Ji TAJÊ li dijî qirkirinê banga xweparastinê

Di çarçoveya kampanyaya ‘li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ ji aliyê TAJÊ vê civînek hat lidarxistin. Di civînê de li dijî qirkirinê banga xweparastinê hat kirin.

Şengal-Di 8’ê Adarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de duh li Meclisa Giştî ya Şengalê civînek hat lidarxistin.

Di civînê de Endama Dîplomasiya TAJÊ Suham Şingalî û endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel axivîn.

Di civînê de behsa armanc û girîngiya kampanyayê hat diyarkirin û wiha hat gotin: “Em weke TAJÊ hemleyek bi navê ‘li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ da destpêkirin. Hemle hemleyeke cîhanî ye ne tenê sînora Şengal û Iraqê ye. Dê armanc û hedefa ev hemleyê bi gelek zimanan ji cihên peywendîdar, sazî û rêxistinên jinan re bê şandin. Ji aliyê din ve pêwîst e em fermanan baş fam bikin. Li ser civaka êzidî 74 ferman pêk hatin. Em dîroka kîjan fermanan binêrin weke fermana 2014’an dîsa jin hatine qetîlkirin, revandin, destdirêjî lê hat kirin, hat firotin û hwd. Li cîhanê pergal heyî bi zanebûn jinan dike hedef. Dijmin bi zanebûn û armanc jinan dike hedef. Ev tenê li ser jinên êzidî nayê meşandin, li şerê Rûsya û Ukranyayê de li ser jinan pêk hat, her roj li Îranê jin rastî êrîş û zextan tên. Li hemberî jinan êrîşeke cîhanî heye. Di şexsê jin de zext li ser tevahî civakê heye. Ji vê kampanyayê armanc û hedefa me ya esasî danasîna rewşa jinên êzidî yên di fermanê de ye. Ji bo cîhan berxwedana jinên Êzidî nas bike gelek xebat hatin meşandin. Roja ku hemle hatiye destpêkirin heta niha li gelek deverên cîhanê piştgirî hatin dayîn.”

‘Divê jin xwe biparêzin’

Piştî civînê endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel li ser armanc û hedefa kampanyayê ji ajansa me re axivî.

Neam Bedel diyar kir ku dê kampanyaya ku di 8’ê Adarê de dane destpêkirin dê heta 3’yê Tebaxê bidome û ev nirxandin kir: “Dinya çawa jenosîdan nas kir divê qirkirina li ser jinê jî nas bike. Ji dîrokê heta niha her jin tên hedefgirtin. Ji bo wê divê jin bikaribin xwe biparêzin. Kampanya li dijî qirkirin, destdirêjî , revandin, tundiya li ser jinan hatiye destpêkirin. Û divê cîhan qirkirina li ser jinê bibîne û nas bike. Di civînê de qirkirin û xeteriya li ser jinên Êzidî û civaka me hat niqaşkirin. Li hemberî xetereyê hişyarî hat kirin û banga berxwedanê hat kirin. Divê gelê me li hember polîtîkayên qirêj hişyar be û xwe biparêze.”