'Ji sala 1988'an heta niha li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî tên bikaranîn'

Şêwirmenda Kantona Qamişloyê Lîman Şîweş der barê komkujiya Helebçeyê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û got ku heya niha jî ev polîtîkaya qirkirinê didome.

VIYAN AMED

Qamişlo – Hêzen mêtinger ji bo Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd qir bikin bi salan e êrîş dikin. Di encama van êrîşan de bi sed hezaran mirov, bi awayê hovane hatin qetilkirin û bi sed hezaran jî ji ber êrîşan ji welatê xwe koçber bûn. Dewleta Iraqê ji bo qirkirina gelê Kurd gelek komkujî pêk aniye. Taybet jî di navbera salên 1986-1988'an de fermana  qirkirinê ya bi navê Enfalê êrîşî Başurê Kurdistanê kir.

Di jenosîda bi navê Enfalê pêk hat de li tevahiya Başûrê Kurdistanê di 8 qonaxan de komkujî pêk hatin di encamê de 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan. 12 Adara 1988'an bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrîşî bajarê Helebçeyê kir. Di encama vê komkujiye de 5 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran mirov jî birîndar bûn. Çekên kîmyewî zirar û bandoreke mezin çêkirin, nexweşiyên cur bi cur bi jin û zarokan re çêbûn. Ev şewazên êrîşên hovane ji rejima Baas'ê heta dewleta Tirk berdewam dike. Dewleta Tirk jî  di roja me ya îro de rojane bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrîşî axa Başûrê Kurdistanê dike.

Di salvegera 36’an a komkujiya Helepçeyê de, Şêwirmenda Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Lîman Şîweş axivî. Lîman Şîweş anî ziman ku polîtîkayên komkujiyê yên li dijî gelê Kurd heya roja me jî didome.

Feraseta yek netew, yek ol û yek dewletê

Lîman Şîweş anî ziman ku dewlet xwe li ser keda jin û civakan ava dike û ji bo berjewendiyên xwe dixebite û diyar kir ku komkujiyên di dîroka Kurdistanê de tên dîtin nîşaneya vê yekê ne. Lîman Şîweş wiha domand: “Ev yek li Iraqê jî hat dîtin ku rejîma Baasê bi fermana Sedam Hisên xwest gelê Kurd qir bike. Ev êrîş bi navê Enfalê hat kirin û merhele, bi merhele pêk hat ku li herêma Germiyan, Kerkûk, Barzanê bi sed hezaran mirov tevli  malbatê xwe bi saxî xistin bin axê. Komkujiya herî mezin a Enfalê li Helebçeyê pêk hat.”

Lîman Şîweş a anî ziman ku heya niha jî bandora bombebaranê dixuye wiha pêl da axaftina xwe: “Meha Adarê ji bo gelê Kurd bi qasî kêfxweşî di nava xwe de dihewîne, ewqas êş û xemgînî jî dihewîne. Di vê mehê de gelek komkujî û êrîşên mezin li ser gelê Kurd hatin kirin ku yek ji wan komkujiya Helebçeyê ye. Bûyera Helebçeyê di dîroka Kurdistanê de yek ji bûyerên herî bi êş e. Di 16’ê Adara 1988’an de Rejîma Baasê 3 rojan bênavber bi balafiran bajarê Helebçeyê bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr bombebaran kir. Di encama wê bombebaranê de komkujiyên mezin rû dan. Di wê komkujiyê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn. Her wiha bandora zirar û ziyanên bombebaranê heta roja îro jî tê xuyakirin.”

‘Êrişên dewleta Tirk berdewama komkujiya Helebçe ye’

Lîman Şîweş da zanîn ku hişmendiya komkujiya Helebçeye, di roja me ya îro de dewleta Tirk a mêtinger berdewam dike û wiha got: "Dîktatorê rejima Baasê Sedam Hisên li Helebçeyê bi komkujiyan re jenosîdê pêk anî. Tu dewletê jenosîda li ser gelê Kurd û rastiya komkujiya Helepçeyê îtîraf nedikir. Li hemberî gelê Helebçeyê bedengiyekê mezin hebû. Helebçe ji bo gelê Kurd êşeke pir mezin e û dewletên navneteweyî vê rewşê li gorî berjewendiyên xwe bi dest girtin. Hişmendiya komkujiya Helepçeyê di roja îro de li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk tê. Her wiha heta niha ji aliyê desthilatdaran ve êrîşek mezin li dijî gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê didome ku di encamê de Kurd tên qetilkirin û koçberkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî çekên kîmyewî yên fosfora spî hatin bikaranîn, ruxmê hemû belgeyan dewleta tirk nehat darizandin û dewletên navneteweyî careke din li gorî berjewendiyên xwe tevgeriyan.”

‘Neteweya demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Lîman Şiweş destnîşan kir ku hemû netew dikarin xwe bi pergala neteweya demokratîk biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Baas bi feraseta yek netew, yek dewlet û yek olê êrîşî civakê kir. Ew hişmendî hemû bingehê dewletan e. Ji ber vê em wek gelê Kurd li hemberî komkujî û êrîşên mêtinger xwedî bertek in lewra em xwe bi pergala Neteweya Demokratîk bi rexistin dikin û pergala xwe ya parastinê ava dikin. Tu hêzen dagirker edî bi hêsanî nikarin bi komkujiyan civaka me bitirsînin. Ji ber ku em xwe bi hêza xwe diparêzin."