Ji malbata Şenyaşar ji bo desthilatdariyê: Em ê heta kengê biseknin?

Malbata Şenyaşar ku 346 roj in li ber Edliyeya Rihayê nobeta "Edaletê" didomînin, wiha gotin: Em ji desthilatdariyê dipirsin? 346 roj in em li ber edliyê ne, ji bo qanûn werin sepandin, em ê heta kengê biseknin!"

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 346'an de berdewam dike. Nobeta ku Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiya xwe nehat, Ferît Şenyaşar li ber pankarta ku ferdên malbata wî hatine qetilkirin, berdewam dike.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Em ji desthilatdariyê dipirsin? 346 roj in em li ber edliyê ne, ji bo qanûn werin sepandin, em ê heta kengê biseknin! Serdozgerê Rihayê @yenicerionder bi hin kesan bawer dibe û sûc dike. Yên ku sûcê mirovahiyê dikin bila werin darizandin."