Ji Newroza Şengalê: Em ê azadiyê bidest bixin

Civaka Êzidî îsal cejna Newrozê li Bexçeyê Rêber Apo ya li Geliyê Kersê bi civaka Ereb re bi coşeke mezin pîroz kir. Jinên Êzidî yên bi coş Newrozê pîroz kirin pêyama “Em ê azadiyê bi têkoşînê bidest bixin” dan.

Şengal – Newroza 2025’an li Şengalê bi guhdarîkirina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komên govend û stranan hat pîrozkirin.

Jinên Êzidî yên ku beşdarî şahiya Newrozê bibûn ji ajansa me re axivîn.

‘Em Newroza rêberê xwe pîroz dikin’

Endama meclisa jinan a gundê Borik Welat Cano Newrozê li her kesê pîroz kir û wiha got: “Di serî de em vê Newrozê li Rêber Apo û gerîlayên serê çiya her wiha li gelê Kurd pîroz dikin. Ev Newroz a xêr û xweşiyê ye, em gelek kêfxweş in îro civaka me xwe xemilandiye û bi kêf û şahî ye. Silavên me ji gelê Kurd û hemû neteweyan re hene. Bi taybetî em vê Newrozê li civaka xwe ya Êzîdî pîroz dikin. Em dest bidin hev û agirê Newrozê geş bikin.”

‘Newroz rojeke gelek xweş e’

Endama meclisa jinan a gundê Borikê Tewrê Hisên jî diyar kir ku ew bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocallan pir kêfxweş bûne û wiha got: “Em vê Newrozê li Rêber Apo û jinên cîhanê pîroz dikin. Bi rastî ev Newroz gelek xweş e me li peyama Rêbertî guhdarî kir em gelek kêfxweş bûn. Silavên me ji vir heta Îmraliyê ji Rêber Apo re hene. Beriya fermanê civaka Êzidî Newrozê pîroz nedikir lê belê piştî fermanê em xwedî rêxistin bûn û me jî weke her gel û civakê Newroza xwe pîroz kir. Newroz rojeke gelek xweş e mizgîniya hatina biharê ye.”