Ji Meclîsa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê daxuyanî

Meclîsa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyek derfetên vegerek bi ewle ya Efrînê anîn ziman.

Hesekê – Endamên Meclîsa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ku ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man ku du caran koçber bibin daxuyaniyek dan. Jinan di daxuyaniya xwe de derfetên vegerek bi ewle ya Efrînê anîn ziman.

Mamosteya Zimanê Kurdî Aliya Ebdo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Roja 20’ê Çile 2018’ê dewleta Tirk a dagirker li pêş çavê dunya-alemê bi tank, top û teyareyên şer operasyoneke zilm û dagirkeriyê bi navê “Operasyona Çiqla Zeytûnê” li ser bajarê me yê qedîm Efrînê pêk anî. Operasyona ku dewleta Tirk qaşo bi navê aştî û aramiyê meşandî, berevajî aramiya herêma me têk bir, heta bi rêjeyek mezin demografiya Efrînê guhertin. Di pêvajoya şer de çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê yên girêdayî dewleta Tirk ên Efrîna me dagir kirin, bi hezaran ciwanên me, dayîk û bavên me qetil kirin. Bi dehan jin û keçên me revandin û destdirêjî li wan kirin. Malên me û zeviyên me talan kirin, desteser kirin. Ango gelê me yê Efrînê, ji roja destpêkirina Operasyona Çiqla Zeytûnê heya niha ji destê van çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê bê hed û hesab rastî bi hezaran kiryarên derveyî exlaqê mirovahiyê hatin. Di encamê de ji ber zilm û zordariya van çeteyên bi dagirkeriya dewleta Tirk re derbasî herêmên me bûn, em mecbûr kirin ji ser erdên xwe, gund û bajarên xwe koç bikin û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango li welatê xwe bibin penaber. Eşkere ev hemû sûcên şer in û em bi tu awayî qebûl nakin.

Piştî koçberiya ji Efrînê, 7 sal bûn li herêma Şehba di nava sir û seqemê de, rexmê hemû zorî û zehmetiyan ji bo em careke din bi serfirazî û serbestî vegerin warên xwe me li ber xwe da. Lê belê bi êrîşa hovane ya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê bi dehfdana dewleta Tirk, roja 2’yê Kanûnê 2024’ê anîn ser wargehên me yên penaberiyê, herêma Şehba û Tilrifetê, bi zorê dîsa em ji cih û warê em lê bi cih bibûn hatin koçberkirin. Di rê de jî gelek însanên me ji aliyê van çeteyan ve rastî gelek kiryarên kuştin, şelandin û revandinê hatin. Weke jin û giştî xelkê Efrîn û Şehbayê li wir jî em rastî zilmeke mezin hatin. Em niha dixwazin dengê xwe bigihînin tevahî hêzên cîhanê, ji bo di vegera Efrînê de piştgiriya me bikin.    

Bi hilweşîna rejîma BAAS re îro li tevahî Sûriyê pêvajoyeke nû ketiye rojevê. Hemû xelkên Sûriyê, wekî çareserî daxwaza vegera warên xwe, avabûna Sûriyeke demokratîk û adil dikin. Em jinên Efrîn-Şehbayê jî dixwazin di Sûriya Demokratîk a were avakirin de, li ser mal û milkên xwe azad û birûmet jiyan bikin. Em dixwazin zarokên xwe li ser erdên bav û kalan ango li Efrîna xwe, bi çanda xwe û nasnameya xwe mezin bikin. Tevî em dixwazin vegerin gund û bajarê xwe jî, ji ber hebûna hêza çete ya Artêşa Millî ya Sûriyê û dagirkeriya Tirkiyê tu temînata vegera me tune ye.

Ji bo vê; em bang li Hêzên Koalîsyonê, tevahî hêzên navnetewî û Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin, ji bo em xelkên Efrîn-Şehbayê ji xeterî û metirsiyan dûr, bi ewle vegerin ser warên xwe bi erka xwe rabin û bi berpirsiyarî tevbigerin. Ji bo vegereke bi dilxwazî, bi ewle û domdar em amade ne di bin çavdêrî û garantoriya Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor de vegerin ser mal û milkên xwe yên Efrînê û gundên xwe.

Li ser vê bingehê;

*Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor, ji bo xelkê Efrîn-Şehbayê bi şêwazekî ewlehî û birûmet vegerin malên xwe, divê tedbîrên ewlehiyê yên dikevin ser wan bigirin.

*Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, ji bo her sê şertên esasî yên vegera koçberan a bi dilxwazî, bi ewlehî û domdarî pêk bên, divê bi erk û berpirsiyariya xwe rabe.

*Divê NY zextê li dewleta Tirk bike ku çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyê û hemû hêzên girêdayî dewleta Tirk, ji Efrîn û Şehbayê derbixe.

*Malbatên ne Efrînî yên di Efrînê de hatine bicihkirin, divê wana jî vegerînin bajarên wan.

*Divê hemû jin û gelê Efrîn û Şehbayê di vê pêvajoya girîng de ji bo vegereke birûmet, demokratîk û azad têkoşîna xwe xurt bikin.  

*Heya vegera li Efrîn û Şehbayê pêk were, em ê çalakiyên xwe bênavber bidomînin. Ji bo vê divê em rêxistinî û parastina xwe xurtir bikin.”