Jin dê bi ruhê berxwedanê li qadan bin

Starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat dayîn dê li Mêrdîn, Amed, Şirnex û Batmanê jî mîtîngên fînalê bên lidarxistin. Jinan bi gotina, “Em ê bi ruhê Newrozê li qadan bin” bang li jinên herêmê kirin ku bi coşa xwe tevli mîtîngan bibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin- Jinên Botanê bi coşeke mezin xwe ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amade dikin. Jinên ku ji bo mîtîngên fînalê yên li 5 bajarên herêmê bên lidarxistin dest bi xebatan kirin, armanca dikin ku qadan tijî bikin. Jinên Botanê diyar kirin ku ew ê bi ruhê Newrozê dakevin qadan, bi gotina "Em li dijî tundiya dewleta mêr bibin yek" jinên li herêmê vexwendin çalakiyên 8'ê Adarê.
“Em armanc dikin ku xwe bigihîjînin hemû jinan”
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Dogan têkildarî mîtîng û çalakiyên fînalê ku li Êlihê bên lidarxistin axivî, diyar kir ku ew ê li bajar beriya mîtînga fînalê dê li gund bi gund, navçe bi navçe bigerin. Fatma Dogan diyar kir ku piştî starta di 1'ê Adarê de bidin, dê derbikevîn qadan, wiha got:
“Em dihizîrin ku li gundan civînan li dar bixin û bi jinan re li hev bicivin. Her wiha em ê li navendê civîna pêk bînin. Em ê li ser mijara em ji bo jinan dikarin çi bikin, nîqaş bikin. Sînorê tacîz, tecawiz û tundiyê di pêvajoya dawî de çêbûye tune ye û divê em li ser vê yekê pir cidî rawestin. Em ê li hemberê van kiryaran li qadan biqîrin. Em ê weke jin di 8’ê Adarê de li qadan bin. Bila hemû jin di vê xalê de berxwedana xwe bi rêxistin bikin û beşdarî xebatan bibin.”
“Jinên Botanê bi coşa ji bo 8’ê Adarê amade ne” 
Aktîvîsta TJA'yê Songul Eden a li Şirnexê xebat dimeşîne, jinên Botanê bi coş û îradeya herdemî vexwend qadan. Songul Eden banga yekitî û rêxistinbûnê kir û got; “Divê em weke jinên Botanê di vê pêvajoyê de ji bo 8’ê Adarê dengê xwe bilind bikin. Em her tim amade ne. Ji bo bersivdayîna vê dewletê û pergala mêr divê em li qadan bin. Werin em ne tenê li Botanê, weke hemû jinên cîhanê jinên kedkar û berxwedêr li qadan bin û li dijî vê rewşa heyî dengê xwe bilind bikin. Werin em destê xwe bidin hev û xwe bi rêxistin bikin. Divê em weke jinên Botanê li dijî hemû tiştên di vê pêvajoyê de diqewimin bibin yek.”
“Em ê bi ruhê Newrozê li qadan bin”
Aktîvîsta TJA'yê ya Amedê Yasemîn Uçer jî diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo jinan sembola berxwedanê ye û diyar kir ku divê hemû jin di çarçoveya 8'ê Adarê de xwedî li roja xwe û mafên xwe derbikevin. Yasemîn Uçer destnîşan kir ku divê jin li hemû herêmê bi taybetî li Amedê xwedî li hev derbikevin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Em jinan bi ruhê berxwedan û Newrozê vedixwînin qadan. Em ê li Amedê bibin dengê jinên girtî û bersiva li dijî tecrîdê. Ji ber vê me startê li Kerboranê da. Em ê xwe bigihîjînin hemû jinan. Em ê li gorî ruhê 8'ê Adarê bi xweşikbûneke bi heybet fînalê pêk bînin, di vê xalê de xebatên me li gorî vê yekê tên kirin û li gorî wê em xwe bi rêxistin dikin." 
"Ger em rêxistinkirî bin tiştekî ku em nikaribin bikin tune ye" 
Aktîvîsta TJA'yê Aysel Ayav a li Mêrdînê xebatên ji bo vê rojê dimeşîne jî der barê bernameya ku dê li bajêr pêk bînin de ev tişt got: “Dema em jin xwe bi rêxistin bikin û destê xwe bidin hev, tiştekî ku em nikaribin bikin tune ye. Tiştekî ku jin nikaribin bi ser bixin tune ye. Ger em vê yekê di xala bixwebariya jinan de bi pêş bixin dê baştir bikaribin xwe birêxistin bikin, bên cem hev, tundî û kuştina tê jiyîn jî dê kêm bibe. Em ê bi vî awayî hem destkeftiyên xwe zêde dikin hem jî destkeftiyên xwe yên heyî biparêzin. Me xebatên 8'ê Adarê di meha Sibatê de dest pê kir. Em li qadan in û em ê her dem li qadan bin. 8'ê Adarê şahî û bextewariyek dide jinan. Hemû jinên Kurdistanê vê yekê hîs dikin. Ev hest dê di 8’ê Adarê de qadan tijî bike.”