Ji YJK-E Kezban Dogan: Riya çareseriyê tenê rêxistinbûn e
Berdevka YJK-E ya Elmanyayê Kezban Dogan, tundiya li dijî jinên li Ewropayê anî ziman û bal kişand ku bi taybetî jinên koçber di nava sîstem û civaka ku tê de dijîn de tên bêdengkirin û destnîşan kir ku riya çareseriyê zêdetir rêxistinbûn e.
ROJDA NEWAL
Navenda Nûçeyan – Bi nêzbûne 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Ser Jinan re, li gelek welatên cîhanê jinan amadekariyên xwe yên ji bo vê rojê temam kirine. Îsal ji bo jinan zehmet derbas bû. Bi taybetî di dema ku tundiya mêr dewlet zêde bûye û şer dijwartir bûye de, jin berxwedan û têkoşînek mezin nîşan dan. Berdevka Yekitiya Jinên Kurdistanê ya Elmanya (YJK-E) Kezban Dogan der barê jinên koçber ên ku neçar mane koçî Ewropa bibin, tiştên jiyane, şer û têkoşîna hevpar a jinan ji ajansa me re nirxand.
Kezban Dogan bi taybet bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û got: “Piştî 30 sal di ser re derbas bûn, saziyên navneteweyî ev roj pejirand.”
‘Gelek jinan serlêdana malên jinan ên li Elmanyayê dikin’
Kezban Dogan diyar kir ku weke jin wê li kolan û qadan bin û da zanîn ku bi taybetî sala 2024’an rêjeya qetliam, tundî, tacîz û tecawiz zêde bû li dijî jinan şerekî ku nav lê nehatiye kirin tê meşandin. Kezban Dogan ev tişt got: “Dema li statîstîkan tê mêyzekirin, tenê li Elmanyayê 87 jin hatin qetilkirin, ev jin an ji aliyê hevjîn, yan jî ji aliyên hevalên xwe ve hatin qetilkirin. Ev hejmar ji hejmara întiharê ya fermî cuda ye. Bi taybetî hejmarek zêde jin serlêdana malên xwespartinê dikin. Evqas serlêdan nîşan dide ku dewlet çiqas piştevaniya polîtîkayên tundiyê yên li dijî jinan dike. Dide nîşandan ku sîstem çiqas van rewşan li ber çavan nagire. Îsal weke tevgera jinan û jinên enternasyonalîst bi dirûşma ‘Şerê wan, xwîna me ye’ em ê dakevin qadan. Ji ber şerê 3’yemîn ê cîhanê qetilkirina jin û zarokan e.”
‘Her roj jin hatin qetilkirin’
Kezban Dogan destnîşan kir ku şerê cîhanê yê 3’yemîn heye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn û Asyayê jin bi awayekî fizîkî tên qetilkirin lê belê ev rewş li Ewropayê bi rêbazên cuda tê kirin. Li dijî jinan kedxwarî heye, li kar, mal û li kolanan qetliam tên pêkanîn lê belê rengê wê cudatir e. Îsal weke jin em ê li Ewropayê li dijî mîlîtarîzm û jenosîdê li qadan bin.”
Kezban Dogan bal kişand ku bi taybetî di şerê cîhanê yê yekem û duyem de bîlançoya jinên hatin qetilkirin li cihekî nehatiye nivîsin û wiha domand: “Navê jinan ne di arşîvan de ne jî di belgeyan de heye. Têkoşîna jinan, berxwedana wan li tu cihan nîn e. Em îro dibêjin şerê cîhanê yê 3’yemîn, ev jî di salên 90’î de bi şerê kendavê re dest pê kir. Li vê derê dewletên Ewropayê yên desthilatdar û welatên weke Emerîkayê pêkanînên ku li dijî gelê Kurd û Ereb kirin nehatin dîtin. Dema em hatin sedsala 21’ê hem êrişên li dijî jinan zêde bûn, hem jî têkoşîna jinan mezin bû. Ne tenê şerê Filistînê, şerê Iraq, Efganistan, Talîban û dubare hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê û li dijî vê jî têkoşîna bi hêz a jinan jî çêbû. Li cihê ku tundî û qetliam zêde bin, berxwedan jî bi hêz e.”
