Ji rojnameger Dûrket Suren re cezayê girtîgehê
Di danişîna doza der barê rojnameger Dûrket Suren de hat vekirin de 1 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Amed - 9'emîn danişîna doza rojnameger Durket Suren a bi îdiaya parvekirinên Twitterê, firotina hejmarên qedexekirî yên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê “Bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê kiriye” li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dema Rojnameger Dûrket Suren beşdarî danişînê nebû, parêzerên wê Pîrozhan Karali, Resûl Temur û Yusuf Erdogan amade bûn.
"Dozgeriyê nêrîna xwe dubare kir"
Dozgeriyê nêrîna xwe ya danişînê berê ya derbarê Dûrket Suren dubarê kir û ji ber sûcên “bi zanebûn û bi dilxwazî alîkarî daye rêxistinê” beraet xwest û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” jî ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest. Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê navberek kurt da.Piştî navberê bi hinceta ku tu delîlên teqez û pêbawer nayên bidestxistin ku Dûrket Suren sûcê "bi zanebûn û dilxwazî alîkariya rêxistina çekdar " kiriye, biryara beraatê wê hat dayin.
"Qedexeya derketina derveyî welat hat rakirin"
Dadgehê biryar da ku Durket Suren sûcê "propagandaya rêxistinê" kiriye û salek 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê lê birî. Dadgehê ku nebûna dosyeya sûc û taybetmendiyên kesayetî yên Durket Suren hincet nîşan da, cezayê girtîgehê taloq kir û biryara ji bo 5 salan sepana venihêrînê da. Herî dawî jî qedexeya derketina derveyî welat a Diren Suren betal kir.