Ji TJA'yê bertek: Hiqûqa dijminatiyê ye

TJA'yê di daxuyaniya xwe ya têkildarî girtina Şaredarê Esenyurtê yê CHP'ê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm de ev nêzîkatî weke 'qanûna dijminnatiyê' pênase kir û got: "Yekane rêya aştiya civakî demokrasî û edalet e."

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinen Azad (TJA) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurt a Stenbolê ku Ahmet Ozer bi rêbaza Lihevkirina Bajar re ji Partiya Gel a Komarê (CHP) weke şaredar hatibû hilbijartin, daxuyaniyek  nivîskî da. der barê girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet

TJA’yê jî di daxuyaniya xwe de girtina Ahmet Ozer weke “Hiqûqa dijminatiyê” pênase kir û wiha got:

“Rejîma qeyûm; encama polîtîkayên dijminatiya li jinê û kurdan e. Îcar jî li Stenbolê kete meriyetê. Dosyaya têkildarî Ahmet Ozer ku bi rêya Lihevkirina Bajar bi îradeya gelan hate hilbijartin, taktîka FETO ye. Yên ku aktîvîstên jin, hêzên demokrasiyê û şoreşgerên azadîxwaz bi kompasan digirin, xuyaye ku ji dîrokê ders negirtine. Gelê me bersiva pêwîst dabû qeyûm berê hatine tayînkirin. Di hilbijartinê de nîşan da ku îktîdara heyî qebûl nake. Yên dixwazin dîrokê dubare bikin, divê ji vê xeletya xwe vegerin. Tekane rêya aştiya civakî ya vî welatî, demokrasî û edalet e. Bila dijminên jinan û demokrasiyê bizanin ku em ê serî li ber xespa we û dîktaya yekzilamî netewînin. Dê jin, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bibin yek û bi ser kevin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê derhiqûqtiyê li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”