Jîlla Îbrahîmî ya mamosteya dîlanê ya Azerî hat girtin
Rahênera reqsê û endama Komela Sozsaz a Tebrîzê Jîlla Îbrahîmî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Îranê hat girtin.
Navenda Nûçeyan –Jîlla Îbrahîmî ya mamosteya reqsê ya Azerî ji aliyê hêzên ewlehiyê ya Îranê ve hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, Jîlla Îbrahîmî bi tohmeta “peyamên wê yên li ser torên dîjîtal belav kiriye” hatiye girtin û wê şandine Girtîgeha Navendî ya Tebrîzê.
Jîlla Îbrahîmî mamosteyê dîlanê yê Azerî û endama Komeleya Sozsaz a Tebrîzê ye.