Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Bi şikandina tecrîdê em ê azad bibin
TJA'yê di deklarasyona xwe ya 25'ê Mijdarê de wiha got: “Ji bo şikandina tecrîdê em ê her taxê veguherînin qada çalakiyan. E mê bi şikandina tecrîdê azad bibin. Em tevahiya jinan vedixwînin kolanên ku em ê çiraya azadiyê li wan vêxin.”
Amed- Tevgera Jinên Azad (TJA) deklarasyona 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan eşkere dike. Deklarasyon, bi dirûşma “Li dijî tundiya mêr-dewletê Jin, Jiyan, Azadî” li Qonaxa Îskender Paşa ya Amedê hat eşkerekirin. Li cihê daxuyanî lê hat xwendin pankartên "Li dijî tundiya mêr-dewletê Jin Jiyan Azadî" û dovîza "Qeyûm derbeyeke li dijî destkeftiyên jinan y" hatin daliqandin.
Deklerasyona bi zimanê Tirkî ji aliyê Fatma Albay ve bi Kurdî jî ji aliyê Mekiye Ormancî ve hat xwendin.
Deklerasyona TJA’yê wiha ye:
“Ev sedsala ku em bawer in wê bibe sedsala şoreşa jinê, em têkoşîna xwe mezin dikin, bi hêza ku em ji xwişkên Mîrabel digrin, em 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, pêşwazî dikin. Şert û mercên şer ên ku em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û li gelek deverên cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn bi pêş dikevin, bêguman bandorê li hemû nirxên civakî bi taybetî jin û zarokan dikin. Şerên ku di bin navê dîzaynkirina Rojhilata Navîn de diqewimin, bi zîhniyeta desthilatdariya mêr a netew dewletan pêk tê. Polîtîkayên şer ên ku jinan, civakê û xwezayê qir dikin di asta hovîtiyê de pêk tên. Tê dîtin ku şer herî zêde dibe sedema xizanî koçberî û qetilkirina jinan. Zîhniyetên ku ji bo parastina desthilatdariya xwe serî li her cure argumanên îdeolojîk didin, bi awayeke bêsînor xwe birêxistin dikin. Faşîzm li her aliye cîhanê li ser bingeha dijberiya jinê tê pêşxistin.
‘Em sedema têkoşîna hev in’
Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, neteweperest û olî de qirkirina jinan didomîne. Di dagirkirina Îsraîlê ya li ser Filistînê de jin û zarok tên qetilkirin, dema ku jin li Îranê ji bo azadiyê têdikoşin, ber xwe didin, gelek jinên weke Pexşan Ezîzî û xwendekarên keç ên Zanîngeha Lêkolînên Zanistî ya Tehranê ji aliyê rejîma mola ve, tên revandin, rastî îşkenceyê tên, dîl tên girtin û bi îdamê re rû bi rû dimînin. Jinên ku li dijî rejîma molayê heta mirinê şer dikin sedema têkoşîna me ne jî. Bi hezaran jinên Êzidî yên ku bi salan e di bin zilm û zordariya DAIŞ’ê de dîl hatine girtin sedema têkoşîna me ne. Em jin li ku bin, ji ber ku em jin in rastî kedxwarî, îstîsmar, tecawiz û qetilkirinê tên. Ji ber vê yekê em ê ji sînorên ku hatine xêzkirin xelas bibin û di têkoşîna gerdûnî ya jinan de hevdîtinên xwe bidomînin. Em dizanin ku em sedema têkoşîna hev in.”
Di berdewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin: “Krîzên modernîteya kapîtalîst ên piralî, hêza xwe ji tundiya dewletê ya mêr digre û desthilatdariya xwe ya li ser jinan zêde dike. Sîstema serdest a mêr a ku bi armanca sazûmankirinê, bi argumanên cuda li her derê tê birêxistinkirin, li Tirkiyeyê jî hatiye avakirin. Em bi desthilatdariyeke ku dixwaze her aliyê jiyanê bi zayendperestî, neteweperestî û polîtîkayên olî dîzayn bike re rû bi rû ne. Carna bi gotina ewlekarî-bekayê, carna jî bi gotina malbata maqûl-jina maqûl, têgehên li dijî jinan bi pêş dixe. Li gel vê yekê hewl dide bi êriş û desteserkirina destkeftiyên jinan têkoşîna jinan li paş bixe. Vekişîna ji Peymana Stenbolê û nîqaşkirina mafê nefeqeyê çend ji van in. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi riya sîxuriyê hewl dide muxalefeta civakî bêdeng bike, bi binçavkirin û girtinê hewl dide pêşî li jinên ku têdikoşin bigre, bi vî awayî faîlan bê ceza dihêle û ev yek cesaretê dide faîlan.
