Jin di bin sîwana Kongra Star de eniya têkoşînê xurtir dikin
Endamên Kongra Star ên bajarê Kobanê tekez kirin ku Kongra Star bûye eniya têkoşîna hevbeş a jinan û sîwana avakirina jiyena azad û demokratîk û gotin: "Bi pêşengiya Kongra Star jin pêşengiya avakirina jiyana hevpar dikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Kongra Star rêxistina hevpar a jinên Rojavayê Kurdistanê ye di sala 2005'an de bi navê Yekîtiya Star ji bo birêxistinkirina jinan û hişyarkirina wan hat avakirin. Tevî hebûna rejîma Baasê û zextên ku li ser civakê dimeşandin, jin dikaribûn bi awayekî veşartî xwe di nava şaxên civakê de birêxistin bikin. Piştî Şoreşa Rojava ku bi navê şoreşa jinan tê nasîn kar û xebatên Yekîtiya Star her wiha rolên wê berfirehtir bûn. Di sala 2016'an de bû Kongra Star ku hemû jinên pêkhateyên herêmên Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de digre û têkoşîna ji bo azadiya jinan bilind kir.
Kongra Star prensîba wê li ser bingeha azadiya jinan û civakê, wekheviya di navbera herdû zayendan de, demokrasiya komunal, konfederalîzma demokartîk, parastina rewa, ekolojî û aboriyê xwe birêxistin dike. Xebatên xwe bi riya komîteyên perwerdehî, civakî, siyasî, aborî, dîplomasî, ragihandin, ekolojî, tendrustî û çandî dimeşîne. Di vê çarçoveyê de Kongra Star weke sîwana bingehîn a tevahî jinan rol dilîze û berpirsyariya hemû jinan digre ser milên xwe.
Li dijî dîrok û hişmendiya paşverû bîrdoziyeke alternatîf
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Xunav Xelîl anî ziman ku xebatên ji bo azadiya jinan û civakê armanc dikin û got: “Kongra Star bi pergal û bîrdoziya xwe jinên azad û civaka demokratîk armanc digre. Ew sîwana hevpar a tevahî jinên ku di vê erdnîgariyê de dijîn digre nava xwe û ji bo jinên azad ên xwedî nasname, vîn û xwebûn têdikoşe. 5 hezar sal in jin tên înkarkirin û qirkirin. Divê mirov dîroka koletî, înkarkirin û tunekirina hebûna jinan paşguh neke. Bi hezaran salan e êrîşeke mezin li ser nasnameya jinan pêk hatiye û di encamê de jin bi tundî, tecawiz û êrîşan re rûbirû mane."
Jin pêşengiya avakirina jiyana nû dikin
Xunav Xelîl da zanîn ku jinan bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî dîroka 5 hezar salan serî hildane û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Fikir û felsefeya Rêber Apo her wiha pergala neteweya demokratîk ku xeta jinên azad pêşkêş kir, ji bo me bû zemînek bi tendirust ê rêxistinkirinê. Ji ber vê cara yekem e jin eniyek hevpar a têkoşînê ava dikin û li hev dicivin. Hemû bend û sînorên ji aliyê hişmendiya mêrperest ve li ser jinan hatibûn ferzkirin, bi hêz û têkoşîna jinan hatin berovajîkirin û li şûna wê heqîqeta ku jin nûnertiya wê dikin, eşkare kir. Kongra Star çavkaniya avakirina civakeke azad û demokratîk e ku jin pêşengiya wê dikin."
Bûye çavkaniya avakirina kesayet û hişmendiyeke bi tendirust
Meysûn Kewar ku zêdetirî 4 sal in di nava xebatên Kongra Star de ye, ezmûna xwe bi van gotinan bi lêv kir: “Kongra Star ku fermî piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest bi xebatên xwe kir, di warê rêxistinkirin û pêşxistina jinan de roleke stratejîk û çalak lîst. Ya herî girîng jî ew e ku Kongra Star dîroka jinan a bindestiyê bi me da naskirin û alternatîfa wê ya rizgariyê jî pêşkêş kir. Ji bo vê jî di pêşxistina jinan a di qadên siyasî, dîplomasî, xweparastin, perwedehî, çandî de, xwedî însiyatîfeke bihêz û bi bandor e.”
Meysun Kewar bi gotinên; “Kongra Star kesayet û hişmendiyeke bi tendirust ji bo jinan pêşkêş dike”, bal kişand ser encamên ku di kesayeta xwe de jiyaye û wiha axivî: "Beriya cih di nava xebatên Kongra Star de bigrim, agahî û têgihîştina min a ji xwebûn û dîroka me re tunebû lê piştî ku min nas kir, lêkolîn kir û xebitîm, di gelek xalan de bi pêş ketim. Ji bo vê jî Kongra Star kesayet û hişmendiyeke saxlem bi me re ava kir da ku em jî bibin parçeyek çalak ê vê têkoşînê.”
'Ji bo heman armancê jinan eniya xwe ava kirin'
Meysun Kewar tekez dike ku têkoşîna jinan ne weke xebatên eniya hevbeş e û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Kongra Star dikaribû hemû jinan bîne gel hev û bi heman bîrdozî, pîvan û armancê xebateke hevbeş bimeşîne. Li vir girîngiya rêxistinbûna jinan xwe dide der ku têkoşîna komînal xwedî bandoreke şênber a çawa ye. Ev kombûna jinan a li derdora heman têkoşînê jî bû sedem ku Rojavayê Kurdistanê bi şoreş û serhildana jinan were naskirin."
Her komîteyek bersiva pirsgirêkeke civakî ye
Rêvebera komîteya civakî ya Kongra Star Hêvîn Miho diyar ku Kongra Star dikaribû bi komîte û rehendên xwe ji bo jinan bibe bersiv û palpişt. Hêvîn Miho wiha got: "Me xebatên xwe bi Yekîtiya Star destpê kir û niha jî weke Kongra Star em têkoşîna xwe mezintir dikin. Em ji bo parastina mafên jinên Kurd, Ereb, Asur, Ermen û pêkhateyên din bûn bersiv. Xebatên rêxistinê bi riya komîteyên wê yên civakî, aborî, hiqûqî, perwerdehî û yên din pêk hat. Jinên ji neteweyên cuda ku îlhamê ji rêxistin û şoreşa me digrin û daxwaza guhertina pergalên serdest dikin, cihê serbilindiyê ye ji bo me û ev bangewazî ji têkoşîna me xurtir dike."
Rêxistina Kongra Star destkeftiyeke jêneger e
Hêvîn Miho da zanîn ku bi dehan destkeftiyên jinan ên di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi dest xistine hene, yek jê rêxistina Kongra Star e û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em di vê têkoşînê de xwe dispêrin bîrdoziya Rêber Apo. Bi riya Kongra Star hemû jinan li derdora felsefeya Rêber Apo kom dikin û xebatên ji bo azadiyê dimeşînin. Ji bo vê jî hemû jin Kongra Star sîwana xwe ya xweparastinê dibînin û weke hêza têkoşînê digrin dest. Ev jî destkeftiyên şoreşê îsbat dike."