Ji pêşangehê destvala vedigerin: Kirîna pirtûkan bûye luksek

Ji ber ku krîza aborî bandorê li pêşangehên pirtûkan dike, xwendevan tiştên li gorî dilê xwe nabînin û destvala vedigerin malê. Kesên diçin 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ji buhayê zêde nikarin pirtûk bikirin, gotin xwendina pirtûkan kêm bûye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Li Amedê di navbera 30’ê Mijdarê û 8’ê Kanûnê de cara 8’emîn, Pêşangeha Pirtûkan a TUYAP’ê hat lidarxistin. Pêşangeh, li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê berdewam dike. Ji ber ku buhayê pirtûkan zêde ye, eleqeya ji bo pêşangehê, li gorî par kêm bûye. Zextên li ser standên weşanên bi Kurdî yên li pêşangehê jî berdewam dikin. Der barê hinek pirtûkan de jî biryara komkirinê hat dayîn.

Herî kêm 5 pirtûk hatin komkirinê

Polîsan, dest danîn ser pirtûkên ji Weşanxaneya Aramê derketine. Pirtûka Hatip Dîcle ya bi navê “Rojnivîska Berxwedana Efrînê”, pirtûka Nelson Mandella ya “Riya Diçe Azadiyê”, pirtûka Mahmut Aba ya bi navê “Dildarê Serkeftinê” û pirtûka ku ji nameyên Mehmet Hayrî Durmuş hatiye amadekirin. Her wiha bi ser standa Pirtûka Kurdî de jî girtin û pirtûka Mekiye Derya Denîz a bi navê "Jinbûn” desteser kirin.

Xwendevanên ku hatine serdana pêşangehê, bi taybetî li hemberî zextên li ser weşanên Kurdî û muxalif, nerazîbûn nîşan didin. Her wiha dibêjin ku pirtûk pir buha ne û balê dikşînin ser wekheviya di navbera paşveçûna civakî û rêjeya xwendinê de.

Destvala vedigerin malê 

Tuba Çetîk, ji bo ku pirtûkên bi buhayek normal bikire hatiye pêşangehê dibêje; “Me îsal got em dikarin pirtûkan bi dilê xwe bikirin û em bi heyecanek mezin hatin pêşangehê. Mixabin pirtûk pir buha ne, li gorî salên berê pir zêde bûye buhayê wan. Di nava îsal û salên borî de ne qatek, du sê qat ferq heye. Min ji vê pêşangehê nikaribû ji xwe re pirtûkek bikirim. Tenê dikaribûm ji bo zaroka xwe bikirim. Pirtûkên zarokan jî bi heman awayî pir buha ne. Kêmkirina buhayê pirtûkan li pêşangehan jî nikare buhabûnê kêm bike.” 

‘Xwendina pirtûkan pêdiviyek pêwîst e’

Tuba Çetîk, diyar kir ku hem roman hem jî pirtûkên perwerdeyê pêdivî ne û wiha berdewam kir: “Gava em îro binihêrin, em ê bibînin ku yek ji pêdiviyên herî pêwîst pirtûk in. Em nikarin pêdiviyên din ên sereke jî bikirin lê pirtûk jî yek ji vana ne. Ev rewş wiha berdewam bike, salek din em ê nikaribin tu tiştek bikirin. Malbatek ku tê vir, newêre li buhayên pirtûkan jî binêre. Berê pêşangeh cihên wisa bûn ku her kes dikaribû xwe bigihîjîne. Lê niha êdî ne wisa ye, mirov çav bera buhayê wan didin, destvala vedigerin malên xwe. Ji rûyê buhayên wan mirov pirtûkan ji jiyana xwe derdixin. Pêwîst e ev mijar ji kokê ve were nirxandin û krîz demek ji ya din zûtir bi dawî bibe. Ger ev neyê kirin, rêjeya xwendinê kêm dibe û paşketina civakî derdikeve holê.” 

‘Xwendina pirtûkan bû luksek’

Xwendekara zanîngehê ya bi navê Şirîn Saglam jî hatiye serdana pêşangehê. Şirîn got ku stendina pirtûkan êdî bûye luksek. Şirîn Sağlam destnîşan kir ku ji ber krîza aborî, neçar mane di qada perwerdeyê de hinek tiştan kêm bikin û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de hem ên ku pirtûkan difroşin hem jî yên ku dikirin, şerpeze dibin. Hejmara pirtûk û nivîskaran zêde dibe lê mixabin hejmara xwendevanan zêde nabe. Êdî ew hêza mirovan tune ye ku pirtûkan bikirin. Di qadeke ku pirsgirêkên evqas mezin û krîz hene de, em ji bo jiyanê hewl didin tenê ji para xwe kêm bikin.”

Şirîn Saglam anî ziman ku nivîsandina pirtûkan jî kirîna wan jî bûye luksek û got ku bi taybetî jî xwendekar nikarin pirtûkên perwerdeyê bikirin.

‘Em buhayên wan kêm dikin lê dîsa jî gel nikare bikire’

Sera Tavukçu ya li pêşangehê stand vekiriye jî diyar kir ku buha kêmkirî be jî gel nikare bikire. Sera Tavukçu anî ziman ku ji ber sedema krîza aborî hem xwendevan hem jî firoşkar tengav dibin. Sera Tavukçu wiha got: “Em buhayê wê kêm dikin lê dîsa jî kirîger nikare wê pirtûkê bikirin. Mirov dixwazin lê nikarin bikirin. Her sal ev rewş xirabtir dibe. Îro lixwekirina kincan çiqas pêdiviyek be, xwendina pirtûkan jî ewqas pêwîst e. Niha kî pirtûk bikire em bi çavê dewlemendan lê dinêrin, ji ber ku pirtûk pir buha ne.” 

‘Yên ku dikirin jî şerpeze ne yên difroşin jî’

Fatma Erdem a li weşanxaneyê dixebite gazinên xwe bi van gotinan anî ziman: “Hema bibêje her kes tê standê, li buhayên pirtûkan dipirse lê nakire. Sedema herî bingehîn a vê rewşê, krîza aborî ye. Mirov, pêdiviyên xwe yên bingehîn difikirin. Ji ber krîzê, gava ku pirtûka buha dibînin jî dibêjin di şûna pirtûkê de ezê pereyê xwe bidim xwarinê. Di vê rewşê de ya rastî, ne tenê kirîger, firoşkar jî pir şerpeze ne. Hêza ji bo kirînê gelek kêm e, mehane jî têr nake.” 

‘Li hemberî zextan em ê li zimanê zikmakî xwedî derkevin’

Şade Agon a ku yek ji xwendevanên hatine serdana pêşangehê ye jî got ku krîz bandorê li weşanên bi Kurdî jî dike. Şade Agon destnîşan kir bi ser krîzê re, zexta dewletê jî li ser weşanên bi Kurdî heye loma divê ku li hemberî polîtîkayên bişavtinê gel li zimanê xwe yê zikmakî xwedî derkeve.

Şade Agon, wiha got: “Îro kesên tên pêşangehê, dikarin tenê çend pirtûkan bikirin lê hinek kes hene nikarin pirtûkek jî bikirin. Li hemberî pirtûkên bi Kurdî eleqeyek heye lê hindik e. Ji bo ku gel xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve, pêwîst e ji bo weşanên bi Kurdî eleqeyek zêdetir nîşan bidin.”