Faîlên ku dosyayên wan ên sûc hene tên berdan, jinên ku xwe diparêzin û ji bo ku neyên kuştin, erişkaran dikujin, tên girtin. Ev desthilatdariya ku di dema qetilkirina jinan de jî dest ji kodên xwe yên netewperestiyê bernade, berpirsyarê qetilkirina Fatma Altinmakas e. Wê dixwest îfadeya xwe bi zimanê dayikê bide lê hat astengkirin. Em dizanin ku pergala serdest a mêr xwedî gelek mertalan e. Polîtîkayên ku bi neteweperestiyê hatin xurtkirin bûn sedema qetilkirina Îpek Er. Dewleta ku li Colemêrgê mudaxeleyî çeteya fuhûşê ya ku pişta xwa dabû polîsan, nekir; çapemeniya azad ku ev bûyer dişopand û malbata mexdûr tehdît kir. Ji Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê hat windakirin hê jî tu agahî nayê girtin. Ên ku bi vegotina bekayê, bi kûleyên kontrolê Kurdistanê dorpêç kirine û serê her gavekê lêpirsîna GBT’ê dikin, berpirsyarên windakirina Gulistanê ne.
‘Di 25’ê Mijdarê de em ê li qadan bin’
Cenazeyê Rojîna ku li Wanê bi awayekî bi gumana winda bû, piştî çend rojan hat dîtin û hê jî sedema kuştina wê nayê zanîn. Her roj bi dehan jin tên qetilkirin, faîlên ku ji qereqolan tên berdan jî ji bo jinan tehdîd in. Dema li Stenbolê Îkbal Uzuner û Ayşenûr Halîl di nava nîv saetê de hatin qetilkirin, hêzên ewlehiyê ji cihên xwe tevnegeriyan lê dema jin derketin kolanan, ji bo avakirina barîkatan seferber bûn. Dema ku gotina ‘Qatilan asteng bikin, ne jinan’ li hemû welat bilind dibe, polîtîkaya hikûmetê astengkirina jinên têkoşer e. Em jin dizanin ku tundiya li ser jinan hem îdeolojîk e, hem jî polîtîk e. Em ê li dijî hemû polîtîkayên we yên zayendperest ên ku li ser dijminatiyê jinan pêk tên têkoşîna xwe xurt bikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de ji bo jiyana azad a bê tundî, li dijî îstîsmar û kedxwariyê li qadan bin.
‘Em ê tecrîdê bişkînin’
Em dizanin ku modernîteya kapîtalîst hewl dide ji kaosa krîzên piralî yên ku dijî, bi riya netewe dewletan xelas bibe. Li Rojhilata Navîn a ku îro bûye navenda şeran, ji bo hemû jin û gelan yekane çareserî avakirina pergala modernîteya demokratîk e. Îro hêza çareseriyê di girtîgeha girava Îmraliyê de, di bin tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê yên ku ji Îmraliyê dest pê kirin, li hemû hucreyên civakê belav bûn. Yên ku herî zêde di bin bandora tecrîdê de ne dîsa jin in.
Desthilatdariya ku îro di şerê Îsraîl û Filistînê de xwe weke qasidê aştiyê nîşan dide, hebûna xwe bi polîtîkayên şer diparêze, ji avakirina aştiya navxweyî dûr e û nakokiya herî kûr dijî. Em jin, azadiya jinan di şikandina tecrîda li ser birêz Ocalan de dibînin. Di 25’ê Mijdarê de, ji bo şikandina tecrîdê, em ê her kolan û her taxê bikin qada çalakiyê.
