Jin ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin

Jin li navçeya Pirsûsa Rihayê li kom bûn, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi meşa ber bi sînorê Kobanê ve kirin.

Riha - Jinên ku ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, li navçeya Pirsûsa Rihayê kom bûn, ber bi sînorê Kobanê ve dimeşin.

Li hemberî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin, li Pirsûsa Rihayê bi pêşengiya jinan meş tê lidarxistin. Piştî ku li avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê foruma "Em şoreşa jinan a Rojava diparêzin" hat lidarxistin, meşê dest pê kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halide Trkoglu, paraementerên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Şanoya Bajêr a Amedê, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Komeleya Çand Huner û Wêjeya Jinan (KASED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad-TJA û gelek kes beşdarî meşê bûn.  

Meşê, bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" destpê kir. Piştî meşê jin dê li ser sînorê Kobanê daxuyanî bidin çapemeniyê.