Jin bi hêrs in: Divê hesab ji kujeran bê pirsîn

Jinên ji Efrînê ku ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk koçî Qamişlo kirin, têkildarî bicîhbûna kujerên Hevrîn Xelef a di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de gotin: “Em hebûna terorîstan a li Şamê şermezar dikin.”

Qamişlo – Nerazîbûn û bertekên sazî û rêxistinê jinan, li dijî kujerên bi navê Hatim Ebu Şeqra û Ebû Emşa yên ku li ber çavê dinyayê bi awayek hovane Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef qetil kiribûn û niha jî di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ya di destê komên cîhadîs ên HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) de cîh digirin, her ku diçe zêdetir dibin.

Jinên ji Kantona Efrîn Şehbayê ku ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçî Qamişlo bûne, têkildarî mijarê daxuyaniyek dan çapemeniyê û ew şermezar kirin. Daxuyanî li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ber Çarxeriya Ewlehiyê ya bajêr hat dayîn. Leyla Hisên a ku daxuyanî xwend, destnîşan kir ku bajarê Efrînê  bûye şahidê binpêkirinên giran ên di warê mafên mirovan û yasayên mirovî yên navnetewî de.

Leyla Hisên wiha got: “Ji koçberkirina bi darê zorê bigre, heta guhertina demografîk, kuştin, revandin, tundî, windakirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, sepandina heqdestan, wêrankirina binesaziyê, xirabkirina abîdeyên arkeolojîk û diziyê, bandorên paqijiya etnîkî, êşkenceyên bi hemû şêweyên wê û binpêkirinên din, bi destê komên çekdar tên kirin û di bin de çavdêriya îstîxbarata Tirk heye.”

‘Yêk ji binpêkirinên herî hovane, li dijî jinan e’

Leyla Hisên destnîşan kir ku koçkirina wan a ber bi herêmên Şehbayê ve, yêk ji binpêkirinên herî hovane yên li dijî jinan e. Leyla da zanîn ku di Sibata 2018’an de laşê têkoşer Barîn Kobanî ji aliyê çeteyan ve hatiye perçekirin û wiha pê de çû: “Piştî şehadeta wê, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi destên komên çete hat revandin. Di 12’ê Cotmeha 2019`an de çekdarên Ehrar El-Şerqiye bi serokatiya "Hatim Ebû Şeqra", laşê wê perçe kirin. Ev tawan û tawanên din li gor rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî wek tawanên şer ên li dijî mirovahiyê û jenosîdê ne.”

‘Firqeya El Hemzat berpirsê van binpêkirinan e’

Leyla Hisên balkişand ser weke ‘serokomar’ tayînkirina Colanî û wiha got: “Firqeya El Hemzat ku beşek ji Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê (SMO) ye, berpirsyarê van binpêkirinan e. Me dît ku serokê Fraksiyona El Emşat Mihemed Huseyn El-Cassem û serokê Fraksiyona Ehrar El Şerqiye Hatem Ebû Şakra beşdarî vê merasîmê bûn. Ji ber vê yekê em jinên Efrînî û Şehbayî ku bûne qurbaniyên binpêkirinên komên çekdar û tawanên li dijî wan hatine kirin, em hebûna van terorîstan şermezar dikin. Xwîna gelê Sûriyê, jin û mêr, pêşengên mîna Hevrîn Xelef û Barîn Kobanî, bi destê wan ve heye.”

Banga ji bo saziyên navnetewî

Leyla Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û dezgehên mafên mirovan kir û xwest ku  hesab ji wan bipirsin, cezayên herî giran li wan bibirin. Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.