‘Di Derya Spî de herî zêde jin û zarok xeniqîn’
Kezban Dogan bal kişand ser pêla koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve û wiha got: “Ger em sala dawî binirxînin, li dijî gelê Xeza û Filistinê, li Rojhilat nêzîkatiyên rejîma molayan, di heman demê de li Efganistanê zexta Talîbanê, zextên li bakurê Kurdistanê, pêla koçberiyê dest pê kir. Jin herî zêde rastî rewşên bêçaretî û tecawizê hatin. Beşek ji vê yên ku me dîtin e. Li Derya Spî herî zêde jin û zarok xeniqîn. Derya Spî ji ber berjewendiyên hêzên desthilatdar û dewleta mêr ji bo jin û zarokan bûye goristan.”
Rûyê sexte yê Ewropayê
Kezban Dogan diyar kir ku jinan rûyê bi makyaj ê cîhana Rojava û Ewropayê dîtine û wiha got: “Jin dibêjin, mafên jinan heye, aştî heye, herî kêm tirsa mirinê tune ye. Lê belê bi awayên cuda qetilkirin heye, bi awayekî psîkolojîk jin tên qetilkirin. Mînak Îskandînavya li Ewropayê, bi wekhevî û demokratîk tê nasîn. Gelek pesnê vî welatî tê dayîn lê belê ji bo jin ji bo debarê li wê derê fihûşê dikin. Netew- dewlet jinan weke meta dibînin. Koçber tên lê belê bi taybetî jin li sînoran ji mirinê xirabtir rastî kiryaran tên. Ên ku gihîştine van welatan bi taybetî jin bêdeng dibin û civak li ser wan zextek dide avakirin. Tişta di rê de bi serê wan de hatiye nabêjin. Tiştên li wan hatine kirin nikarin bibêjin.”
Kezban Dogan wiha got: “Bi taybetî ji welatên ku jê hatine weke hêza kar a bê nirx tên dîtin. Jin weke mêr jî nayên dîtin, weke hêza bênirxtir a kar tên dîtin. Rewşa jinên Ukraynayê xirabtir e, dewleta Elmanyayê nêzikatiya wê ya li Ukraynayê, li gorî welatên Rojhilata Navîn û Asyayê cudatir e, heman pêkanînên li hemberî jinan berdewam dike. Kar nadin jinan, ji bo fihûşê bikin zextan li wan dikin. Li Elmanyayê îstatîstîkek beriya du salan a pêla koçberiyê hebû. Ji bo 8 hezar zarokan serlêdana windabûnê hatin kirin, di nava wan de li Elmanyayê qeyda 2 hezar zarokan qet nîn e. Ev 2 hezar zarok çawa ji holê winda bûn. Mafyayên lebat, fihûş û zarokan hene. Têkiliya wan bi pergalê re heye. Weke jin li Ewropa hem bi awayek fîzîkî hem jî bi awayeke psîkolojîk em tên qetilkirin.”
‘Bi jinên koçber re herî zêde tevgera jinên Kurd eleqedar dibe’
Kezban Dogan anî ziman ku herî zêde tevgera jinên Kurd bi jinên koçber re eleqedar dibe û da zanîn ku li kampan jin dernakevin derve û got: “Gelek jinên ku hatine gelek ditirsin. Ji welatên ku hatine, tirsa wan heye, weke kuştin, tecawiz û şer. Divê bi awayekî psîkolojîk tedawî bibînin. Di 7’emîn kongreya me ya TJK-E’yê de û di cîvîna me ya sala borî de me biryar girt em alîkariya jinên koçber bikin. Jinên ku di kampan de dimînin bi taybetî mafên xwe nizanin. Ev jin gelek zêde rastî tundiyê tên. Jinên ku li kampan dimînin, dikarin di ser jinên ku me nas dikin re, xwe bigihîjînin me. Em hewl didin çiqas ji destê me were bi wan re bibin alîkar. Jinên Îranî û Efgan alîkariyê ji me dixwazin. Em weke tevgera jinan hem li dijî mêr dewletê têdikoşin, hem jî hewl didin alîkariya jinên koçber bikin.”