‘Em ê berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin’
Li Kurdistanê li dijî berxwedana ku zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe diparêze, li dijî jiyana ku li ser bingeha polîtik û exlaqî hatiye avakirin, polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Desthilatdariya ku ditirse jin di qada siyasî de bi ser bikevin, di jiyanê de bibin xwedî îrade û li dijî hemû pêkhateyên hiyerarşîk têbikoşin, dixwaze bi riya zext û zordariyê pêşî li aktorên têkoşînê bigre. Li aliyê din jî ji bo ku civakê bê refleks bihêlin, dixwazin bi tiryak, fuhûş, sîxurî û bêkariyê civakê bixin bin kontrola xwe. Şerê taybet bûye çeka sereke ya desthilatdariya ku bi krîzên piralî re rû bi rû ye û hewl dide civakê dorpêç bike. Bi gurkirina faşîzmê re li welat nijadperestî tê xurtkirin, zimanê me yê zikmakî, Kurdî tê qedexekirin, yên ku govendê digrin tên girtin, çalakiyên me yên çandî tên astengkirin. Di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de dixwazin erdnîgariya Kurdan tune bikin. Weke duh em ê îro jî bi hêza ku me ji mîrasa xwe ya berxwedanê girtiye, têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hem li dijî şer hem jî li dijî şerê psîkolojîk ê taybet bi mezinkirina berxwedanê, xwe birêxistin bikin. Em ê hemû hevalên xwe yên berxwedêrên azadiyê ji girtîgehan derbixin û têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.
Tecrubeya têkoşînê ya tevgera jinên azad bi polîtîkaya rêveberiyên herêmî veguherî rewşeke civakî û ji bo jinan bû hêvî. Jin bi pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de bûn hêza biryarê, bi polîtîkayên hatine avakirin bûn hêza çareseriya pirsgirêkên jinan. Midûriyetên jinan, qadên jiyanê yên jinan, kooperatîf, navendên hevgirtinê yên jinan, rêwîtiya bêpere, kreş, û parkên jinan tenê hinek ji polîtîkayên tên meşandin in. Polîtîkayên jinan ên ku di jiyanê de zêdetir cih ji jinan re vekirin û wan kir xwedî deng û hêza îradeyê, desthilatdariyê tirsand. Êrişên vê desthilatdariyê ku li ser têkoşîna me ya jinan pêk tên îdeolojîk in. Ji ber ku desthilatdarî dixwaze jinan di nava çar dîwaran de bihêle, pîvanên ‘maqûl’ li ser jinan ferz bike û xwedî wê cesaretê ye ku biryarê dide ka wê jin çend zarokan bînin dinyayê.
‘Dê qeyûm biçin jin bimînin’
Êrişa li ser pergala hevserokatiyê, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên ku bi îradeya jinan hatine hilbijartin û polîtîkayên me yên jinan ên ku bi destên qeyûman ji holê tên rakirin, belgeyên dijminatiya li dijî jinan in.
Destkeftiyên ku jinên Kurd bi îradeyeke mezin bi dest xistine, bi polîtîkayên qeyûm, li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ku bajar û navçeyên Kurdistanê ne û li Esenyûrta Tirkiyeyê hat desteserkirin, ev yek dijminatiya li dijî gelê Kurd û jinan e. Li dijî polîtîkaya qeyûm a ku bi salan e tê dubarekirin, jinan di her hilbijartinê de li ser sindoqan bi ragihandina îradeya xwe bersiv dan desthilatdariyê. Desthilatdariya ku ji bersiva gel fêm nekir, careke din bi hiqûqa dijminatiyê, polîtîkayên ku wê tu encam bi dest nexe xistin meriyetê. Em jin, serî li ber kesên ku dixwazin destkeftî û vîna me desteser bikin, natewînin. Em xwediyên wê kevneşopiya têkoşînê ne ku bi sindoq û hilbijartinan ve girêdayî nîn e. Em ê bi berxwedanê tiştên ku we ji me girtin, paşve bigrin, em ê di 25'ê Mijdarê de li her kolanê û li her qadê qala qeyûman bikin û rê nedin qeyûman.
