Ji Yekitiya Jinên Ermen berteka dijî çekên kîmyewî

Endamên Yekitiya Jinên Ermen diyar kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û dixwazin komkujiya Helebceyê careke din dubare bikin.

RONÎDA-HACÎ

Hesekê – Li hemberî ji aliyê dewleta Tirk ve li Başurê Kurdistanê bikar anîna çekên kîmyewî, li çar aliyê Kurdistan û cîhanê bertek didomin. Endamên Yekîtiya Jinên Ermen ên kantona Heseke jî der barê bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de axivîn û dan diyarkirin ku di tê xwestin komkujiya Helebce ya ji aliyê Rejîma Baas ve di 16’ê Adara 1988’an pêk anîn û di encama wê de 5 hezar kes jiyana xwe jidest dan, bê dubarekirin.

Mexrîk Mîxayîl bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer li dijî mirovahiyê pênase kir û wiha domand: “Di roja me ya îro de li dijî xweza û zayendan şerekî qirkirinê tê meşandin. Bikaranîna çekên kîmyewî şerekî li dijî xweza, mirov û lawiran e. Ev çekên kimyewî yên diavêjin erdnîgariya Kurdistanê wê tewazina ekolojiya gerdûnî xirab bikin. Bi vî rêbazî dixwazin hemû zindiyan jî tune bikin. Ev rewş bi xwe nîşan dide ku qeyraneke ekolojîk û tenduristî ya mezin li ber derî ye. Em vê yekê bi têkçûna artêşa tirk e didin diyarkirin.”

‘Dixwazin dîroka Helebceyê zindî bikin’

Endama Yekitiya Jinên Ermen, Mexrîk Mîxayîl bal kişand ser komkujiya Helebceyê û got: “Dîrok xwe dubare dike, bikaranîna çekên kîmyewî li ser xaka Başûrê Kurdistanê, komkujiya Helebceyê tîne bîra me, rast e ne eynî kes in lê îro eynî siyaseta qirkirinê tê meşandin. Dîroka dewleta tirk a dagirker bi qirkirina gelan dagirtî ye û her dem jî qanûnên navneteweyî binpê dikin. Siyaseta ku tê meşandin tenê pêkhateyek esas nagire hemû pêkhate hedef in. Em komkujiya ku anîn serê gelê me yê Ermen ji bîr nakin. Eger dh Ermen, Suryan, Kurd, Ereb bûn îro tê diyarkirin ku hêzên desthilatdar hebûna xwe û berjewendiyên xwe li ser xwîn û qirkirina vî gelê bi rêbazên cuda cuda didin avakirin. Li hemberî van siyasetan pêwîst e em bêdeng nemînin û li dijî wê li ser esasê projeya Neteweya Demokratîk kar û xebatan bi yek ruhî bidin meşandin û xwe ji qirkirinê zindî bikin.”

‘Çekên kîmyewî bandorên pir xerab li ser jin û zarokan dikin’

Endama Yekitiya Jinên Ermen Lûsnak Kavoriyan destnîşan kir ku li ser jin û zarokan bandorek pir xirab çêdike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dewleta tirk, di êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Serêkaniyê de çekên kîmyewî bi kar anî. Ji ber van çekan herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Tirkiye, bi bikaranîna çekên kîmyewî zagon û peymanên navneteweyî nas nake. Îro jî li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi kar tîne. Çekên kîmyewî bandorek pir xerab li ser jin û zarokan çêdikin. Bi teybetî jinên ducanî jî ji ber ku zarokên wan astengdar dimînin. Ji bo wê bikaranîna van çekan bandorek li ser pêşeroja mirovan jî heye. Pêwîst e zexteke herêmî ya siyasî, çandî û medyayî ji bo eşkerekirina rastiya bûyerên ku diqewimin û sûcên dewleta tirk ên li dijî  gelan bê kirin. Em wekî pêkhateyên herêmê bi yekitiyê dikarin li ber siyasetên qirkirinê bisekinin.”