Jin dê bi gotina “dê ev pergal biguhere” dadikevin qadan

Çalakvana TJA’yê Hasret Alp destnîşan kir wê 8’ê Adara îsal li gor salên berê hîn bihêztir û birêxistin derbas bibe û got; “Dê jin vê pergalê biguherin. Em weke jin ji bo pergalekî demokratîk, azadîxwaz û wekhev têdikoşin. Di 8’ê Adarê de jî em bi vê hêviyê diçin.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Jin bi pêşengiya TJA’yê bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiya Jinê Ye” amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dikin. Dê starta bernameyê li navçeya Kerboran a Merdînê bidin ku ew bajarê Garîbe Gezer a li zindanê bi awayekê bi gûman jiyana xwe ji dest da ye. Jinên ku wê li pênç bajaran mîtînga fînalê lidarbixin bi gotina “dê jin vê pergalê biguherin” armanc dikin ku qadan tijî bikin. 
“Dê pîrozbahiyên vê salê hîn bi hêztir bin”
Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) û Endama Meclîsa Jin a HDP Hasret ALP da xuyakirin ku wateya starta ku dê di 25’ê Sibatê de li Mêrdînê û 25’ê Sibatê li Îzmîrê wê destpê bike ji bo wan bi wate ye. Hasret Alp da xuyakirin ku ji bo bal kişandina ser qetilkirina Garîbe Gezer û Denîz Poyraz û her wiha ji bo cezakirina berpirsiyaran wê li her dû bajaran bên gel hev û wiha got; “Weke jinên ku li hemberî hemu êrişan têkoşînekê bi hêz a jinan dihûnin, li hemberî êrişan radiwestin emê vê salê jî weke her salê li qadan bin. Sedema ku em starta xwe ya vê salê li Kerboran û Îzmîrê didin, jinên Kurd ên hatin qetilkirin e. Bi taybetî li hemberî van her dû qetlîaman, li hemberî kûştin û tûndiya li ser jinan ên demên dawiyê li Kurdistan û Tirkiyê pir zêde bûye emê li heman jêparê bên gel hev. Di derbarê vê de jî emê tora têkoşînê berfireh bikin.” 
“Emê bi rêxistinbûnê êrişan vala derxin”
Hasret Alp destnîşan kir ku dê pîrozbahiyên vê salê li gor salên berê hîn bihêz û bi rêxistin derbas bibe û got bi hêza ku dê li qadan nîşan bidin armanc dikin ku feraseta pêkutiya li hemberî jinê berteraf bikin. Hasret Alp got; “Em armanc dikin ku bi tevahî jinên kedkar, siyasetmedar an jî xwendevan ên tevahî qadên jiyanê bên gel hev. Emê li hemberî vê pergala faşîst rabin ser piyan. Yek ji sedemên têkoşîna me êrişên heyî yên li hemberî jinan vala derxistin e. Li hemberî van êrişan avakirina sekna bihêz a jinan armanca me ya sereke ye.”
“Dê jin vê pergalê biguherin”
Hasret Alp da xuyakirin ku ewê bi gotina ‘Niha dema guhartinê ye’ dakevin qadan û bal lê kişand ku pergala heyî nikare tiştek bide jinan û civakê. Hasret Alp destnîşan kir ku ewê weke jin vê pergalê biguherin û got; “Dê jin vê pergalê biguherin. Em weke jin ji bo pergalekî demokratîk, azadîxwaz û wekhev têdikoşin. Di 8’ê Adarê de jî em bi vê hêviyê diçin.”