Ji Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî xwekuştinên jinan rêzeçalakî

Rêvebera Buroya Lihevkirinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Newal Cuma, destnîşan kir ku bi kampanyayên hişyariyê hewl didin xwekuştina jinan û bandorên neyînî yên ku dibin sedema perçebûna civakê, rawestînin.

NÛR EL EHMED

Reqa – Xwekuştin, yek ji bûyerên herî bi xeter e ku sedema wê perçebûna malbatan e û zirarê dide civakê. Ji bo têkoşîna bi bûyerên xwekuştinê, komîteyên lihevkirinê yên girêdayî Kombûna Jinan a Zenûbiya yên li Kantona Reqayê, rêzeçalakiyên xwe zêde kirin. Di nav van rêzeçalakiyan de kampanyayên vegotina encamên bûyerên xwekuştinê û balkişandina ser van bûyeran hene. Bi van kampanyayan tê diyarkirin ku xwekuştin ne çareserî ye.

Jin bi şerê taybet re rû bi rû tên

Rêvebera buroya Lihevkirinê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Nawal Cuma da zanîn ku ew zorî û pirgirêkên ku jin dijîn dişopînin û wiha domand: “Di demên dawî de bi taybetî di navbera jinan de bûyerên xwekuştinê zêde bûne. Li gorî salên berê, bûyerên xwekuştinê zêde bûne.” Nawal, destnîşan kir ku xwekuştin yek ji rêbazên şerê taybet ê li dijî jinan tê bikaranîn e û wiha berdewam kir: “Sedsala 21’an, sedsala azadiya jinan e; sedsala serhildana jinan a li dijî koletiyê ye. Jinan îmze avêt bin gelek destkeftiyan, êdî di civakê de roleke diyarker û girîng dilîzin. Li herêma me, di navbera jin û mêr de di hemû warên jiyanê de wekhevî çêbûye. Vê yekê jî jinan kir hedefa pergalên desthilatdar û yên bi feraseta mêr. Mêr bi zexta li ser jinan, hewl didin serî bi wan bidin tewandin û zexta derûnî li ser wan bidin meşandin.”

‘Naxwazin ku jin azad û bihêz bin’

Nawal Cuma li ser sedemên ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin sekinï û ragihand ku bi qasî ku ew ji bûyerên diqewimin fam dikin, yek ji sedemên ku jinan ber bi xwekuştinê ve dibin, daxwaza rizgariya ji zextên derûnî ye. Nawal destnîşan kir ku bi van zextên ji ber otorîteya baviksalar, nahêlin jin perwerde bibînin  û wiha got: “Nahêlin jin karê ku jê hez dikin bikin û rola wan di her warî de asteng dikin. Naxwazin jin azad û bi hêz bin, di warê çandî û zanistî de bikevin pêşiya mêran. Bi vederkirina jinan hewl didin wan bi gotinên; ‘di warê berpirsyariyê de qels e, ji mêr kêmtir e’ sûcdar dikin.”

‘Gelek faktorên ku pêşî li xwekuştinê vedikin hene’

Nawal ragihand ku sedemek girîng a din jî zewicandina zarokan û bendêlkirin e. Newal destnîşan kir ku jin di van zewacan de nikarin pirsgirêkên ku dijîn ragirin û ev agahî dan: “Dema ku hevberdanê dixwazin, dibêjin şerm e û wan asteng dikin. Ji wan re dibêjin; ‘ji bo zarokên xwe divê tu tehemulê tundiyê bikî.’ Ev yek jî di şûna çareseriyê de pirsgirêkan mezintir dike û jinan ber bi xwekuştinê ve dibe.”

Pirsgirêkên malbatê yên ku jin dijîn, şîdeta zayendî yan jî fizîkî; heqaret, lêdan, biçûkxistin, kolekirin, zoriyên ku di karên malê û xwedîkirina zarokan de dikşînin, dema ku dixebitin dahata wan, dibin sedema xwekuştinê.

Nawal Cuma, di vê mijarê de bûyerek ji Kombûna Jinan a Zenûbiya re hatiye ragihandin wiha vedibêje: “Beriya çend rojan, jineke dayîka sê zarokan hat ba me. Ji me re got ku hevjînê wê tiryakê bi kar tîne, lê dixe û wê biçûk dixîne. Dema ku pere nabîne, şîdetê zêde dike. Vê yekê jî wê jinê ber bi bikaranîna tiryakê ve biriye û teşebusê xwekuştinê kiriye.”

Nawal Cuma, bal kişand ku xwekuştin çareserî nîne û wiha domand: “Xwekuştin pirsgirêkê çareser nake. Di jiyana malbat û zarokan de encamên neyînî dihêle. Dibe sedema perçebûna malbatan û xirabûna derûniya zarokan. Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo bingeh û sedemên xwekuştinê lêkolîn bike dixebite, di her bûyera xwekuştinê de, lêkolînan dike û li riyên çareseriyê digere.”

‘Kombûna Jinan Zenûbiya platformek e li ser van mijaran dixebite’

Newal Cuma, li ser tedbîrên ku ji bo sînorkirina bûyerên xwekuştinê girtine ev agahî dan: “Piştî bûyerên xwekuştinê me daxuyaniyên li ser xeter û encamên xwekuştinê dan. Bi riya komîteya xwe, me li gundan û herêmên gundewar dest bi kampanyayên hişyarî û hayjêbûnê kir. Me brûşorên li ser bandorên neyînî yên xwekuştinê li ser jinan û civakê belav kirin. Heta ku ji destên me hat, em gihîştin hemû jinan, me hewl da em wan hişyar bikin. Bi vê yekê ew dikarin rewşa xwe biguherînin, koletiyê ji ser xwe rakin û xwe azad bikin.”

Nawal Cuma, bal kişand ku divê civak hişyartir û zanatir be û bi vê bangê bi dawî kir: “Divê civak ji zexta derûnî ya li ser jinan haydar bin û hestiyariyê nîşan bidin. Divê jin bizanibin ku xwekuştin çareserî nîne, li riyên din bigerin.”