Ji Serdozgeriya Îranê gefa têkildarî hîcabê

Serdozgeriya Komarê ya Îranê fermaneke nû der barê hîcabê de weşand. Di fermanê de tê gotin ku ji bo kesên ferzkirina hîcabê pêk naynin dê ji salekê heyanî 10 salan cezayê girtîgehê bê dayîn!

Navenda Nûçeyan – Bi serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ku nêzî 4 meh in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike, Komara Îslamî hewl da li dijî jinan zêdetir zextan pêk bîne. Cîgirê Serdozgerê Giştî yê berpirsê çavdêriya dozger û efserên îcrayê ya Îranê Abdolsamed Khorramabadî, diyar kir ku di demên dawî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îranê ve ji polîsan re talîmata ‘hîcabê’ hatiye dayîn. Di talîmatê de tê gotin ku ji bo kesên li dijî ferzkirina hîcabê tevdigerin dê ji salekê heya 10 salan cezayê girtîgehê bê dayîn.

Alîkarê Serdozgerê Giştî yê Îranê bi fermanekê ku di rojnameyên ji aliyê dewletê ve tên birêvebirin de hat weşandin de qedexeyên nû yên li dijî jinan eşkere kir. Di fermanê de wiha hat gotin: "Ji bo hemû dadgerên li seranserê welat, di mijara mudaxeleya cidî û bi bandor de li hemberî sûcê vekirina hicabê demildest plan werin çêkirin.”

Dê ji salek heta deh salan bên cezakirin

Her wiha li gorî fermana Serdozgeriyê, li jinên ku li dijî hîcaba ferzkirî derdikevin re cezayên giran tên dayîn. Alîkarê Serdozgerê Giştî yê Îranê got: “Cezayê teşwîqkirina kesên din ên vekirina hicabê, ji sûcê vekirina hicabê hin zêdetir girantir e”, diyar kir ku dadgeh neçar e kes ji salek heta deh salan mehkûmê cezayê girtîgehê bike.  

Zêdetirî 500 hemwelatî hatin qetilkirin

Di fermana Serdozgeriya Komarê ya Îranê de tê diyarkirin ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di nava çar mehan de gel li dijî Komara Îslamî serî hildaye û heta niha zêdetirî 500 hemwelatî di xwepêşandanên gel de ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatine qetilkirin û di dema serhildanê de ji hemû pêkhateyan, bi hezaran hemwelatî hatine girtin.