Ji MKG’ê peyama Roja Aştiyê ya Cîhanê

MKG'ê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand û got di vê serdema ku hewil tê dayîn çapemeniya azad bê bêdengkirin, rojnameger dibin alîkar ku daxwaza aştiyê ya civakê bi awayekê bihêztir bê bilêvkirin.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek parve kir. MKG'ê bi peyama xwe diyarkir ku di roja me ya îro de hêzên navneteweyî yên kapîtalîzmê didomînin, ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn û herêmên din şer derdixin û ev şer dewam dike. Dîsa yên herî zêde di binê bandora vî şerî de dimînin jin û zarok in.

‘Divê rola krîtîk a çapemeniya azad a pêkanîna aştiyê, neyê jibîr kirin’

Di peyamê de hat destnîşankirin ku rojnamegerên ku binpêkirina mafên ji ber şer û pevçûnan diqewimin ji gel re radigihînin, wekî berê di roja me ya îro de jî bi zextên desthilatê re rû bi rû dimînin û wiha hate gotin: “Di bin van şertên dijwar de bi taybet jinên rojnameger hewl didin berpirsiyara xwe ya pîşeyî bi cih bînin, lê her tim jî ji ber zayenda xwe careke dinê zext li wan tê kirin. Jinên rojnameger ên ku li herêmên şer peywira xwe dikin tenê di nava pevçûnê de namînin di heman demê de li dijî zextên civakî û newekheviya zayendê jî têkoşînê dikin. Divê em rola krîtîk a çapemeniya azad a ji bo pêkanîna aştiyê, ji bîr nekin. Rojnameger rastiyan derdixin holê, aliyê xirabkirinê yê şer radixin pêş çavan û hewl didin daxwazên aştiyê yên civakan bi awayekî bi hêz bê îfadekirin. Lê belê dema jinên rojnameger van peywirên girîng tînin cih di bin gefxwarina tundiya fîzîkî û derûnî de xebatên xwe dimeşînin.”

‘Azadiya çapemeniyê, azadiya hemû civakê ye’

Di peyamê de hate destnîşan li gel hempîşeyên xwe yên li herêmên şer, rojnamegeriya aştiyê dikin û bi jinên rojnameger ên tevî şertên zor karê xwe dikin di nava piştevaniyê de ne û wiha hate gotin: “Di vê serdema ku tê xwestin çapemeniya azad bêdeng bimîne de em dixwazin dîsa parastina mafên mirovan û mafê aştiyê bînin zimên. Azadiya çapemeniyê ne tenê azadiya rojnamegeran e di heman demê de azadiya civakê ye jî.”