Ji MKG û DFG daxuyaniya hevpar: Em ê heqîqetê her tim bidin bihistin

Bi pêşengiya MKG û DFG, li Amed û Stenbolê der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojnamegeran hatiye birîn daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê heqîqetê her tim bidin bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.”

Amed – MKG û DFG’ê  der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojanemgeran ku nav de nûçeyên JINNEWS û MA’yê jî hebûn her yekê 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankara ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ û ‘ji rojnamegeran re azadî’ hat vekirin de, nûnerê Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral û gelek rojnameger tevli bûn.

Kurdiya metna daxuyaniyê Roza Metîna û ya Tirkî jî hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu xwend.

 ‘Xebatên pîşeyî hatin krîmînalîzekirin’

Roza Metîna da zanîn ku zext, binçavkirin û destdirêjiya darazê ya li hember rojnamegeran didome û wiha got: "Destdirêjiya daraz, binçavkirin û zextê ya li dijî rojnamegeran dewam dike. Bi taybet îktidar dixwaza rojnamegerên kurd bi rêya darazê dorpêç bike û nehêle ku bixebitin. Bi operasyonên ev du sal in bi awayekî sîstematîk tên kirin polîs bi ser mal û saziyên xebatkarên çapemeniya azad de digirin. Dest dixin ser ekîpmanên wan û rojnameger tên binçavkirin, girtin. Ji 8'ê Hezîrana 2022'yan heta niha herî kêm 34 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî hatin binçavkirin û girtin. Rojnameger bi awayekî neheq bi mehan di nava çar dîwaran de hatin girtin. Faliyetên pîşeyî yên rojnamegeran ji ser buxtanên şahidên eşkere/veşartî û bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin krîmînalîzekirin.

Ceza li pîşeyê hat birîn

Rozayê balkişand ser cezayên li hevpîşeyên wan hatine birîn û wiha dirêjî dayê: “Wekî dewamiya vê yekê cezayên giran ji bo rojnamegerên li Enqereyê dihatin darizandin, hatin birîn. Ji ber faliyetên wan ên pîşeyî ceza li wan hat birîn. Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere di 29'ê Cotmeha 2022'yan de Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahinli, Zemo Aggoz û Deniz Nazlim her wiha nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA'yê yê berê Mehmet Gunhan hatin girtin û ji 6 mehan zêdetir girtî man. Rûniştina biryarê ya dozê ya derbarê rojnamegeran de hatibû vekirin, hat lidarxistin.

Di doza li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de 6 sal û 3 meh ceza li Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Deniz Nazlim û Oznur Deger hat birîn û rojnamegerên din hatin beratkirin.”

 ‘Em ê heqîqetê binivîsin’

Rozayê daxuyakirin ku desthilatdariyêcareke dinê nîşan da ku bi destên darazê dixwaze rojnamegeran bêdeng bike û ev tişt bi lêv kir: “Dixwazin rojnamegerên kurd nikaribin karê xwe bikin. Bi nîşandana hinceta şahidên sixte û ji ber nûçeyên rojnamegeran çêkirine nikare doz bê vekirin û pênaseya "endamtiya rêxistinê" nikare bê kirin. Biryarên vê dozê peyama, ger rojnameger mijarên mîna halê neçareseriya meseleya kurd û tecrîdê bînin rojevê wê bên cezakirin, dide. Îktidar bi destên darazê ji me re û ji hemû rojnamegeran re dibêje: "Nûçeyên derbarê meseleya kurd, tecrîd, têkoşîna jinan û nûçeyên têkildarî qadên demokrastiyê çênekên." Em ê jî wekî rojnamegerên li ser vê axê tiştên em dibînin em ê binivîsin, em ê vê heqîqetê ji cîhanê re ragihînin. Îktidar dibêje:"Nûçeyên gundiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin û îşkence li wan hatin kirin, nûçeyên Komkujiya Roboskiyê, nûçeyên karesata agir a bi destê DEDAŞ'ê pêk hat û nûçeyên derbarê Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir çênekên." Îktidar naxwaze rojnameger îşkenceyên li girtîgehan bibînin, binivîsin û bidin bihîstin.”

 ‘Em li dijî biryarê şûnde gavê navêjin’

Piştre Dîcle Muftuoglu mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi cezayên li Enqereyê li 8 rojnamegeran hat birîn dixwazin ser heqîqetê bigirin. Em jî li vir careke dinê diqêrin û dibêjin rojnamegerî nikare bê darizandin. Ji 30 salî zêdetir e me wekî rojnamegerên kurd li dijî bombekirin, qetilkirin û girtinê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê bernedan. Em ê wekî rojnamegerên kurd li dijî vê biryarê jî gavê paşde neavêjin. Em ê di nava her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang hemû rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran dikin ku li dijî biryarên darazê yên rojnamegeriyê krîmînalîze dikin, bisekinin. Em bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, em bi hev re têbikoşin."

Piştî daxuyaniyê  nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral  û rojnameger Hakki Boltan axaftin kirin û gotin ev cezayên wisa wê pêşî li xebatên rojnamegeriyê negirin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.