Ji Komîsyona Jinan a KNK’ê li dijî êrîşan banga yekîtiyê

Komîsyona Jinan a KNK’ê, li dijî êrîşên Tirkiyeyê banga yekîtiyê kir û wiha got: “Divê em jinên Kurd xwedî hebûn, azadî û deskeftiyên xwe derbikevin.”

Navenda Nûçeyan- Komisyona Jinan a KNK’ê , bi daxuyaniyekê nivîskî balkişand li ser êrîşên Tirkiyeyê.  Komîsyona Jinan a KNK’ê ku bang li gelê Kurd û jinên Kurd kir ku li hemberê êrişên li ser Kurdistanê li hemû qadan têbikoşîn û wiha got: “Jinên Kurd pewîst e di siyaset û çalakiyan de bibin dengê wijdan û vîna Kurd. Em ji dîroka dagirkeran dizanin ku wan çi anînê serê jinên Kurd. Di sala 2014’an de me dît ku çi anîn serê xwişkên me Êzidî.”

Daxuyaniya ku hat ragihandin ku Tirkiye ji bo sûd ji kaosa di siyaseta navneteweyî de bigire, Kurd û Kurdistanê dike hedef, van gotinan cih girt: 

“Dixwaze li ser Rojava û Başûrê Kurdistan xeyala Împaratoriya Osmaniyan pek bîne. Bi siyaseta dagirkeriya li ser Kurdistan dixwaze alozî û qeyranên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk li Tirkiyê hene çareser bike. Pirsgirêka esasî ya dewleta dagirker him hundir him jî dervê pirsgirêka azadiya Kurd û Kurdistanê ye. Bênavber dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Kurdan hiqûqa navneteweyî bin pê dike dike û sîstematîk tawanên şêr pek tîne. Êrişa ku dewleta Tirk dibe ser Zap û Avaşînê bi tenê ne ji bo tasfiyekirina PKK û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Rewş ji bo me Kurdan pir bi xetere ye.”

Banga hevgirtinê

Di daxuyaniya ku hat xwestin de gelê Kurd weke yekitî li ber xwe bide, wiha hat gotin: “ Li hemberî vê rastiyê dive Kurd ji hêza xwe bawer bikin û bi yekîtî li ber xwe bidin. Êdî tevahî Kurdistan bûye qada şerê dewleta Tirk. Tevî ku çekên kîmyewî qedexe ne û li hemberî yên bi kar tînin divê helwest bê nîşandan jî li qada navneteweyî kes li ber van kiryarên dewleta Tirk dernakeve, helwestê nîşan nade. Ji ber ku temamiya Kurdistanê bi taybetî jî Herêma Kurdistanê li ber dagirkirina dewleta Tirk e, ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku em Kurdistanê biparêzin. Divê em jinên Kurd hebûnê, azadî û destketiyan biparêzin. Heger em hevgirtî nebin, em nikarin êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Lê bi yekîtî jî em dikarin li ber xwe bidin. Ji bo yekîtiyê jî pewîst e di Kurdistanê de tu hêzeke Kurd xizmeta dagirkeran neke. Heger kesên Kurd di hevkariyê israr dikin pewîst e tu Kurdek silavê nede wan û divê ev kes di nava civaka Kurdistanê de bên tecrîdkirin.