Ji Meclisa Îştarê Cîhan Mijînî: Emê têkoşîna xwe mezintir bikin
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Mijinî da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêz daye konferansa wan û got: “Divê em jin têkoşîna xwe mezin bikin.”
Mexmûr – 14’emîn Konferansa Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi dirûşma ‘Em Civaka Demokratîk û Komînal Ava dikin, bi Rêbertî re Azad Dijîn’, di navbera 5-6’ê Kanûnê de hat lidarxistin. Di konferansê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hat xwendin. Di konferansê de kar û xebatên du salan ên jinan hatin nirxandin û endamên nû yên Koordînasyona Meclîsa Îştar hatin bijartin. Meclisa Îştarê piştî konferansê xwe ji dema nû ya xebatê re amade dike.
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Mijinî konferansê û kar û xebatên ku dimeşînin, ji ajansa me re nirxand.
‘400 delege beşdar bûn’
Cîhan Mijinî da zanîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo konferansê şandiye, hêz daye jinan û wiha got: “Ew peyameke cuda bû, hêzek mezin da konferansa me. Konferansek bi heybet bû, 400 delege beşdar bûn. Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku Rêbertî daye destpêkirin de lidarxistina konferansa Meclîsa Îştarê gelek bi wate bû. Hem weke bersivdayîna pêvajoyê hem jî xwe ji nû ve amadekirina ji bo sala nû, gelek girîng bû.”
‘Divê em hê zêdetir rêxistina xwe xurt bikin’
Cîhan Mijinî da zanîn ku divê hemû jin xwedî li rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye jinan derkevin û wiha pê de çû: “Divê em hemû jin xwedî li rol û mîsyona ku Rêbertî di serdema nû de daye me derkevin. Divê em rêxistina xwe zêdetir xurt bikin û xwe nû bikin. Rêbertî herî zêde rol û mîsyon daye jin û ciwanan. Ji ber vê jî di vê pêvajoyê de herî zêde rol dikeve ser milên jin û ciwanan. Di vê konferansê de rola jinan hat nirxandin û konferansa me di aliyê rexne, rexnedayîn û derbaskirina nebesiyên heyî de gelek dagirtî derbas bû. Em hewl didin di xebatên xwe yên sala nû de li gorî ruhê demê bixebitin û têkoşîna xwe bilind bikin.”
‘Em ê hemû jin bibin yek û vê têkoşînê mezin bikin’
Cîhan Mijinî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de pêwîstî bi lidarxistina konferansek wiha hebûye û wiha domand: “Niha kar û xebatên dikevin ser milên me jinan, bihêzkirina jin û ciwanan, bilindkirina xebatên xwe û nûbûn e. Ji ber em di pêvajoyeke gelek zehmet de derbas dibin. Rêber Apo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ daye destpêkirin lê heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve tu gav nehatiye avêtin. Ji bo gav werin avêtin û Rêbertî bi awayek fîzîkî azad bibe, divê em têkoşîna xwe xurt bikin û kar û xebatên xwe du sê qat zêdetir bikin. Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku em hemû bibin yek û bi hev re vê têkoşînê mezin bikin.”
‘Divê em destên Rêbertiya xwe xurt bikin’
Cîhan Mijinî anî ziman ku ev pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, divê ji aliyê hemû kesan ve bê destekkirin û destnîşan kir ku rola herî girîng, dikeve ser milên jin û ciwanan. Cîhan di dawiya axaftina xwe de ragihand ku li Wargeha Mexmûrê xebatên jinan dimeşînin, her du salan carek konferansa xwe ya Meclîsa Îştar li dar dixin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de rola ku dikeve ser milên jinan ew e ku em kêm û kurtasiyên xwe yên heyî derbas bikin û li gorî rihê demê bixebitin. Di konferansên ku li her çar aliyên Kurdistanê hatin lidarxistin de, jinan rola herî mezin lîstin. Ji bo destekdayînê divê em hemû jina bibin yek û bi hev re vê pêvajoyê bi ser bixin. Rol û mîsyona ku dikeve ser milên me ew e ku em destên Rêbertiya xwe xurt bikin.”