Ji Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê banga li rejîma Îranê

Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê banga başkirina şert û mercên mamosteyan, bidawîanîna zextên ewlehiyê yên li dijî çalakvanên sendîkayan kir û ragihand ku di xwepêşandanên Çileyê de herî kêm 200 xwendekar û 15 mamoste mirine.

Navenda Nûçeyan – Konseya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyên Îranê, bi mebesta Roja Cîhanî ya Mamosteyan daxuyaniyek da û bal kişand ser tengasiyên darayî yên ku mamoste dikşînin û krîzên ku pergala perwerdeya giştî pê re rûbirû ye. Konseyê banga xurtkirina perwerdeya giştî, dabînkirina ewlehiya kar ji bo mamosteyan, bidawîanîna tepeserkirina çalakiyên sendîkayan a bi rêbazek ewlehî-navendî û mîsogerkirina gihîştina wekhev a perwerdeyê ji bo hemû zarokan kir û rêze daxwazên pîşeyî û perwerdeyî pêşkêş kir.

Di xwepêşandanan de herî kêm 200 xwendekar û 15 mamoste mirine

Konseyê ragihand ku di xwepêşandanên xwînî yên meha Çileya borî de herî kêm 200 xwendekar û 15 mamoste mirine. Konseyê destnîşan kir ku di encama êrîşên DYE û Îsraîlê yên di sal û nîvekê de tevî yên ku li Minabê mirine, bi sedan zarok û xwendekar bûne hedefên şer. Konseyê da zanîn ku divê jiyana mirovan ji bo berjewendiyên siyasî, ewlehî an leşkerî neyên fedakirin û daxwaz kir ku ji hemû binpêkerên mafên mirovan, ên ku bi rêya tundiyê, zilm û şer bûne sedema mirina zarok, xwendekar û mamosteyan, hesab jê bê xwestin.

Konseyê anî ziman ku parastina perwerdeya giştî ne tenê parastina ewlehiya xwendekar û mamosteyan e, tê wateya mîsogerkirina ku mamoste xwedî ‘standardeke jiyanê ya baş, ewlehiya kar, azadiyên sendîkayan û statuya pîşeyî’ ne.

Rewşa bi hezaran mamosteyan ne diyar e

Konseyê di dewama daxuyaniyê de rewşa perwerdeya giştî wekî krîtîk bi nav dike û cûdahiya di navbera dahat û mesrefên jiyanê de, taybetkirina perwerdehiyê ya zêde, kêmbûna karmendan, polên qerebalix, bêewlehiya kar û zextên li ser çalakiyên sendîkaya mamosteyan wekî pirsgirêkên herî lezgîn rêz kir.

Konse dibêje ku dahata navînî ya mamosteyan bi qasî 25 milyon Tumen e, lê li gorî daneyan, mesrefa bingehîn a debara malbatê di navbera 75 û 90 milyon Tumen de texmîn dike. Her wiha destnîşan dike ku bi hezaran mamosteyên ku bi mûçeya saetî dixebitin, mamosteyên bi peyman û mamosteyên dibistanên taybet bi pirsgirêkên wekî nebûna ewlehiya kar, sîgorte û rewşa kar a ne diyar re rû bi rû dimînin.

Konseyê hişyarî da

Konseyê têkildarî kêmbûna karmendan, pêla teqawidbûna mamosteyan, kêmbûna eleqeya bi pîşeyê mamostetiyê û zêdebûna hejmara zarokên ku dev ji dibistanê berdidin, hişyarî da.  Konsey, zêdebûna dibistanên taybet, pîşeyî û kombûna çavkaniyên perwerdeyê li deverên dewlemend wek faktorên ku newekheviyê di perwerdeyê de kûr dikin pênase dike. Konsey ‘veguherandina daxwazên pîşeyî bo mijarek ewlehiyê’ wek çareseriyek ji bo krîza perwerdeyê nabîne; li şûna wê, ew diyalog, beşdarbûn û veberhênana rast di perwerdeya giştî de dide pêşiyê. Li gorî rêxistinê, ewlehiya kar, standardeke jiyanek baş, azadiyên pîşeyî û beşdariya mamosteyan di pêvajoya destnîşankirina polîtîkayên perwerdeyê de şertên bingehîn in ji bo ku pergala perwerdeya bi bandor rola xwe bicîh bîne.

