Ji parlamenterên jin banga dayîna mûçeyan

Parlamenterên jin ên Herêma Kurdistanê diyar kirin ku biryara nedana mûçeyan siyasî ye û daxwazên xwe yên ji 4 madeyan pêk tên rêz kirin.

Navenda Nûçeyan – Parlamenterên jin ên Herêma Kurdistanê li ser birîna mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezareta Darayî ya Iraqê ve daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayîna muçeyê karmendên herêmê yek ji daxwazên herî girîng ên xelkê Kurdistanê bûye û wiha hat gotin: “Biryara birîna mûçe ji aliyê Wezîra Darayî yê Iraqê Teyf Samî ve, biryareke siyasî û cezakirina mûçexwer û welatiyên Herêma Kurdistanê ye.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ev biryar li gorî madeyên 14 û 106 yên destûrê ku taybet in bi wekheviya welatiyên Iraqê ya ji bo mafên wan, binpêkirinek eşkere ya destûra dewleta Iraqê ye. Biryara neşandina mûçe bi pirsgirêkên siyasî ve girêdayî ye û ji ber bê berpirsyariya hikumetê ye.”

Di daxuyaniyê de parlamenteran ji bo çareseriyê 4 madeyan rêz kirin.

Made wiha ne:

“*Em daxwaza çareseriya bilez a vê bê berpirsyariyê û biryara nerewa ya neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dikin.

*Em bang li hikûmeta Federal a Iraqê, bi taybetî birêz Mihemed Şiya Sûdanî dikin ku mafên welatiyan bi destûrê bên parastin.

*Em daxwaz dikin ku Dadgeha Federal biryarek dadperwer û destûrî bide, da ku xelkê Kurdistanê nebe armanca biryarên siyasî.

*Em daxwaz ji Hikûmeta Herêmê û Iraqê dikin, pirsgirêkên xwe yên darayî çareser bikin da ku êdî mafên karmendên herêmê neyê xwarin û bê mûçe nemînin.

Parlamenterên daxuyanî îmze kirine ev in;

1- Peyam Ehmed Mihemed

2- Munîra Osman Elî

3- Ala Nûrî

4- Rezan Şêx Dilêr

5- Semîra Îsmaîl

6- Gulnaz Ezîz

7- Şukriya Resûl

8- Nesrîn Cemal

9- Gêlaz Muhyedîn

10- Sergul Reza Hesen

11- Şilêr Reşîd

12- Mehabad Mihemed Emîn

13- Şilêr Muhyedîn

14- Aşna Ebdullah

15- Kuwêstan Kerîm

17- Nehla Mihemed Seadallah

18- Haje Silêman Mistefa

19- Gulistan Seîd Mihemed

20- Nesrîn Mihemed Salih

21- Şadî Newzad Wehab

22- Wîdad Heme Xerîb

23- Susan Mihemed Mihemed Emîn

24- Selma Fatîh Tofîq

25- Nazanin Huseyn Feyzulah

26- Şilêr Xefûr Salih

27- Bilêse Cebar Ferman

28- Kurdistan Pîr Dawud

29- Rojda Ebdulqadir

30- Lîza Felakeddîn Kakeyî

31- Ehlam Esad Mihemed Zêdbegî

32- Payman Ebdulkerîm