Jin bi çekên xwe ji bo parastina şoreşa xwe amade ne

Li bajarê Kobanê ya ku rojane bi gef û êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye, jin bi çekên xwe tînin ziman ku ew ji bo parastina Şoreşa Jinan amade ne.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Bi dijwarbûna êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, Rêveberiya Xweser seferberiyê ragihand. Jin di hemu qadan de çawa ku pêşengiya Şoreşa Jinan kiribin, bi seferberiyê re jî pêşengiyê didomînin. Li bajarê Kobanê ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rojane bi êriş û gefan re rû bi rû ye di hemu qadan de seferberî bi pêşengiya jinan a li ser binghê şerê gel ê şoreşgerî didome. Jinên ku di tabûrên gel ê leşkerî de cih digirin dibêjin ku ew bi çeka di destê xwe de ji bo parastina şoreş û nirxên xwe amade ne.

Parastin maf e

Jinên di nav tabûra ku hatiye avakirin de cihê xwe girtine, diyar kirin ku ew ê her dem li pişta şervanên xwe bin. Nêroz Ehmed ku yek ji jinên di nava tabûrê de ye, wiha got: “Em tevli seferberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû îlankirin dibin. Me li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan tabûrek ava kir. Em dibêjin ku em ê kolan bi kolan gund û bajaran parastina taxa xwe bikin. Em tu car çekên xwe naspêrin axê. Ji ber ku dewleta Tirk li dijî me şer dide meşandin û dibêje çekên xwe bixin bin axê. Em çekên xwe danaynin. Em bi wê parastina axa xwe dikin. Bi çekên xwe yên giran û bi balafirên xwe yên bê mirov êrîşî me dikin. Ma qey mafê me jî tune ye, tu kes nabêje çima dewleta Tirk êrîşî Kurdan dike? Em bi çeka xwe parastina xwe dikin.”

‘Em li dû QSD’ê ne’

Nêroz Ehmed destnîşan kir ku ji bo parastina ax û sînorê xwe çek hildigrin û wiha pê de çû: “QSD eniya yekem e û em li dû QSD’ê eniya duyemîn in. Em parastina şervanên xwe dikin. Em ê her dem li pişta şervanên xwe bin. Bi me dayik, bav, kal, pîr û zarokan jî bimîne em ê parastina xwe bikin. Ew êrîşî me Kurdan dikin û dibêjin çeka xwe daynin lê bi riya çekan em parastina xwe dikin û em dibêjin em ê her dem li pişta şervanên xwe bin, dev ji axa xwe bernedin.”

‘Dewleta Tirk DAIŞ’ê xwedî dike’

Nesrîn Birahîm jî da zanîn ku beşdarî tabûra li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan hatiye avakirin bûne û wiha got: “Saziya me tabûrek ava kir û tevlî seferberiya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat îlankirin bû. Em jî bi riya daxuyaniyê tevlî bûn. Em ê li pişta şervanên xwe bin, heya dilopek xwîn di bedena me de hebe, em ê li pişta wan bin û piştgiriya şervanên xwe yên di çeperên şer de bikin. Dewleta Tirk dibêje em terorîzmê tune dikin lê terorîzm dewleta Tirk bi xwe ye. Dewleta Tirk DAIŞ’ê li ba xwe xwedî dike. Ji ber ku li ser destên dewleta Tirk DAIŞ’ê du car êrîşî me kir, herdu caran jî dewleta Tirk DAIŞ’ê şand vê derê ji bo ku êrîşî me bike.”

Em xwe ji nû ve ava dikin’

Nesrîn Birahîm diyar kir ku çavên hemû dinyayê lê ye ku Kurd tune bibin û wiha got: “Lê em Kurd tune nabin, heya Kurdek ji me hebe em tune nabin. Em îro xwe nîşan didin ku em li pişta şervanên xwe ne û piştgiriya wan dikin. Em Kurd di rojek dîrokî re derbas dibin. Çi Kurd li cîhanê hebe, li pişta şervanên xwe ne û piştgiriya şervanên xwe dike. Em îro dubare dibêjin em hene û xwe ji nû ve ava dikin.” rê tune dikin lê terorê e dikin lê terorê laşê me de hebê em li bişta wan bine û piştgiriya şervanê xwe yên di çeperê şe