Ji TAJÊ serdanên ji bo 8’ê Adarê
Şandeya komîteya dîplomasiya TAJÊ hevdîtinan bi jinên endamên Partiya Goran, Partiya Şiî û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan re kir.

Şengal – Komîteya Dîplomasiya TAJÊ bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê serdana Partiya Goran, Partiya Şiî û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan re kir. Di hevdîtina ku bi jinên endamên partiyan re hat kirin de di serî de 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Piştre nîqaş li ser guhertina Zagona Rewşa Kesane, efûya giştî û xeteriyên van zagonan hatin kirin.
Di hevdîtinên li bajarê Silêmaniyê de rêveber û endamên partiyan bi germahî şande pêşwazî kirin.
‘Bi yekitiya jinan em ê pêşî li kuştina jinan bigrin’
Di nîqaşan de li ser xetera ji ber guhertina Zagona Rewşa Kesane û efûya giştî nîqaş hatin kirin û hat diyarkirin ku guhertina Zagona Rewşa Kesane, Iraq ber bi paşveçûnê û xeteriyeke mezin ve dibe. Her wiha hat gotin ku ev guherîn rê li ber kuştina zarok û jinan vedike û bal hat kişandin ku divê hemû jin bi yek dengî guhertina zagonê red bikin. Di heman demê de hat diyarkirin ku ji bo pêşî li kuştin û qirkirina jinan bê girtin divê yekitiya jinan bihêz bibe.
Şandeyê bi partiyan re li ser efûya giştî jî nîqaş kir û diyar kir ku ji bo ev efû neyê erêkirin divê civaka Iraqê bêdeng nemîne, ji ber ku efû xeterên mezin ji bo Iraq, bi taybetî ji bo civaka Êzidî û jinên Êzidî bi xwe re tîne.