Jîlla Îbrahîmî bi şertê kontrola edlî hat berdan

Mamosteya dîlanê ya Azerî Zhîla Îbrahîmî bi kefaletê û bi şertê kontrola edlî ji girtîgeha Tebrîzê hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Jîlla Îbrahîmî ya mamosteya reqsê ya Azerî ku bi sedema weşandina wêneyên reqsê di qada înternetî de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve çend roj berê hatibû girtin, ji zindana jinan bi awayekî demkî hat azadkirin. Hat ragihandin ku Jîlla Îbrahîmî bi 500 milyon kefalet û bi şertê kontrola edlî ya heya dawiya dozê ji Zindana Tebrîzê hat berdan.

Jîlla Îbrahîmî mamosteya dîlanê ya Azerî û endama Komeleya Sozsaz a Tebrîzê ye.