Ji rojnamevanên Efganî bi ‘rûpêşa reş’ çalakiya piştgiriyê

Rojnamevanên Efganî ji bo şermezarkirina biryara Talîbanê ya li ser televîzyonê veşartina rûyê xwe bi armanca pişgiriya weşangerên jin rûpêşên reş dan ser rûyê xwe.

Navenda Nûçeyan – Derbarê jinan de biryarên Talibanê yê ku rêveberiya Efganîstanê desteser kiriye, di rojeva cîhanê de cihê xwe diparêze. Talîban ê ku di gelek qadên jiyanê de jinan û zarokên keç razber dike herî dawiyê jî biryarek derxist ku jinên pêşkeşvan ên televîzyonê dema ku nûçe û bername pêşkeş dikin pêçe dênin ber rûyê xwe. Hîn rojnamevanê Efganî jî ji bo piştgirî dayîna weşangerên din ‘rûpêşa reş’ danîn ber rûyê xwe.

Çapemeniya Efgan wer texmîn dikir ku dê xebatên wan ê senkronîzê Talîbanê îkna bike da ku ew dest ji vê mijarê berde. Lê Talîbanê destnîşan kir ku ev mijar teqez e û ji nîqaşê re nevekirî ye. Rojek piştî biryara pêçe ya Talîbanê, di 22’ê Gulana 2022 de rojnamevan û weşangerên jin ên Efganî bi pêçeyan derketin ser televîzyonan.