Jin bi girtiyên jin ên li Filistînê re di nava piştevaniyê de ne
Bi mûnasebeya Roja Jinên Cîhanê, Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînê bi hevkariya navend û saziyên jinan bi beşdariya hejmareke mezin ji kesayetên Famînîst û kesên eleqedar, li ber Navenda Heyîva Sor ji bo girtiyan xwepêşandanek lidar xistin.
NEXEM KERACA
Xeza- Ji bo bidestxistina mafê jinan û piştevaniya jinên girtî Yekîtiya Giştî ya Jinên Filistînê li pêşiya Navaneda Heyva Sor xwepêşandan kirin. Endama Sekreteriya Giştî a Yekîtiya Giştî a Jinên Filistînê Noha El-Buheysî axivî.
Noha El-Buheysî got ku ew di yekîtiya giştî de bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bo parastina navneteweyî ji bo tevahî civaka Filistînê û bi taybetî li Quds, bajarên kevin, Hebron û Xeza yê peyda bike, ji sûcên ku dagirkeriyê li dijî jin, zarokan û giştî gel pêktîne hesab bixwazin û wiha domand: "Em bang li komeleyên navneteweyî dikin ku hêza jinan xwirt bike da ku rola xwe ya sereke di têkoşîna li dijî dagirkeriyê û tedbîrên wê de bi pêş bixe. Ev yek jî bi pêşxistina hêza xwe di warê beşdarbûna aktîv di berxwedana gel û despêkirina kampanyayên qutkina berhemên Îsraîlê û beşdarbûna kampanyayên ji bo malbatan û li dijî çandên ku rola jinan binpê dikin bisekinin. Her wiha pêwîste prensîba wekheviya zayendî li gorî Qanûna Bingehîn a Filistînê wer xurt kirin."
"Ez ji hemû girtiyên jin û mêr re azadiyê dixwazim"
Sihad Merhî ku berê di girtîgehên dagirkeriyê de bû wiha got: "Ez di girtîgehên dagirkeriyê de bûm û ji sala 2011'an ve ez hatim berdan, niha jî ez di vê xwepêşandanê de hazirim da ku piştgiriyê pêşkêşî girtiyên jin û ciwanan bikim ji ber ku min êşa girtîgehê dîtiye ez ji mû girtiyan re azadiyê dixwazim."
"Bila hun jinên girtî bizanin hemû gelê Filistînê bi we re ne"
Dr Meryem Ebû Deqa ji bo hemû jinên Filistînê peyamek şand û tê de wiha got: "Ji jinên ku di girtîgehên dagirkeriyê dene her sal hîn zêdetir nêzî azadiyê dibin, jin û keçên Filistînê û hemû gelên Filistînê li kêleka wene heyanî ku win azadiya xwe bidest bixin û serbest werin berdand. Gelê Filistînê bi were ye, dema ku welatê me rizgar bibe emê bi hev re Roja Jinên Cîhanê pîoz bikin. Em niha wekî hemû jinên cîhanê Roja Jinên Cîhanê pîroz nakin ji ber ku welatê me dagirkirî ye û win jî di girtîgehên dagirkeriyê de ne."
"Tişta ku girtiyên me yên Filistînî rastî wan tê sûcê şer e"
Rêvebira Giştî ya Komeleya Çand û Ramanên Azad Meryem Zeqût wiha got: "Divê Neteweyên Yekbûyî biryarên xwe yên têkildarî parastina jinan bi taybetî girtiyên Filistînî cîbicî bike, ji ber ku ew hêz û edalet in û ji ber ku ew ji bo azadî û rûmeta Filistînê têdikoşin. Û em wekî jinên Filistînê bi awayekî domdar di hemû deman de û di bin her şert û mercî de piştgirya girtiyên jin bikin û emê dengê xwe bilind bikin û bêjin êşên ku girtiyên jin yên Filistînê dikşînin sûcek ji sûcê şere û pêwîste qanûn hisaban ji dagirkeriyê bixwaze."
Cîgira Seroka Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînî li Herêma Navîn Mona Baxît Roja Jinên Cîhanê li jinên Filistînê pîroz kir û wiha got: "Her sal rewşa jina Filistînî baş e û di nava xêr û kêfxweşiyê de be, girtiyên jin yên ku li gel dagirkeriyê îsîrin berhemê şoreşa mene û serbilindiya me ne. Em her roj, meh û sal li kêleka wene û em ji wan re azadiyê dixwazin û em ê heyanî ku azadiya wan bidest bixin piştgiriyê bidin wan. ez jina Filistînî silav dikim."
Helbestvan Rehab Kanaan bi nasnav Xensa ya Filistînê jî wiha got: “Jina Filistînî li kuderêbe dibesembola serkeftinê.Di vê rojê de em hatin da ku em piştgiriyê pêşkêşî girtiyên jin bikin û wan hest bikin ku em nêzî wan in û em hêvîdar in ku Roja Jinên Cêhanê ya sala bê ew azadbin û em û wan bi hevre vê rojê pîroz bikin."