Piştevaniya dewletê ya bi mêran re
Kezban Dogan deklarasyona KJK’ê ya ku beriya 2 salan weşand bi bîr xist û destnîşan kir ku şerê cîhanê yê 3’yemîn li dijî azadiya jinan tê meşandin û ev tişt got: “Mînakên li Somalî, Efganistan, Sûdan, Îran, Azerbeycan û Ermenistanê gelek in. Li Iraqê tê xwestin ku zewicandina zarokan di temenê 9 salî de bikin zagon. Li Tirkiyeyê jin weke koleyek li mal dixebitin, dixwazin vê bikin zagon. Li Polonyayê zagona kurtajê tune ye. Li Elmanyayê di zagonê de jin bê îrade tên hiştin. Tiştên ku KJK’ê gotine yek bi yek derdikevin holê. Nêzîkatiyên mêr piştevaniyê ji dewletê digre. Cezayên ku didin wan li hemberî tiştên ku kirine weke diyariyek e. Ev li her derê wisa ye. Jin her çend serî li cihan bide, dewlet bi wê jinê re nabin alîkar. Dixwazin jin qetilkirinê qebîl bikin û têkoşîna jinan tune bikin.”
Kezban Dogan anî ziman ku li welatan sekna çepgir û netewperestan derketiye pêş û got: “Ev jî careke din bi riya hikumet û qanûne hewl dide qetilkirina jinan rewa bike. Ji aliyê hêzeke din ve qetilkirin weke qirkirin tê qebûlkirin lê belê li Tirkiyeyê di nava salekê de qetilkirina zêdeyî 360 jinan, li Elmanyayê bêyî bigihîje salekê qetilkirina nêzî 90 jinan weke komkujî nayê qebûlkirin. Piştî pandemiyê li dijî têkoşîna jinan, polîtîkayên dewletê hatin guhertin. Qanûn hatin guhertin. Qanûnan weke kaxezek di destên xwe de digrin, hebûna jinan înkar dikin. Ev tunehesibandina îrade, biryar û fikrên wan e. Ez di wateye ji hevqutbûnê de nabêjim lê belê rêxistinên jinan ên li cîhanê divê zêdetir rêxistinkirina jinan bi pêş bixin. Li dijî van pêkanînan bi îrade û biryardarî em ê têbikoşin. Bi şifreya azadiyê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re bi hev re em ber bi konfederalîzma jinê ve biçin. Tişta ku divê em bikin, berxwedan, têkoşîn û azadî ye.”
Pêwîstiya konfederalîzma jinê
Kezban Dogan da zanîn ku di encama şerên di sala 2024’an de hatin pêşxistin, girîngiya konfederalîzma jinan a cîhanê zêdetir derketiye holê û wiha domand: “Bi taybetî şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hatî, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hêviyên mezin ava kir. Modernîteya kapîtalîst azadiya kesan mezin dike. Dibêje ji xwe re cihekî bibîne. Di xetek zirav de siyasetê dide meşandin. Azadiya şexsî zêdetir derdikeve pêş. Li dijî vê jinên li Efganistan, Îran, Hindistan, Polanya û Îsvîçreyê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan Azadî’ daketin qadan. Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo jinan bû hêvî. Divê ev hêvî were birêxistinkirin. Ev hêvî bi êrişek dikare were şikandin lê ev hêvî dema em bi awayekî îdeolojîk bi rêxistin bibe, bi jiyanê re bibe yek dê mayînde bibe. Em li gel xwişkên xwe yên din vê bijîn, heman hestî bidin jiyîn, heman têkoşînê berfireh bikin, wê tu sîstem, bav, mêr, hevjîn, dewlet nikaribe jinan qetil bike.”
Kezban Dogan bal kişand ku bi taybetî îsal hêviyên jinan mezintir in û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Pergal bi azadiya şexsî, dixwaze hêviyên jinan û rêxistinbûna wan parçe bike û ji hev qut bike. Tekane li dijî vê riya çareseriyê ya jinan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, xwerêxistinkirin û pêşxistina xweparastinê ye. Tekane riya me ya çareseriyê avakirina konfederalîzma jinên cîhanê ye.”