Ji NY’ê hişyariya ‘şiyana zêde ya DAIŞ’ê û bikaranîna teknolojiyê’
Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku kêmkirina gefên DAIŞ'ê stratejiyeke berfireh hewce dike ku ji çareseriyên leşkerî wêdetir biçe. NY’ got ku ev bi riya xurtkirina hevkariya navneteweyî, piştgiriya aramiyê û çareserkirina şert û mercan dikare pêk bê.
Navenda Nûçeyan – Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku DAIŞ hê jî gefek cidî li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêdike. NY’ê tekez kir ku tevî zextên berdewam li ser rêberî û operasyonên wê, ew hê jî dikare xwe li gorî şert û mercên ewlehî û siyasî yên guherbar bi taybetî li Sûriyeyê, biguncîne.
Ev yek di dema agahdarkirina ji hêla Rêvebera Ofîsa Cîgirê Sekreterê Giştî yê Wekîl ê Ofîsa Têkoşîna li dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Ogulgerin Niyazberdiyeva ve ji bo Konseya Ewlekariyê hat. Di agahdariyê de, wê rapora 23'yan a Sekreterê Giştî ya li ser gefên ji hêla DAIŞ'ê, her wiha hewldanên ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve ji bo piştgiriya welatên endam û di şerê li dijî terorîzmê de hatine kirin, nirxand.
'Hin şaxên terorîst şiyanên xwe xurt dikin'
Rêveberê rave kir ku DAIŞ ji bo xurtkirina çalakiyên xwe berdewam ji şerên çekdarî û jîngehên ewlehiyê yên nazik sûd digre. Rêveber destnîşan kir ku asta gefê li hin deverên parzemîna Efrîkayê, bi taybetî li herêma Sahel û Hewza Gola Çadê, bilind dimîne.
Li gorî raporê, çend şaxên terorîstî karîne şiyanên xwe xurt bikin, operasyonên xwe berfireh bikin û taktîkên xwe yên şer pêşve bibin. Di heman demê de Parêzgeha Efrîkaya Rojava ya Dewleta Îslamî (ISWAP) bi şiyana zêde ya bidestxistin û karanîna dronên bazirganî di operasyonên xwe de, di cîhanê de ya herî çalak dimîne.
Fikarên NY’ê yên derbarê Sûriyeyê de
Berpirsa NY’ê derbarê Sûriyeyê de tekez kir ku guhertinên siyasî û ewlehiyê yên berdewam, rewşa ewlehiyê ji nû ve diguherînin. NY’ê hişyarî da ku girtina kampa el-Hol di Sibata borî de fikarên ewlehiyê yên zêdetir derxistiye holê û got “ji ber ku cihê bi hezaran kesên ku li wir dijiyan nediyar e.”
Ev pêşketin girîngiya banga Sekreterê Giştî yê NY’ê ya ji bo vegerandina bi ewle, dilxwaz û bi rûmet a welatiyan a ji kampan a li gorî qanûna navneteweyî, destnîşan dikin.
Li Iraqê NY’ê destnîşan kir ku operasyonên dijî-terorê şiyanên DAIŞ'ê bi girîngî kêm kirine. Lê NY’ê tekez kir ku parastina van destkeftiyan avakirina saziyên bihêz û berpirsyar, xurtkirina pergalên dadweriyê, pêkanîna bernameyên rehabîlîtasyon û ji nû ve vejînê û çareserkirina şert û mercên ku dikarin rê bidin DAIŞ'ê, hewce dike.
Li Başûrê Asyayê NY’ê aşkera kir ku DAIŞ-Xorasan yek ji şaxên herî jêhatî yên rêxistinê dimîne û ev agahî dan: “Ev, dikare li derveyî Efganistanê êrîşan pêk bîne an jî îlhama wê bide, ji bêaramiyê sûd digre da ku endamên nû bigre û operasyonên xwe plan bike.
3 stûnên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê
Ogulgerin Niyazberdiyeva tekez kir ku bersiveke domdar ji bo gefa DAIŞ'ê hewceyî hewldanên pêşîlêgirtinê yên berdewam û hevkariya navneteweyî û herêmî ya zêdetir e. Ogulgerin banga bersivên berfireh li ser bingeha qanûna navneteweyî kir.
