‘Jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiyê bigirin’

Jinên ji Silêmanî gotin ku jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiya ku bi gelek awayan li ser wan didome bigrin û divê li dijî feraseta serdestiya mêr di nava malê de û li her derê sekna xwe nîşan bidin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Tundiya li dijî jinan bi gelek awayan didome, di nava malbatê de, li cihê kar û li her derê jin rastî tundiyê tên. Rêbazên tundiya fîzîkî, derûnî, zayendî û aborî li dijî jinan tên bikaranîn ev yek jî bi xwerêxistinkirina jinan dikare bi dawî bibe.

Berpirsa Pêwendiyan a Partiya Kesk û çalakvana jinan Tirîfe Nasih diyar kir ku ji ber nehişyariya malbat û civakê jin rastî tundiyê tên û tên kuştin û wiha got: “Kuştin û tundiya li dijî jinan herî zêde di nava malbatê de pêk tê. Kuştina bi navê namûsê vedişêrin. Feraseta serdest a mêr jinan weke namûsê dibîne. Her wiha dadgeh jî gelek caran dozên kuştinê vedişêrin. Dema dozeke kuştinê dibin dadgehê malbat bi silha eşîrê yan jî lihevhatinê dozê digrin. Ger di malbatê de perwerdeyek baş hebe, jin dê neyên kuştin û rastî tundiyê neyên. Ne perwerdekirina kes û civakê kuştin û tundiyê bi xwe re tîne.”

‘Divê jin der barê zagona tundiya li dijî jinan de bên hişyarkirin’

Parêzer Viyan Mihemed wiha got: “Dozên kuştin û tundiyê li dadgehê hene. Di heman demê de di van dozên zagonî de cihê silha eşîrê nîn e. Silha eşîrî ji derveyî zagonê ye û kevneşopiya civaka mêrsalar e. Doz li derveyî dadgeh û zagonê ji aliyê du malbatan ve biryar li ser tê dayîn. Piştre doz ji dadgehê tê kişandin û sûcdar ji ceza rizgar dibe. Li vê derê dadgeh tenê mafê giştî dikare pêk bîne. Her wiha madeya 406’an cezayê Iraqê, bûyerên kuştinê bi hiqûqî digre dest. Ev zagon ne tenê ji bo kuştina jinan e, hemû cureyên cînayetan digre nava xwe. Lê belê bi madeya 406’an a Iraqê de sûcdar li gorî sûcê ku kiriye û awayê sûc tê cezakirin.”

‘Divê jin hişyar bin’

Viyan Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin li hemberî tundiyê bêdeng nemînin û biçin dadgehê da ku bikaribin mafên xwe bigrin. Peyva şermkirinê di dema encamdana tundî û kuştinê de bila ne di fikra jinan de be. Her wiha divê jin li hemberî sûcên li dijî wan tên kirin bêdeng nebin. Êdî ne weke berê ye zagon maf dide. Li herêma Kurdistanê ji bo pêşîgirtina tundiyê gelek rêxistinên me yên jinan hene. Dikarin bi riya semîner û panelan hewldan ji bo hişyarkirina jinan bidin. Jin di ware mafên xwe yên li dadgehê de werin hişyarkirin.”