Ji Kongra Star bang: Bi hêza xwe tevlî banga Rêber Apo bibin

Meclisa Kongra Star banga “Bi coşa 8’ê Adarê bi hêza xwe tevlî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan bibin, werin em bi yekitî û hevgirtina xwe 8’ê Adarê li qadên jinên azad pîroz bikin” li jinan kir.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bang li jinan kir ku bi hêza xwe tevlî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan bibin. Her wiha 10 xalên ji bo azadiya jinan û pêşeroja Sûriyeyê ragihand.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Bi wesîleya 8’ê Adara 2025’an em tevahî jinên kedkar, jinên berxwedêr ên di girtîgehan de û têkoşerên li çiyayên azad, silav dikin. Em  berxwedana rûmetê ya Bendava Tişrînê ku rûpelek nû li dîrokê nivîsand bi coşa 8’ê Adare silav dikin.

Têkoşîna me jinên azad  ji dîrokê ve heya roja îro bênavber didome. Ji  Rosa Luxsemburg, heya Sakîne Cansiz, ji Viyan Soran heya Jîna Emînî Şêrîn Elemhûlî, Hêva Erebo têkoşîn berdewam dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku em pêşengiya şoreşa jinan û xweparastina şoreşa xwe dikin hevalên pêşengiya şoreşa azadî û wekheviyê dikin mîna Kerem Şihab, Menîce Heyder Cîhan Bîlgîn, Zozan Hemo, Hezna Ebdî, Mizgîn Qamşilo, Qemer, Hêza Kobanê, Ronahî Yekta, Jînda Kobanê, Dîlan Şoreş û fermandar Arjîn Kobanê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan de hatin hedefgirtin. Di şexsê rêhevalên xwe yên dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin, em ê hesret û armanca wan a azadiye bi cih bînin.

‘Sedsala 21’ê bi Rêber Apo re’

Em bi hezkirin û hesret Rêber Apo silav dikin, bi coş û kelecan 8’ê Adarê careke din ji qadên şoreşa jinan li Rêber Apo pîroz bikin. Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevli banga dîrokî ya Rêber Apo  ya Aştî û Civaka Demokratîk dibin.

Weke Rêxistina Kongra Star em tekez dikin ku ji bo çareseriyê divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe, her wiha peyama ku di 27’ê Şibatê de bi banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk da ji bo me esas e. Her kesê şahidiya vê kêliya dîrokî kir. Rêber Apo bi banga xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn heta dawî derî vekir, deriyê li hemberî şerê cîhanê yê 3’ymîn, li hemberî qetilkirina jinan, banga dîrokî bû zemîna herî xurt, çareseriya sedsalê her wiha çareseriya pirsgirêka azadiya jinan, xwedîderketina jinan a li pêvajoyê mijara hebûnê ye.

Ev meşa dirêj a tekoşînê îro şax berdaye her aliye cîhanê Rêber Apo bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li cîhaneke ji derveyî hişmendiya olperest, netewperest, zayendperest ji bo jinan û gelan her wiha ji bo mirovahiyê afirandiye. Di bin şert û mercên giran de Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bi pêş xist. Ev paradîgma êdî ne teorî, ne jî tenê gotin e, bi jiyanî, civakî, siyasî, bi modêla îradeya azad hemû rengên civakê xwe bi xwe rêxistin dike, jiyana azad û wekhev di nava jinan û gelan de dibe alternatîf.

Dixwazin jinan tune bikin

Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin, li seranserê qadên têkoşîna jinên azad em dibînin ku şer, dagirkerî, koçberî, şîdet, hejarî, qirkirina xwezayê li her derê derdikeve pêşberî me. Li Kurdistanê ev rastî bi sûîqest, polîtîkayên qirkirina siyasî, qirkirina jinan, tacîz û tecawizê  her wiha darvekirina jinan û zewaca di temenê biçûk de li ser jinan xwe dide der. Ev pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, bi hişmendiya planên dewleta Tirk a dagirker tê kirin. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala desthilatdar serî radikin û têdikoşin.

Her ku asta têkoşîna jinan bilind dibe, asta zanebûna bi zanista jinan xurt dibe, çanda felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li her derê tê rûniştandin, şiyarbûn û zanebûna jinan her ku bi pêş dikeve civak jî pê re şiyar û zana dibe. Pêşengiya şoreşa jinan bandora xwe li tevahî civakê kiriye. Ev jî dide nîşandan ku bandora têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bibe ewqas Jin, Jiyan, Azadî dê bi ser bikeve.

