Ji Kongra Star perwerdeyên pîşeyî: Ciwan fêrî kompûterê dibin

Ji bo ku ciwan di jiyana xwe ya pîşeyî û civakî de bi awayekî pêbawer û bi bandor teknolojiyê bi kar bînin, Kongra Star dewreya fêrbûna kompûterê vekir.

SORGUL ŞÊXO

Til Temir – Kongra Star a Rojava ya li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan û ciwanan perwerdeyên cûr be cûr ên birdozî dide, ji bo bûyîna xwedî pîşe di heman demê de perwerdeyên pîşeyî jî dide. Kongra Star li bajarê Til Temir ê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinên ciwan û ciwanên Til Temirê, dewreya fêrbûna kompûterê vekir.

Rêvebera Kongra Star Edla Dawûd li ser sedem û armancên vekirina dewreyeke wiha ji ajansa me re axivî.

Kongra Star di warê pîşeyî de jî piştgiriyê dide ciwanan

Edla Dawûd di destpêka axaftina xwe de behsa pêwîstiya vê dewreyê kir û got: "Pêwîstiya jin û ciwanan bi dewreyeke wiha hebû û gelek girîng bû hînî fêrbûna kompûterê bibin. Lê gelek malbat ji ber rewşa aborî nikarin dewreyên taybet ji bo zarokên xwe vekin. Ji lewre weke Kongra Star me nexwest ciwan zêde bendewar bimînin. Ev demek e em amadekariyê dikin, piştî qeydkirina navê 40 jinên ciwan û ciwanan, me dest bi dewreyê kir."

Ji bo parastina ciwanan ji şerê taybet

Edla Dawûd da zanîn ku herêmê hê jî kirasê şer û agir ji xwe nekiriye û şerê taybet li ser civakê didome her wiha bal kişand ser girîngiya parastina ciwanan ji şerê taybet û wiha got: "Ji bo ku dijmin berê ciwanan nede riyên xirab, bikaranîna madeyên hişbir û di nav şerê taybet de neyên helandin û ji cewherê xwe neyên dûrxistin, em rojane semînerên hişyariyê didin. Lê me dît ku ev tenê têrê nake. Ji lewre me pêwîstiya dewreyên wiha dît ku dem bi dem ji ciwanan re werin vekirin. Weke gava yekemîn me dewreya fêrbûna kompûterê û dewreya fêrbûna zimanê Kurdî û Îngilîzî jî da destpêkirin."

'Em hûn û her kes divê li ciwanan xwedî derkevin'

Edla Dawûd got ku dagirkerên Tirk her dem hêza jin û ciwanan dikin hedef û banga  xwedîderketina wan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku ciwanên me nekevin xefika dijminên dagirker û neyên xapandin, em ê her di nav hewldanên hişyarkirina wan de bin. Em ê her dem piştgiriyê bidin ciwanan lê divê ku malbat jî alîkar bin da ku ev ciwan di pêşerojê de xizmeteke baş bê dudilî ji bo civaka xwe pêşkêş bikin. Ji aliyekî din ve jî ev ciwanên ku heta roja îro li ser vê axê mane, hêja ne û divê ku em xwedî li wan derkevin."

Dewreya perwerdê dê heyanî du mehan bidome

Rahênera Kompûterê Melsa Silêman a ku ji bo endamên sazî û dezgehên jinan û Rêveberiya Xweser li Til Temirê, ji bo hevserokên komînan û ciwanan jî bi awayekî xwebexşane dewreya fêrbûna kompûterê dide, li ser dewreya ku nû dest pê kiriye axivî.

Melsa Silêman di destpêka axaftina xwe de awayê destpêkirina dewreyê û qonaxên wê anî ziman û got: "Em ê ji sifrê dest pê bikin, dewre wê li ser sê qonaxan bidome. Qonaxa yekemîn fêrbûna xalên bingehîn ên kompûterê ye, qonaxa duyemîn bernameya word û qonaxa sêyemîn jî excel e. Destpêkê wê teorî û paşê pratîk be. Ji bo ku ciwan di warê kompûterê de têbigihîjin divê hemû hûrguliyan bizanibin û di bikaranîna kompûterê de pispor bin. Ji bo xebatkar an xwendekarani ev her sê qonax bingehîn in û dê di jiyana wan a civakî û pîşeyî de pir bikêrî wan were. Ev dewre wê ji meh û nîv heta du mehan bidome."

Melsa Silêman di dawî de teqez kir ku gelek girîng e her kes der heqê bernameyên bingehîn ên kompûterê de xwedî zanyarî be, da ku bizanibe teknolojiya heyî bi kar bîne.