Xizmên girtiyan piştgirî dan nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar

Emîne Şenyaşar di roja 109’an de nobeta xwe ya edeletê didomîne. Xizmên girtiyan çûn serdana emîneyê û peyama ‘em heta dawî ligel dayika Emîne ne’ dan.

Enqere – Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 109’an de didome.

Xizmên girtiyan, parlamentera DEM partiyê Burcugul Çubuk û Serhat Eren ku ji bo hevdîtinê bi ozel kalem a Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin hatibûn, piştî hevdîtinê çûn esrdana Emîne Şenyaşar.

Xizma girtî Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku Emîne Şenyaşar 6 sale çalakiya xwe didomîne û got ^dî bes e divê dawî li vê zilmê bê anîn.

Emîne Şenyaşar jî piştre axivî û da zanîn ku merhemeta yekî jî tuneye û edelet tuneye.

Xizma girtî Fehîme Poyraz jî piştre axivî û bertek nîşanê êş û kedera ku Emîne Şenyaşar bi salane dijî da û got: “Kurên wê qetil kirin, hevjînê wê qetil kirin. Kurekî wê girtiye. Ma ev edelete, ev qanûn e. Qe nebe wî berdin. Em ê heta dawî ligel dayika Emîne bin. Em êşa wê parve dikin.”

Xizma girtî Medîne Kaymaz jî axaftinek kir û berxwedana Emîne Şenyaşar silav kir û got ew têkoşîna wê pîroz dike.

Piştî sedanê Emîne Şenyaşar çalakiya xwe berdewam kir û derbasî meclîsê bû.

Her wiha çalakiya Sevînç  Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 30’emîn de berdewam kir.