Konseyê kiryarên li hember mamosteyan tê kirin rexne kir

Konseyê zêdetirî 30 sal çalakiyên Konseya koordînasyonê di warê rêxistinên pîşeyî yên mamosteyan de berdewam dike bi bîr xist û rexne li pêkanînên wek gazîkirina ji bo lêpirsînê, binçavkirin, ji kar derxistin, teqawidbûna bi zorê, bidawîanîna kar, dûrxistina ji meqamên perwerdeyê û çêkirina dozên bê bingeh li dijî endamên sendîkayê bi hincetên ewlehiyê kir.

Konseyê tekez kir ‘Sekinîna li gel mamosteyan’ ji tenê îfadekirina pesindayînê pir wêdetir e. Konseyê got “ev helwest tê wateya parastina rêxistinbûna serbixwe, şert û mercên jiyana guncaw, azadiya xebatên pîşeyî, beşdarbûna mamosteyan di dariştina polîtîkayên perwerdeyê de, mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, perwerdeya giştî ya azad û bi kalîte û gihandina wekhev a perwerdeyê ji bo hemû zarokan.”

Konseyê di dawiya daxuyaniya de destnîşan kir ku divê pêşeroja Îranê di polan de, bi ramana azad û bi destên mamoste û xwendekaran bê teşekirin û piştgiriya xwe ji bo mamoste, xwendekar û perwerdeya giştî dubare kir. Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Ji şer re na, ji zordariyê re na’ û ‘Ji perwerdeya giştî, azadî, edaleta civakî û serfiraziyê re erê ’ bi dawî dibe.

Konseyê di daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kir:

“• Li gorî mesrefa rast a jiyanê û parastina rûmeta wan a pîşeyî, mîsogerkirina jiyaneke baş ji bo mamosteyên çalak û teqawîtbûyî.

• Bi temamî bicîhanîna xala 30’an a Destûra Bingehîn ji bo pêkanîna perwerdeyek belaş, bi kalîte û wekhev û zêdekirina para qada perwerdeyê di budceya giştî de.

• Bidawîanîna taybetkirina perwerdeyê û xurtkirina perwerdeya giştî ya belaş û wekhev.

• Çareserkirina bilez a pirsgirêkên rewşa kar a mamosteyên ku bi mûçeya saetî, personelên ku di bin ‘kirîna xizmeta perwerdeyê’ de dixebitin û karmendên din ên ne daîmî û bidawîanîna bêewlehiya kar.

• Bicîhanîna yasayên kedê; bi rêya dabînkirina mûçeyên adil, sîgorteyê û ewlehiya kar, jiholêrakirina şert û mercên kar ên neheq ên ku mamosteyên li dibistanên taybet pê re rûbirû dimînin.

• Mîsogerkirina zelaliyê di Fona Rezervê ya Mamosteyan de, veguheztina rêveberiya fonê bo nûnerên rast ên perwerdekaran, rêzgirtina li mafên milk û parên endaman û avakirina mekanîzmayek çavdêriya demokratîk û berpirsiyar li ser fonê.

• Sînordarkirina destwerdanên hêzên ewlehiyê û desteyên dîsîplînê yên îdarî di nav sînorên yasayî de; rawestandina bikaranîna van saziyan ji bo çêkirina tohmetên bê bingeh li dijî mamosteyan an jî zextkirina li ser wan di derbarê çalakiyên wan ên pîşeyî û sivîl de.

• Naskirina mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê li kêleka zimanê fermî yê welêt.

• Bi rêbazek ewlehî-navendî dawî li tepeserkirina çalakiyên pîşeyî bînin; mîsogerkirina serbestberdana mamoste û çalakvanên sendîkayan ên girtî.

• Naskirina mafên komeleyên serbixwe û diyaloga civakî; mîsogerkirina beşdarbûna nûnerên rast ên mamosteyan di biryarên siyaseta perwerdeyê ya bingehîn de.

• Pejirandina polîtîkayên bibandor ji bo pêşîgirtina li devjêberdana dibistanê û destekdayîna zarokên li derveyî pergala perwerdeyê; mîsogerkirina ku tu zarok ji ber xizanî, cûdakarî, şer, an pirsgirêkên ewlehiyê ji mafê xwe yê perwerdeyê bêpar nemîne.”