salên 1994’an heya 2023’ê rêxistinbûnek pir mezin ya jinê di wargeha Mexmur de hat runişkandin bê guman di vê de çalakî jî hatin pêşxistin, di xebatên giştî de cih girtin, xebatên xweser dan avakirin. Li ser vê yekê mirov dikare bêje piştî girêdanbûnek ewqas ji dil mirovek ji xaka wê qutkirin ne hêsane, ji bo mirovek ji ax û koka wê qutbûyîn mirine. Lê di berdêla ku li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşînê gel û jinên ku li vir dijîn ji xakê qut bûn girt ber çavan, ev ne bûyerek ji rêzê û hêsan e ku her kes bikare bijî.

‘Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze jinan ji destên pergalê xilas bike’

Fîlîz Budak, diyar kir ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jin tên hedefgirtin û wiha domand: “Piştî koçberiya ji sala 1994’ê heya 1999’ê girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Bû roja reş ku li ser gelê Kurd de hatî û bi taybet li ser jina Kurd de hatî, ji ber ku em baş dizanin hedefgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yek ji sedemên xwe yên bingehîn ku di azadiya me jinan de îsrar dike ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze me ji destê pergalê xilas bike ji bo ew pergal hilweşe, ji ber pergal me wek kuklayek, koleyek xwe yê mayînde dide bikaranîn lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje na jin bibe ya xwe, dema jin bû ya xwe ew pergal êdî di hilweşe. Dema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin çawa ku li welatên cîhanê, li seranserî Kurdistanê agir bi canê xwe xistin, çalakiyên fedayî pêk hatin. Di bîrdoziya rizgariya netewa Kurdistanê de mirovan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe avêtin agir, çima em dibêjin ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ber ku ne wek kesekî wek fikrekî, hebûna gelekî digrin dest, ji bo hebûna gelekî agir bi canê xwe xistin çêbû. Çalakiyên fedayî ewqas bi xeleka ku ‘kes nikare roja me tarî bike’ bi çalakiyên fedayî yên girtîgehan de, yên li Ewropa û Kurdistanê pêk hatin.”

‘Bi komployê dijmin xwest derbe li jinan bide’

Fîlîz Budak bal kişand ser çalakiyên ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wargeha Mexmûr hatîn kirin û wiha berdewam kir: “Li wargeha Mexmûr jî bi taybetî di pêşengiya jinan de çalakî pêk hatin. Bêguman çalakiyên xweşewitandinê jî pêk hatin, di asta wan de birîndarbûyîn pêk hat. Li ser vê çalakiyeke birçîbûnê di sala 1999’an hat lidarxistin a herî balkêş çi bû, di wê salê de gelek jinên ciwan tevlî rêxistinê bûn. Jinên ciwan ên ku di sala girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tevli rêxistinê bûne hemû di asta fedayîbûnê de bûn. Soza biryarbûna xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wê çaxê dan. Dayikan destê keçên xwe digirtin û dibirin ser dikê û digotin em zarokên xwe diyarî vê rêxistinê dikin. Ji bo dayikekê tiştekê ji kezeba wê bi êştir nîn e lê girêdana jinan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bû sedem ku zarokên xwe diyarî wê şoreşê bikin. Bi taybetî sala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî girtin ew çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger bi mehan berdewam kir bi sedan keçên ciwan beşdarî rêxistinê bûn. Di dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jinan ferq kir ku dijmin dixwaze derbe li wan jî bide. Bi ferqkirina vê re jinan hîn zêdetir çalakiyên xwe berfireh kirin û girêdana wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hîn kûrtir bû.”