Pêwîstî bi têkoşîneke zanistî rêxistinkirî hevgirtî û parastina jinan û mirovahiyê heye

Ji nû ve avakirina Sûriyeyê di rojevê de ye, nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tê xêzkirin, di vê pêvajoyê de komara Sûriyeyê bi rengekî ku îradeya jinan nas nedikir hatibû avakirin, niha jî bi HTŞ’ê re tabloyeke xetertir derdikeve holê. Em dibînin ji aliyekî ve sûcên giran weke girtin lêdan kuştin, bi paçê reş li jinan ferzkirin rêbazên ku nefesê li jinan teng dikin didin meşandin. Her wiha li aliyê din li ser jinan û malbatên li heremên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, mîna Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî, Bab, Cereblûs sûcên şer dikin.

Ji bo şoreşê û bihara azadiyê

Jinan bi vîna xwe, bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanebûna jiyana azad û bi konfederalîzma demokratîk a jinan modela çareseriyê ji bo jinan û gelan ava kirine. Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinên bi cesaret ên dengê xwe ji qadên azadiyê dikin her wiha bang li jinên dildarên azadiyê li tevahî bajarên Sûriyeyê dikin ku ji bo pêkhatina Sûriyeya demokratîk, ne navendî ku tê de jin di avakirina paşerojê û biryargirtinê de hevkarên bingehîn bin, bi hev re rêz û têkoşîna hevpar pêk bînin.

Em bang li hemû jinan dikin ku bi coşa 8’ê Adarê bi hêza xwe tevlî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan bibin, werin em bi yekitî û hevgirtina xwe 8’ê Adarê li qadên jinên azad pîroz bikin.

Em weke Kongra Star, li ser bingeha baweriya xwe ya bi mafên jinan û pêwîstiya beşdarbûna wan di avakirina pêşeroja Sûriyeyê de, bi boneya 8’ê Adarê van xalan diyar dikin:

*Li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk em ê li Rojava û Sûriyeyê têkoşîna xwe xurt bikin û ji bo banga dîrokî pêşengî bikin.

*Bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya hemû jinên Sûriyeyê.

*Ji nû ve avakirina Sûriyeyê de, Sûriyeya demokratîk pir rengî ne navendî û cihêrengiya çandî, zimanî û olî berz, bi awayekî ku hevsengiyê di navbera herêmên cuda û civakên xwecihî de pêk bîne, bi destên jinan bê avakirin.

*Di destûrê de ji bo temînata mafên jinan em daxwaza nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyeyê dikin ku mafên jinan bi awayekî zelal û eşkere bixe bin temînatê û wekheviya maf û erkên wan bê cudahî misoger bike.

*Ji bo avakirina civakek demokratî wekhev li ser esasê pergala konfederal a jinan xwe birêxistin bikin.

*Em bang dikin ku sîstemeke di hemû saziyên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî de ji sedî 50 beşdarbûna jinan misoger bike bê qebûlkirin.

*Tevlîbûna jinan di pêvajoya siyasî de, pêvajoyên siyasî yên ku tevlîbûna jinan a aktîf di nava xwe de nehewîne, bi rengekî bi bandor wê pêvajoyeke îflaskirî be beriya ku dest pê bike lewma em tekez dikin ku li ser girîngiya temsîleke jin di tevahî qonaxên siyasî de, ji danûstandin heta pêkanînê û misogerkirina hebûna deng daxwazên jinan beşeke bingehîn a çareseriya siyasî bin.

*Di parastina destkeftiyan de xurtkirina rola jinan, mafên wan e ku destkeftiyên xwe biparêzin em banga piştgiriyê ji bo Yekîneyên Parastina Jin/YPJ / ên parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin.

*Divê gelên Sûriyeyê biryara pêşeroja Sûriyeyê bidin, jin xwedî îrade bin bi çi awayî bixwazin wisa bijîn.

*Pergala xweseriya demokratîk a di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de sîstema hevserokatî yek ji mekanîzmaya esasî ya avakirina wekhevî û çareseriyê ye lewma ji bo sîstemeke demokratîk modela herî guncav e ji bo jin û civak bibin xwedî vîn û biryar di tevahî Sûriyeyê de.”