NY’ê 3 stûnên sereke ji bo bersiva navneteweyî destnîşan kir: Ya yekem, xurtkirina hevkariya di navbera dewletan de bi rêya parvekirina îstîxbaratê, baştirkirina rêveberiya sînor û hevrêzkirina hewildanên di edaleta sûc û lêpirsînên darayî de. NY’ê tekez kir ku tu welatek nikare bi tena serê xwe bi vê gefê re rûbirû bimîne.
Stûna duyemîn li ser sînordarkirina îstismara teknolojiya nûjen ji aliyê DAIŞ'ê ve ye. NY’ê li ser zêdebûna bikaranîna îstîxbarata sûnî, ragihandinên şîfrekirî, platformên dîjîtal, dirav û hebûnên virtual û dronan hişyarî da. NY’ê got ku çavdêrî û hevkariya zêdetir bi qada taybet re, entegrekirina van teknolojiyan di nav hewldanên dijî-terorê de, li gorî qanûnên navneteweyî pêwîst dike.
NY’ê tekez kir ku balkişandina sêyemîn pabendbûna tevahî bi qanûnên navneteweyî re ye û wiha domand: “Di nav de zagonên mafên mirovan ên navneteweyî, zagonên mirovî yên navneteweyî û zagonên penaberan hene. NY’ê îdia kir ku rêzgirtina ji van prensîban re şertek bingehîn e ji bo serkeftin û domdariya hewldanên dijî-terorê.
Hişyariyên li ser berfirehkirina bikaranîna teknolojiyê
Cîgira Rêvebera Komîteya Dijî Terorê Carmen Cantor, diyar kir ku rewşa terorîstan ji ber pêşketinên teknolojîk bi lez diguhere. Cîgirê eşkere kir ku komên terorîst ji bo belavkirina propagandayê, kişandina kesan, berhevkirina fonan û baştirkirina şiyanên xwe yên operasyonel, her ku diçe bêtir xwe dispêrin amûrên ragihandinê yên virtual, sepanên peyamên şîfrekirî, platformên lîstikên serhêl û teknolojiyên îstîxbarata sûnî.
Cîgirê zêde kir ku platformên dîjîtal êdî ne tenê amûrên propagandayê ne, her wiha bûne beşek ji binesaziya operasyonel a rêxistinên terorîst. Cîgirê got ku ev tişt, ji bo hevrêzkirina çalakiyan, veguheztina fonan, peydakirina çavkaniyan û berfirehkirina operasyonan li seranserê sînoran têne bikaranîn.
Her wiha raporê li ser valahiyên berdewam ên di çareserkirina girêdanên mezinbûyî yên di navbera terorîzm û sûcên rêxistinkirî de, hişyarî da. Raporê destnîşan kir ku bikaranîna û çekdarkirina zêde ya dronan ji bo armancên terorîstî, bi taybetî li Efrîkayê zêde dibe. Her wiha tekez kir ku pêdivî bi xurtkirina parastina binesaziya deryayî û pêşxistina mekanîzmayên ji bo parvekirina agahiyan û şopandina tevgerên hêmanên terorîst heye.
Raporê bal kişand ser raporek ku ji hêla Rêveberiyê ve di Nîsana borî de li ser Efrîkaya Rojava hatiye weşandin. Ev rapor, nîşan dide ku rêxistinên terorîst rêveberiya qels, kontrolên sînor ên nazik û karanîna xelet a teknolojiyên nûjen, di nav de îstîxbarata sûnî û dronan, îstismar dikin.
Raport bi piştrastkirina ku gefa ji hêla DAIŞê ve tê çêkirin kêm nebûye, bêtir belav bûye û adapteyî bûye, bi dawî bû. Wê tekez kir ku rûbirûbûna vê gefê hevkariyek navneteweyî ya demdirêj û nêzîkatiyek berfireh hewce dike ku li şûna ku tenê xwe bispêre çareseriyên leşkerî an jî li ser herêmek erdnîgarî ya yekane bisekine, tedbîrên ewlehî, qanûnî, pêşîlêgirtin û pêşveçûnê yek bike.