Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî banga lêpirsînê

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî piştî serbestberdana Nazanin Zagharî, di derbarê girtina Nazanin Zagharî de desteserkirina ji azadiyê xwe banga avakirina lêpirsînê kir.

Navenda Nûçeyan- Di rapora dawî ya berfireh ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hate weşandin, delîlên ber bi çav pêşkêş dike ku li Îranê girtina Nazanin Zagharî-Ratcliffe tê wateya “Rehîn” girtinê. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bal kişand binpêkirinên ku li dijî Nazanin Zagarî û welatiyên dualî rastî tên, li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, beriya Nazanin Zagharî di Adara borî de serbest bê berdan, li Îranê 6 sal girtina wê weke “Operasyonek Rehîne” bi nav kir.

Di derbarê mijarê de Cîgira Rêvebirê Rêxistina Rêveberiya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, Diana Eltahawy wiha got: “Rayedarên Îranê bi zanebûn Nazanin Zagharî-Ratcliffe ji azadiya wê bê par hiştin. Bi armanca zextê li Îngîlîstanê bike ku deynên xwe bide. Her wiha sûcên ewlekariya neteweyî yên derew pêkanîn.”

Piştî dayîna deynê xwe hat serbest berdan

Nazanin Zaghari-Ratcliffe di nîvê Adarê de vegeriya Îngilîstanê. Piştî li Îranê 6 salan bi tawana “Ji bo rûxandina rejîma Komara Îslam komplo avakirin” ku Nazanin bi berdewamî red dike, London deynê xwe yê kevin ê 394 mîlyon £ (nêzîkî 463 mîlyon Euro) ji Îranê re vegerand, serbest hat berdan.

Li gorî agahiyan, zêdetirî 12 çalakvanên Rojavayî ku piraniya wan hemwelatiyên dualî ne, li hember hin tawîzan li Îranê hatine binçavkirin.