“Jin bi hêz û îradeya xwe welat rizgar dikin”
Jinên Başûrê Kurdistanê, weke mînak li Şoreşa Rojava meyze dikin ku bi pêşengtiya jinan destpê kiriye û dibêjin ev şoreş ji bo jinan li parçeyên din yên Kurdistanê bûye îlham, ji ber di aliyê fikr de ew bi xwe, xwe bi rêve dibe.
BÊRÎVAN KEMAL
Silêmanî - Rojavayê Kurdistanê di sala 2011’an de ji ber bihara Ereban û qeyrana siyasî, aborî, civakî gelê Sûrye biryara şoreşê dan û di 19’ê Tîrmeha sala 2012’an Yekineyên Parastina Gel hate damezrandin û dest bi xwe rêxistinê û şoreşê kirin.
10 sal li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derbas bû, nîha li Rojavayê Kurdistanê sîstema xwe rêvebiriya demokratîk e, xaka ku hatibû puştguhkirin bû xakek bi berhem. Bingehê civakî, siyasî û aborî ezmûnek serkeftî hate bi destxistin, jin bûn pêşengê şoreşê.
Derbarê pêşengtî, îrade û hêza jinê ya di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, me pirs ji jinên bajarê Silêmanî kir û me got çiqas hêz û îradeya jinan li Rojavayê Kurdistanê bûye mînak û pêşengtiyê ji jina re di parçeyên din yên Kurdistanê de dike.
“Kobanê kelha jinê ye ji ber ji aliyê jinê ve hatiye rizgar kirin”
Jina ciwan ya bajarê Silêmanî, Jîlan Ûmûd derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ku bi pêşengtî û berxwedaniya jinan destpê kir û wiha got: “Ew şoreşa ku li Kobamê hatî kirin, beriya 11 salan bi pêşengtiya jinê hate kirin, ji aliyê YPJ’ê ve pêşengtî hat kirin ku hemû jinên ciwan bû. Ger rojek ji rojan welatê me were dagirkirin bi heman awayî em ê bi xwe pêşengtiyê bikin da ku bêjin jin dikarin ew karê ku bixwazin bi serbixin. Jin jî dikarin bi awayek herî baş berxwedanê bikin.”
Jîlan Ûmûd di derbarê damezrandina Yekineyên Parastina Jinê YPJ’ê de wiha got: “Îradeya jinên Rojava bandor li jinên vê derê jî kiriye û hêjmarek zêde ya jina berê xwe dane kolejên serbazî û berê xwe dane çeperên şer. Wisa li jinan kir ku jin li hemberî tindtujiyê bêdeng nebin, daxwaza mafê xwe bikin. Li gor min Kobanê kelha jinê ye, ji ber ji aliyê jinê ve hatiye rizgarkirin. Rast e alîkarî hebû lê belê hêza sereke jin bû.”
“Rojavayê Kurdistanê mînaka pêşketina jinê di aliyê fikir de ye”
Jinek din a ciwana ji bajarê Silêmaniyê Şanû Enwer wiha behsa hêz û îradeya jinan a di şoreşa Rojava de kir û got: “Jin jî dikarin li Başûr şoreşê bikin û bajar û welatên xwe rizgar bikin û dikarin azadiyê bi dest bixin. Damezrandina pergala xwe rêveberiyê li ser bingehê azadiya jinê, xwezaparêz û netewa demokratîk e. Bi cihkirina sîstema demokratîk li Rojavayê Kurdistanê encamên wê yên baş hene, ji ber azadiya jinê heye û dikarîn alîkariya jinê bikin. Li vê derê azadiya jinê kêm e. Bi destxistina pergala demokratîk ku li Rojava heye, divê bi heman awayî li vê derê jî were bi cih kirin, wê demê wê jin di aliyê fikir, çek girtin û gelek tiştên din de wê bikarin encamên baş bidest bixin û wê encamek baş ji bo civakê jî bi dest bixin.”