Ji Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz: Me parçebûn bi heqîqetê derbas kir

Endama Lijneya Weşanê ya kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz got ku di hejmarên dawî yên kovarê de wan li ser hemû beşên Kurdistanê dosya çêkirine û got: “Bi pênûs û heqîqeta xwe me sînoran derbas kir.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Kovara Jineolojî ya zanistî û îdeolojî ku sê meh carek derdikeve, çar hejmarên dawî ji bo têkoşîna jinan û tiştên ku jinan li çar parçeyên Kurdistanê jiyane veqetand. Hejmarên ku bi dosyayên li Rojhilat, Bakur, Rojava û herî dawî Başûr hatin weşandin, li ser eleqeya zêde ya jinan, ji bo kurmanciya wê bi zaravayê Soranî û zimanê Îngilizî were wergerandin amadekarî  tên amadekirin. Hejmara vê dawiyê wê bi dosyaya mijara ‘konfederalîzma Jin’ derbikeve.  

 Endama Lijneya Weşanê ay Kovara Jineolojî Rojda Yildiz bi gotinên; ‘me sînoran bi pênûsa xwe derbas kir’ diyar kir ku têkoşîna jinên Kurdistanê bi vê beşê re bûye yek û got ku ji çar parçeyan gelek tişt fêr bûne.

*Di kovarê de we cih da xebatên der barê têkoşîna hevpar a jinên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn. Nivîsên der barê têkoşîna çand, wêje, nasname û azadiya jinên ku li wan deran dijîn cih girtin. Bi giştî dema ku em çar beşan bigrin dest kîjan mijaran di hejmarê de bal kişand. Bi giştî di xala têkoşînê de xwendevanan çi dît û çi hîs kir?

Kovara Jineolojî, kovarek xwedî planên salane ye. Derxistina hejmarên ku têkoşîna jinan û heqîqeta jinên li çar parçeyên Kurdistanê tîne ziman, plana me ya sala borî bû. Hejmara Rojhilat, Bakur, Rojava û herî dawî jî ya Başûrê derket. Sedemên herî bingehîn ên derxistina van her çar hejmaran; mixabin em jinên ku li herêmên cuda yên erdnîgariyek hatiye parçekirin dijîn. Me hedef kir ku em heqîqeta hev bizanibin, jiyan, çand û mîrasa kevin a têkoşînê bizanibin. Li gorî jinên ku li cihên din ên cîhanê dijîn, derfetên me kêm in. Me hedef kir û parçe hev nas bikin, bizaninin heqîqeta jinan û bîra wan derbixin holê. Me kêm jî be hewl da parçebûnê bişkînin. Erdnîgariya Kurdistanê; tevî ku di mijara têkoşîn, civakî, bîra çanda civakê de çandên herî dewlemend digre nava xwe, ji ber polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê derneketine holê, hatiye veşartin, rêzenivîsên zanistî yên cidî hatin veşartin hene. Ev rêzenivîs beşek mezin a heqîqeta jinan in. Me xwest jinên cîhanê li vê derê çi jiyane, civakbûna li erdnîgariya Mezopotamyayê, ev civakbûn îro çawa tê jiyîn, me xwest em ji wan re ragihînin. Destpêkê ji bo me, ji bo gihandina jinên Rojhilata Navîn û piştre me xwest ji jinên cîhanê re vê bibêjin. Bi taybetî piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ku salên derbasbûyî dest pê kir, çav û guhên hemû cîhanê li ser vê erdnîgariyê û têkoşîna jinên Kurd e. Beriya van li Bakur destkeftiyên jinan çêbûn û ev berdewam dike.

Dîsa i Rojava şoreşa jinan çêbû. Bi vê şoreşê re sîstemek nû ku careke din jinên cîhanê bi kelecan kir hat avakirin. Ji bo ronîkirina aliyên ku di wê tarîtiyê de mane, ji bo pêkanîna vekirina pêşiya têkoşîna civakî û qutbûna di navbera jinan de bi riya Jineolojiyê me girt dest û wisa nîqaş kir. Di hemû hejmaran de me ev dît. Weke kes em fêrî gelek tiştan bûn. Ez jinek Kurd ku li Bakur dijîm lê belê min komkirina çand û edebiyata jinên Rojhilat dît. Dîsa girîng bû ku li Rojava şoreşa heyî ji çanda xwedawend û ji rihê rêxistinbûna civakê ku jinan bi rêxistin dike ne cuda ye. Me demên di wateya têkoşîn, mîtolojî û dîrokî yên jinên çar parçeyan, bi van hejmaran gihand xwendevanan. Ji aliyê mêrên serdest û sîstema kapîtalîst ve xwestin ku heqîqeta jinên Kurd bixin bin axê, me jî hewl da vê heqîqetê ji bin axê derbixin û şîn bikin.

‘Li Başûr rehê bi hêz ê jinan heye’

*Bakur, Rojhilat û Rojava û herî dawî jî we Başûr girt dest. Di hejmara we ya dawî ya li ser Başûr de we çi cih girt? Pirsgirêkên bingehîn ên ku jinên li Başûr dijîn kîjan in, der barê vê de çavdêriyên we çi bûn?

