Ji Makedonyayê Marija Arsenkova: Em ê Şoreşa Rojava biparêzin

Çalakvana ji Makedonyayê Marija Arsenkova bi pêyama xwe ya ji ajansa me re şand bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em ê ti carî nehêlin Rojava têk biçe. Ji her çar aliyê cîhanê em ê vê şoreşê biparêzin.”

Makedonya – Şoreşa Rojava – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku di 19’ê Tirmeha 2012’an de li Kobanê pêl da ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re bû hêvî. Jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ’ê, bi têkoşîna xwe ya li hemberî paşverûtiyan û pergala xwe ya Rêveberiya Xweser di hemû qadên jiyanê de destkeftiyên mezin bidest xistin. Şoreşa Jinan a veguherî qada bilindkirina têkoşîna enternasyonalîst ji hemu jinan re dibe riya hêviyê û qada têkoşîna hevpar a jinan.

Digel ku êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome jinên ji çar aliyên cîhanê piştevaniya xwe bi têkoşîna jinan re nîşan didin. Ji bajarê Skopje ya Makedonyayê Marija Arsenkova bi pêyama xwe ya ji ajansa me re şand piştevaniya xwe ya bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anî ziman.

‘Şoreşa Rojava hêviyê dide hemû cîhanê’

Marija Arsenkova ya dibêje “Şoreşa Rojava hêviyê dide hemû cîhanê” wiha behsa têkoşîna jinan kir: “Ew utopyaya ku em giştî hesreta wê di kûrahiya herî veşartî ya dilê xwe de vedihewîne. Ew gotin û hêzê dide me ku em li rastiyê bigerin, rastiyê biaxivin, rastiyê bijîn. Vê yekê bi hişt ku jin rola xwe ya pêşeng a xwezayî bigire dest. Jin her tim bûne yên ku li tenduristî û xweşiya civakê dinêrin. Yên ku lêdana dilê xwezayê di laşê xwe de hîs dikin, girêdana hemûyan fêm dikin û dikarin siberoja azad û hevrêtiyê ji bo me hemûyan biafirînin ew in.”

‘Bi armanca parastina baviksalarî êriş dikin’

Marija Arsenkova bal dikşîne ser pergala ku jinan li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna xwe ava kirine û êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî ve li ser tê meşandin û got: “Ji ber vê sîstemê êrîşî Rojava dike. Ji bo kuştina hêviyê û girtina hêzê ji destê jinan. Ji bo parastina baviksalarî û bê astengî îstismarkirina jiyanê êrişan dimeşîne.”

‘Em ê vê şoreşê biparêzin’

Marija Arsenkova anî ziman ku ew ê ji bo piştevaniya bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re têbikoşin û wiha pêl da axaftina xwe: “Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Em ê ti carî nehêlin Rojava têk biçe. Ji her çar aliyê cîhanê em ê vê şoreşê biparêzin. Jin, jiyan, azadî! Ya ku em ji bo vê têkoşin bikin ev e. Û têkoşîna me wê her bijî!”.