Ji rojnamevanên jin ên Filistînî daxwaza edalet û piştgiriyê

Konferansa "Ji Dilê Qirkirinê Şahidiyên Bi Hişmendiya Trawmayê", zehmetiyên derûnî û pîşeyî yên ku rojnamevanên jin ên Filistînî di dema şer de pê re rûbirû mane belge kir û banga parastin, piştgirî û hesabdayînê kir.

NEXEM KERACA

Filistin – Di bin siya koçberî, windahî û xetereyên pîşeyî û derûnî yên ji ber şerê qirkirinê yê Îsraîlê ya li ser Zîvala Xezayê de, Weqfa Jinên Filistînî konferansa xwe ya salane bi navê " Rojnamevanên Jin ên Filistînî Diaxivin" di 11-12’ê Mijdarê de li dar xist. Konferansa bi sernavê "Ji Dilê Qirkirinê Şahidiyên Bi Hişmendiya Trawmayê",  rojnamevan jin, lêkolîner û çalakvanên ji Zivala Xezayê, Şerîaya Rojava û deverên cuda yên cîhanê anî cem hev.

Armanca konferansê ew bû ku ezmûnên rojnamevanên jin ên Filistînî ya di dema şer de belge bike, balê bikişîne ser bandorên derûnî, civakî û pîşeyî yên şer û piştgirî û pêdiviyên ku hewce ne ronî bike. Konferansa ku ji ber şer piştî sê salan pêk anî, ji bo rojnamevanên jin cihek nû vekir ku ezmûnên xwe parve bikin. Vê carê, jin ne tenê wekî rojnamevanên ku bûyeran radigihînin û şahidiyê dikin, wekî jin û dayîkên ku rasterast qirkirin, koçberiya bi darê zorê û windahiyan jiyan kirin û wekî yekane çavkaniya debara malbatê û endamên malbatê, axivîn. Tevî van hemû şert û mercan jî şopandina pêşketinên rojane yên şer domandin.

Ezmûnên rojnameger jin ên ji dilê şer

Di axaftina vekirinê ya li konferansê Rêvebera Weqfa Jinên Filistînî Wafa Abdurrahman axivî û got: “Armanca lidarxistina konferansa 8’emîn ew bû ku derfetek ji bo jinên rojnamevanên Filistînî peyda bike ku koçberiya bi darê zorê, windahiyên malbatî û dijwarîyên pîşeyî yên ku di dema şer de pê re rûbirû mane vebêjin û belge bikin.”

Wafa Abdurrahman, tekez kir rojnamevanan tevî hemû xetereyan erkên xwe berdewam kirin û divê şahidiyên wan ji cîhanê re werin ragihandin. Wafa Abdurrahman, da zanîn ku divê li gel piştgirîya derûnî, ji bo domandina jiyan û pîşeyên xwe alîkariyên berfireh bê kirin.

Banga hevgirtinê

Rojnamevan Henan Er-Rifi di konferansê de axivî û diyar kir zehmetiyên ku rojnamevanên jin di dema şer de pê re rûbirû mane ne, tenê bi xetereyên ku di dema nûçeyan de pê re rûbirû mane re sînordar nîne, di heman demê de bandorek kûr li ser jiyana wan a rojane jî kiriye.

Henan Er-Rifi, da zanîn ku rojnamevanên jin ên Filistînî tevî hemû zehmetiyan erkên xwe berdewam kirin û bang li rêxistinên navneteweyî û Erebî kir ku peyamên xwe yên hevgirtinê veguherînin piştgirîyek berbiçav, hewcedariyên rojnamevanan bicîh bînin û şert û mercên jiyanê yên bi rûmet misoger bikin.

Girîngiya piştgiriya derûnî ya ji bo rojnamevanan

Rêvebera Yekîneya Tenduristiya Derûnî ya Heyva Sor a Filistînî li Zîvala Xezayê Nevîn Ebdulhadî, bernameyên piştgiriya derûnî ya ji bo rojnamevanan vegot û di rûbirûbûna wêranî, windahî û trawmayên i ber şer çêbûne de girîngiya piştgiriya derûnî ya taybetî ji bo xebatkarên medyayê tekez kir.

Nûkirina dilsozî û pabendbûna hevpîşeyên rojnamegeritê

Rojnamevan Mahî Advan jî rojnamevanên jin ên di şer de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û tekez kir ku têkoşîna wan a ji bo rastiyê nayê jibîrkirin. Mahî Advan, diyar kir divê ji rojnamevanên jin re piştgiriya darayî û derûnî were peyda kirin û destnîşan kir ku gelek rojnamevanên ku bûne çavkaniya yekane ya dahatê ji bo malbatên xwe, bi şert û mercên jiyanê yên dijwar û berpirsiyariyên zêde re têdikoşin.

Ji şahidiyan heta daxwaz û pêşniyaran

Di konferansê de ji bilî li ser belgekirina ezmûnên rojnamevanên jin, berpirsiyariyên rêxistinên medyayê û mafên mirovan jî hate nîqaş kirin. Beşdaran, li dijî sûcên şer û binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Xezayê banga lêpirsînê û hesabdayîna kesên berpirsiyar a li ber dezgehên dadwerî yên navneteweyî kirin.

Daxwazên ku di konferansê de derketin pêş ew in:

“Pêşkêşkirina alavên ewlehiyê yên profesyonel, kişandina fîlm, belgekirin û amûrên ragihandinê.

Dabînkirina alavên rojnamevanên jin ên di dema şer de alavên xwe winda kirine.

Destpêkirina bernameyên piştgiriya aborî û pîşeyî ku şert û mercên rojnamevanên jin ên serbixwe, rojnamevanên ku li gorî perçeyan dixebitin, yên ji cih û warên xwe hatine derxistin, yên jinebî û yên ku debara xwe bi tenê dikin, li ber çavan bigirin.

Pêşxistina polîtîkayên rêxistinên medyayê ya ji bo misogerkirina ewlehiya rojnamevanên jin û li ber çavan girtina berpirsiyariyên wan ên malbatî û mirovî.

Xurtkirina xuyabûna vegotina Filistînî ya di medyaya navneteweyî de.”

Her wiha beşdaran, tekez kirin ku parastina rojnamevanên jin berpirsiyariyek saziyî ye ku divê ne tenê di dema şer de, di heman demê de piştî wê jî berdewam bike.