Hejmara me ya herî dawî hejmara Başûr bû, yek ji hejmarên ku belkî me hamûyan matmayî hişt, kêfxweş kir û xemgîn kir di vê xalê de hestên tije hatin jiyan bû. Ji ber ku Başûr ev demek dirêj e statuyek bi dest xistiye, dîroka Başûr geşedanên ku hatine jiyîn ji aliyê derdorên din ve zêdetir dihat zanîn. Amûrên dîplomatîk ku vê bînin ziman zêdetir pêşketî ne. Dema em lê dinêrin dibînin ku jinên li Başûr dijîn û rastiya civakê herî kêm weke Rojhilat û Rojava me em nizanibûne. Her çendî statuyek hebû jî pirsgirêkên ku jin li wê derê dijîn, gelek kûr û piralî ne. Yek ji pirsgirêkên ku ez jê bi bandor bûm bûyerên xweşewitandina jinan li Başûr li dijî sîstema serdest a mêr bû. Dema ku xwendevanên me kovar girtin wê bibînin, di kovarê de der barê vê mijarê de nivîsek heye. Nivîsek ku bijîşkek li wê derê dixebite nivîsiye, di nivîsê de diyar dike ku bûyerên bi awayê xweşewitandina jinan gelek zêde bûne. Ji vana ji sedî 99’ê wê di encama hêrsa li hemberî mêr û malbatê de hatine jiyîn. Me bal kişand ku ev paşverûtiyek ku bi ferzkirina zordestiya mêr derketiye holê ye. Ked û çanda jinan li vê derê tune tê hesibandin careke din sedemên cuda yên pirsgirêkên ku jin dijîn nîşan dide. Em dibînin ku rêveberiya li wê derê weke netewdewletan, li hemberî jinan heman polîtîkayan dimeşîne.

Ji derveyî vê me dît ku dejenerebûna çandî ya li Başûr tê jiyîn û êrişên li dijî erdnîgariyê ji êrişên li dijî nasnameya jinan ne cuda ne. Me dît ku dîrokek cidî ya têkoşîna jinên Başûr heye. Li wêderê di bi destxistina statu de ji rola peşmergeyên jin bigre, dayikan tevî bi hazaran salên qirkirinê çanda Kurdî anîne roja îro. Dîsa hejmara Başûr di aliyê mede ji bo me ya herî girîng xebatên endama lijneya weşana me Nagîhena Akarsel ku li Silêmanî hat qetilkirin  derbarê Başûr debû. Ev demek dirêje em nivîsên Nagîhan Akarsel diweşînin. Nivîsa wê ya der barê Başûr de me di dosyayê de weşand. Li wê derê ji çavdêriyê xwe dikeve rê û wiha dibêje: “Li Başûr rehek gelek bi hêz ê jinan heye û çanda jinan heye lê belê mixabin tune tê hesibandin. Hewl tê dayîn were jibîrkirin.” Bi vî awayî gotibû ku divê li wê derê dibistanek felsefe û bîrê were vekirin. Pirtukxenaya jinan jî yek ji pêşniyarên sereke bû. Bi giştî dema em hejmara Başûr binirxînin, tevî ku çandek jinan a gelek bi hêz û têkoşer heye me dît ku polîtîkayên şerê taybet û rêveberiya heyî, rêbazek ku gavên cidî navêje ava kiriye. Ji bo jinan helbet statuyek girîng e lê belê heta pirsgirêka jin û mêr neyê çareserkirin wê şewitandina jinan û mirina wan a bi awayên cur be cur û bi guman berdewam bike. Yek ji heqîqetên herî mezin a Başûr jî eve.

‘Parçekirina ku netew dewlet ferz dike me bi pênûsa xwe derbas kir’

*Fikrê çar parçeyan bi hev re çawa ye? Çi we ber bi vê xebatê ve bir?

Bi ceribandinên hevpar ên hemû parçeyan ketina rê, hewldana me ya naskirina hev, xebatek ku hêz û morale dide me jinên Kurd. Jixwe pirsgirêka herî bingehîn ev bû. Halê parçekirina ku netew dewlet li me ferz dike, careke din wê bi pênûsa xwe bi heqîqeta xwe me hewl da em derbas bikin. Di encamê de dibe ku sînor hebin lê belê ji bo jinan tu wateya van sînoran nîn e. Me herî zêde vê di qetilkirina Jîna Emînî de dîtibû. Di yekbûna rih û di hest de yekbûn heye. lê belê li gel van hejmaran belkî di mejî de yekbûyîn pêk hatiye. Em ji bo heman tiştî têdikoşin lê belê em heman pirsgirêkan du qat dijîn. Li Rojava avakirina sîstema azad, di cihê nexşeriya ku rê li ber parçeyên din vedike de ye. Di vê wateyê de Rojava nîşan da ku çareseriya hemû pirsgirêkên li parçeyên din tên jiyîn wê ber bi ku ve biçe. Sîstema ku li wê derê çêbûye bûye heqîqetek ku îro hemû jinên cîhanê dizanin. Me hejmara ku ji nivîsên ji wir hatine û ragihandinên berhev kirine çawa hatiye nexşandin me dît. Weke min got, armanca me ya bingehîn ew e ku jin bikaribin yekitiyê di navbera xwe de pêk bînin. Hem jinên li çar parçeyên Kurdistanê hem jî jinên din eleqeyek wan a zêde ji hejmaran re heye.

*Wê mijara we ya ku hûn di hejmara piştre bigrin dest de çi be, xwendevan li benda çi ne?

Em ê di hejmara xwe ya piştre konfederalîzma Jinê bigrin dest. Mijarek girîng e, ji ber ku ev salek e me dîroka têkoşîn û berxwedana jinên Kurd nivîsî. Em difikirin ku di xwecihî de têkoşîna jinan a di rêxistina gerdûnî de wê serkeftî be. Ceribandinên ku li vê derê derbikevin û têkoşîn pratîkên wê dê bigihîjin jinên cîhanê. Konfederalîzma jinan dê çêbibe. Di konfederalîzma jinan de rêxistinkirina karker û hinek sendîkayan heye. Me hewl da hemû jinên li cîhanê me hev re nîqaşan bidin meşandin. Di vê wateyê de wê jinên li cihên cuda yên cîhanê jî binivîsînin.