Ji Neteweyên Yekbûyî banga bidawîkirina tundiya li ser jinên temen mezin
Pisporên Neteweyên Yekbûyî bang li dewletan kirin ku li dijî tundî, destdirêjî û îhmalkirina jinên temen mezin bisekinin.

Navenda Nûçeyan – Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek belav kirin û tê de bang li dewletan kirin ku soza xwe nû bikin ku dawî li her cûre destdirêjî û şîdetê li dijî jinên temen mezin bînin, mafên wan ên mirovî pêk bînin û li dijî reftarên alîgir ên li dijî jinên temen mezin bixebitin.
Li gorî Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka pandemiya Corona ve, rêjeya şîdeta li dijî kesên temen mezin û bûyerên şîdeta nav malê zêde bûne û ji sedî 34 ji jinên şêst salî û mezintir ragihandine ku rastî şîdetê hatine. Di vê çarçoveyê de pisporan banga naskirin û belgekirina asta tundiya li ser jinên temen mezin kirin.
Di daxuyaniyê de, pisporên Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji welatên endam kirin ku pabendbûna xwe nû bikin ji bo bidawîkirina hemû şêweyên destdirêjî û tundiya li dijî jinên temen mezin, ji bo parastina wan û beşdariya watedar, ji bo pêşvebirina mafên wan ên mirovî, û ji bo tekoşîna li dijî helwestên alîgir ên li dijî jinên temen mezin bi awayekî bi bandor bixebitin.