Jin bi berhemên xwe yên xwemalî beşdarî festîvala bûn

Di festîvala hevbeş a li Koye hat lidarxistin de, jinên destrengîn û kêrhatî bi berhemên xwe yên xwemalî û xwarinên kurdewarî beşdar bûn. Berhemên jinan rastî eleqeyek mezin hatin.

Koye - Roja 15 û 16’ê Tebaxê festîfala berhemên xwemalî, karên dest û xwarinên Kurdewarî ya bi beşdariya bi dehan cotkarên li ser sînor û derdoran li parka Qernawî ya girêdayî bajarokê Teqteq a girêdayî Koye ya Başûrê Kurdistanê hat pêşandan.

Bi dehan cotkarên sînorî û derdorê, bi berhemên xwe yên xwemalî bi armanca nasandina berhemên xwemalî û xwezayî yên navçeyê beşdar bûn. Gelek jinên destrengîn û kêrhatî bi berhemên xwe yên xwemalî pêşangeh xemilandin. Gelek berhem û fêkiyên cotkaran di festîvalê de cihê xwe girtin. Ji hejîr, tirî, sirke, rêçalan bigre heta, dehan berhemên dest û xwarinên Kurdewarî pêk dihat.

‘Ya girîng ew e ku baweriya jinan bi hêza wan were’

Yek ji jinên bi xwarinên Kurdewarî beşdarî festîvalê bûye Jiyan Emîn, li ser sêlê kadeyan çêdike û rastî eleqeyê tê wiha got: “Ez ji bajarê Hewlêrê hetime û bi xwarinên kurdewarî beşdarî festîvalê bûme. Ez nan, kade û gelek berhemên din çêdikim û çay li ser agir çêdikim. Ji derveyî wê jî min dolme amade kirine û niha bi agirê daran dikele. Ev sê sal e ez xwedî karê xwe me. Her festîvala ku hebe ez beşdar dibim û ev cureyên festîvalan sûdê dide me. Ji ber paşketina mûçe, min dest bi vî karî kir. Girîng e jin bibin xwedî karê xwe û bikaribin bixebitin, dahata xwe bi xwe dabîn bikin.”

‘Jin dikarin karê xwe bi pêş bixin’

Fîrdews Mihemeda ku zanîn qedandiye jî ji ber tayîn nebûye, dest bi karê nû yê çêkirina logoyan û tabloyên biçûk kiriye û bi berhemên ku çêkirine beşdarî festîvalê bûye wiha got: “Berê min gelek kar kir lê belê min xwest berhemên min ên dest hebin. Li gorî min ji bo karê xweş pêwîstî bi hewldanek zêde heye. Ez kesa yekemîn in li bajarokê Teqteq vî karî dikim logo û tabloyên bi cam û plaketan çêdikim. Ez gelek kêfxweş im ku beşdarî vê pêşangehê bûme. Ji ber navçeya me biçûk e derfetên kar gelek kêm in. Ji ber wê divê em bi xwe hewl bidin kar bibînin. Di malê de malbata min piştgiriya min dike. Daxwaza min ji malbatan ew e ku li pêşiya zarokên xwe yên keç ku dixwazin karê xwe bikin nebin asteng. Tenê malê ji bo jinan nebînin. Hêza jinan heye, dikarin karê mal û karê xwe yê taybet bikin.”

‘Berhemên xwemalî paqij û madeyên kîmyewî di wan de nîn in’

Sînem Mememed ku bi mast, dew, savar, genimê hûrkirî yên bi xwe çêkirine beşdarî festîvalê bûye wiha got: “Ez ji Koye hatime û bi xwe berhemên xwe yên weke mast, dan, danê hûrkirî, savar, bi awayekî xwezayî çêdikim û hemû xwemalî ne. Ev nêzî 15 salan e di nava mala xwe de vî karî dikim û li gel zarokên xwe ez berhemên xwe difiroşim. Em dişînin bajarên din lê belê hêza min a ku ez ji bo xwe firoşgehek taybet ava bikim nîn e. Ji ber wê tenê di mala xwe de kar dikim. Berhemên xwemalî paqij in û madeyên kîmyewî di wan de nîn in. Niha xelk hêdî hêdî berê xwe didin bikaranîna xwarinên xwezayî û daxwazek zêde ji bo wan heye. Berhemên ne xwemalî yên tên hawirdekirin, madeyên kîmyewî di nava wan de hene. Loma çend salan dimînin xirab nabin. Ji ber wê ji bo tendirustiyê nebaş in. Daxwaza min ji hemwelatiyan ew e ku berhemên xwemalî bi kar bînin.”