Jin bi Hêzên Erka Xweparastinê-Jin xwedî li şoreşê derdikevin
Têkildarî girîngiya artêşbûna jinan û awayên parastina jinan û civakê ji êrîşên dagirkeriyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê-Jin Zîlan Efrîn ji ajansa me re axivî.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Hêzên Erka Xweparastinê-Jin saziyeke leşkerî ye di sala 2019’an de hat avakirin ku pisporê hînkirina zanistên leşkerî û bedenî yên pêwîst e yên jinan li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk û nêzîkatiya xweparastinê. Jinên ku cihê xwe di nav vê hêzê de digirin, bi dilxwazî tevlî bûne û dema erka wan jî di nav de ji 2 heta 3 mehan berdewam dike. Têkildarî girîngiya artêşbûna jinan û awayên parastina jinan û civakê ji êrîşên dagirkeriyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê-Jin Zîlan Efrîn ji ajansa me re axivî.
“Parastin erkeke welatparêzî ye li ser milên hemû ferdên civakê”
Zîlan Efrîn teqez kir ku parastina civak û axê erkeke li ser milên her ferdê/a ji civakê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hêzên Erka Xweparastinê- Jin di sala 2019’an de xwe birêxistin kir. Armanca sereke ji avabûna vê hêzê ew bû ku em di nava Hêzên Xweparastinê ya giştî de hêzeke jinan jî ku bikaribe erkên xwe yên ji bo civaka Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Bêguman parastin bingeha jiyana her mirovekî ye, erkek e li ser milê her ferdekî ji civakê û sîstemeke qanûnî ye ku li tevahî cîhanê tê meşandin. Di sîstema Erka Xweparastinê- Jin de, jin ji temenê 18 salî heta 30 salî cihê xwe di nav hêzê de digirin û ji bo hêzên giştî jî heman sîstem derbasdar e.”
“Hêzên Erka Xweparastinê- Jin tevahî jinan diparêze”
Zîlan Efrîn da zanîn ku Hêzên Erka Xweparastinê-Jin tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêze, her wiha diyar kir ku jinên ciwan bi dilxwazî û xwesteka xwe ya welatparêzî berê xwe didin nav refên vê hêzê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zihniyeteke şaş hatiye çandin di serê civakê de ku tenê mêr gere erka xweparastinê pêk bînin û civaka xwe biparêzin lê ev yek di nêrîna me de şaş e, artêşbûna jinan û rola wan di kirina vê erka pîroz de ji bo gelekî bi nirx e. Her ciwanek dikare parastina welatê xwe bike û nehêle ku zirar bigihîje axa me. Weke ku jin di xebatên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê de bi xwesteka xwe tevli dibin, di nav Hêzên Erka Xweparastinê- Jin de jî heman rêbaz û sîstem tê meşandin. Em dikarin bibêjin ku Yekîneyên Parastina Jin- YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Asayîşa Jin û Hêzên Erka Xweparastinê- Jin hev temam dikin û ji bo azadî û parastina tevahî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têdikoşin. Di nav civakê de jin gelek zehmetiyan dikşînin, gelek jin hene di civaka me de di hundirê xwe de lawaziyê dijîn ji ber sedema adet û kevneşopiyan. Lewma em dixwazin ku hemû jin berê xwe bidin Hêzên Erka Xweparastinê da ku bikaribe xwe pêş bixe.”
Artêşa Jinên Rojavayê Kurdistanê nimûneya cîhanê ye
Zîlan Efrîn bal kişand ku artêşbûna jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî dagrikeriyê bûye mînak li cîhanê û wiha pêde çû: “Pir girîng e ku jin bibin xwedî hêz, zanebûn û îradeyeke xurt, di heman demê de çawa bikaribin di nav civakê de xwe biparêzin û nas bikin. Her wiha di çemberên şerê ku ji aliyê dijminê hov ve tê meşandin de çawa parastina xwe bikin û civakê jî bi xwe re biparêzin. Jinên ku tevlî vê hêzê dibin, gelek bi coş in û xwesteka wan a mezin a bicihbûna di nav refên Hêzên Erka xweparastinê- Jin de heye. Artêşbûna jinên Rojavayê Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û hêzên terorê bû nimûne ji bo tevahî cîhanê. Helbet ji bo avakirina jineke leşker, bihêz û xwedî armanc, pêwîstî bi fikreke azad û demokratîk jî heye lewre em perwerdekirina jinan ji hêla fikrî de jî esas digirin.”
“Pêdivî bi rihê berpirsyarî û rabûna bi erka xweparastinê heye”
Zîlan Efrîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gere her kes xwe berpirsyarê/a vî welatî bibîne, bi erk û rola xwe di vê dema hesas a rewşa awarte de rabe bi taybetî jinên ciwan û got: “Em ji bîr nekin ku herêmên me rastî her cure şer û êrîşan tên, gere her ciwaneke ji civaka me bikeve vê ferqê bibîne ku rewşeke awarte hatiye îlankirin û bi rola xwe ya welatparêziyê rabe û xwe nede paş. Ev peyama me ji bo tevahî civakê ye, em her kesê li Rojavayê Kurdistanê dawet dikin ku tevlî Hêzên Erka Xweparastinê bibe, da ku em bikaribin civakeke bi ewle û parastî ava bikin li hemberî dagirkeriyê, di heman demê de tevahî jinan azad bikin.”
“Bi daxwaza parastina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê hêzê bûm”
Evîn Roj ji bajarê Tebqayê ye bi temenê xwe 27 salî ye ji pêkhateya Ereb e, ji destpêka avabûna Hêzên Erka Xweparastinê-Jin ve cihê xwe di nav hêzê de digre, wiha axivî: “Min guhertineke mezin di navbera jiyana xwe ya beriya tevlibûna nava refên Hêzên Erka Xweparastinê-Jin û niha de dît. Berî şoreşê tu rola jinan nedihat dîtin di nava civakê de, belê piştî tevlibûna me weke jin em dikaribûn hemû sînorên zordariyê bişkînin bi îrade û hêza jinan rabin. Xwesteka min a mezin a parastina hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişt ku ez tevli vê hêzê bibim. Ez weke jinek ji pêkhateyên Ereb dizanim bê çawa adet û kevneşopiyên me gelek li pêş in, lewma erk dikeve ser milên me wekî jin ku em bikaribin vê yekê bi civakê bidin naskirin û famkirin. Peyama min ji bo jinên tevahî Rojhilata Navîn ew e ku xwedî hêz bin û nehêlin tu tişt li pêşiya pêşketina wan bibe kelem.”
Hindirîn Muhemed Seyîd ji bajarê Hesekê ye Endama Arşîvê ya Hêzên Erka Xweparastinê-Jin e, behsa kar û xebata xwe dike her wiha ji jin û ciwanan xwest ku berê xwe bidin vê hêzê da ku fêrî xwenaskirin û xewparastinê bibin û got: “Ev nêzî 2 sal in ku ez tevli xebatan bûme, di Ofîsa Tesrîhê ya Erka Xweparastinê-Jin de dixebitim. karê jinan di nav erkê de bûye du beş, yek leşkerî ye û ya din jî ofîs in mîna arşîv, maliyê, dîwan, tesrîh û hwd. Her mirovek dema bixwaze xwe û civaka xwe biparêze, gere xwe perwerde û zana bike.”