Jîla Sadiqî û keça wê Sarir Moqin bi kefaletê hatin berdan

Li Esfehanê di çarçoveya zextên rejîma Îranê yên li ser nasnameya baweriyan de, jinên Baheyî Jîla Sadiqî û keça wê Sarîr Mûqin ku hatibûn binçavkirin, bi dayîna kefaleta serê her kesî 3 milyar Tûmen, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Welatiya Baheyî Jîla Sadiqî ku Esfahanê dijî, di 10’ê Mijdarê de ji Grtîgeha  Devletabadê ya li Esfahanê hate berdan. Keça wê, Sarir Moqîn, berê di 20’ê Cotmehê de bi heman kefaletê ji heman girtîgehê hatibû berdan.

Bi ser malên wan de girtibûn

Sarir Moqin di 25’ê Tebaxê de ji aliyê hêzên îstîxbaratê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Devletabadê. Di dema binçavkirinê de, hêzên rejîmê bi ser mala malbatê de girtin, lêgerîn kirin û gelek materyalên kesane û dîjîtal ên endamên malbatê, desteser kirin.

Dayîk Jîla Sadiqî jî piştî girtina keça xwe di 6’ê Cotmehê de li mala xwe hate binçavkirin û sewqî heman girtîgehê hate kirin.

Tawanbarî tên veşartin

Her çend her du jin piştî girtina demkî bi kefaletê hatin berdan jî, di derbarê sedemên girtina wan, sûcdariyên li dijî wan, an pêşveçûna pêvajoya yasayî de ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Di pergala dadweriya Îranê de, berdana bi kefaletê nayê wê wateyê ku dozên li dijî wan hatine betalkirin an jî pêvajoya yasayî bi dawî bûye.