Li vê erdnîgariya ku em her roj bi nûçeyên qetlîamên jinan şiyar dibin, dest dirêjî zarokên me dikin, ji bo rant û berjewendiyan zarokên me tên revandin û kuştin. Narîna demeke dirêj termê wê nehat dîtin çima hat qetilkirin, malbat çima demeke dirêj hat parastin û li pişt perdeyê çi qewimî, ev pirs, pirsên ku hê jî hewceyî bersivê ne. Em ê hesabê vê qetlîama ku di navbeyna malbat-dewlet-kontrayê de hatiye nixumandin bipirsin. Ev desthilatdariya ku her dever veguherand qada rantê û welat radestî çeteyan kir, herî dawî jî dest dirêjî zarokan kir. Yên ku li Stenbolê di bin navê çeteya Yenîdogan de bûn sedema mirina bi dehan zarokan, qonaxa dawî ya têkçûna mirovahiyê nîşan didin. Kuştina Şirîn, Sila û Narînan mînakên çanda tundiyê ne ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye afirandin û sînoran nas nake. Zarok siberoja civaka azad in, zîhniyetên ku zarokan qetil dikin û li qetlîamê temaşe dikin jî qatilên jiyana azad in. Ji bo me jinên ku ji bo azadiya jinan têdikoşin şîara ‘Azadî ji zarokatiyê dest pê dike’ girîng e. Civaka ku nikaribe zarokên xwe biparêze, civakeke bê paşeroj e. Parastina zarokên xwe û xweparastin rêbaza me ya têkoşînê ya herî rewa ye. Em ê zarokên xwe teslîmî rant û zîhniyeta we ya qirêj nekin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dengekî xurtir biqîrin bibêjin em ê ji bo zarokan pêşerojeke azad ava bikin.
‘Em jinan vedixwînin kolanan’
25'ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî tundiyê ye; di heman deme de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e. Çawa ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên jinan ên dîrokî heta destkeftiyên heyî, êrişî her cure nirxên jinan dikin, li dijî vê yekê bersiva herî watedar jî avakirina xeta me ya hevpar a têkoşînê ye. Bi hezaran sal in ku em bêdeng namînin, îro jî em bêdeng namînin û ji niha û pê ve jî weke jinên cîhanê em ê hêrsa xwe, bi cudahî û tecrubeyên xwe yên têkoşînê gur bikin. Em dibêjin ku sîstemên serdest sîstemên dijminên jinan in. Avakirina sîstemên civakî yên bi pêşengiya jinan bi hevkariyên weke konfederalîzma jinan berpirsyariyeke ku ev sedsal ji me hêvî dike ye. Wê bi jinên azad jiyana azad pêk were, bi têkoşîna hevpar a jinan wê civaka azad bê avakirin. Di 25’ê Mijdarê de wê agirê dilê me bi ruhê Jin Jiyan Azadî geş bibe û serhildana me biherike kolanan. Em bang li hemû jinan dikin ku biçin qadên em ê meşaleya azadiyê li wan pêxin û kolanên ku em ê lê bimeşin.”
Bernameya 25’ê mijdarê yê TJA wiha ye:
* Di navbera 1-10'ê Mijdarê de li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê dê li ser esasê hişyariyê civîn, atolye û çalakiyên li malan bên lidarxistin.
* Di navbera 5-25'ê Mijdarê de her kolan û her tax wê veguherin qada çalakiyê.
* Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Wan, Stenbol, Semsûr, Mêrsîn, Amed bi perspektîfa Jineolojiyê dê atolyeyên veguherîna mêrtiyê bên lidarxistin.
* Di navbera 15-20'ê Mijdarê de li dijî tecrîd û polîtîkayên tundiyê yên ku li girtîgehan wê li ber girtîgehên Amed, Wan, Stenbol û Mêrsînê daxuyaniyên girseyî bên dayîn.
* Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de wê li Amedê mihrîcana şanoya jinan bê lidarxistin.
* Di navbera 20-25'ê Mijdarê de li hemû bajaran dê meşên jinan bên lidarxistin.
* Ji bo Pexşan Ezîzî dê li ser sînorê Îranê li Bazîdê meş û daxuyanî bê dayîn.
* Di 25'ê Mijdarê de wê meşên fînalê, li Amedê ji bo Narînê, li Wanê ji bo Rojînê û li Dêrsimê jî ji bo Gulistan Doku bên lidarxistin.
* Planên 25'ê Mijdarê yên hemû bajaran wê bi çapemenî û raya giştî re bên parvekirin.”