Jin bi beroş û miqilkan derketin bazarê

Jinên TJA'yî ji bo balê bikşînin ser xizaniya jinan û krîza aborî, li bazarê bi çalakiya beroş û miqilkan deng derxistin.

Stenbol- Tevgera Jinên Azad (TAJ) ê ji bo balê bikişîne ser xizaniya jinan û krîza aborî, li navçeya Bagcilarê derketin bazara gel û çalakiya beroş û miqilkan li dar xistin. Jinên ku beroş û miqilkên xwe yên vala girtin destên xwe, li bazarê geriyan û xizaniya jinan şermezar kirin. Bazirgan û kesên ku hatin bazarê jî piştgirî dan jinan.
Jinan gotin: “Dema li qesrê dijî hesabê fatûreyan nake. Hesabê nanekê nake, nakeve rêza nan, mereq nake zarokên wî çawa bijî. Em van bihayan qebûl nakin. Ji me re dibêjin bila bi tiştên destên xwe razî bin, wê demê bila ew ji qesrê derkeve û li wir nejî. Em jin dê vê pergalê biguherînin. Beroş vala ne. Hûn nikarin ji feqîran bistînin û bidin dewlemendan. Jin vê yekê qebûl nakin.”
Di heman demê de jinan ji bo "Hevcivîna Jinan a Mezin" a ku dê di 6'ê Adarê de li Kadikoya Rihtimê pêk were jî banga tevlîbûnê kirin.