Ji KCDK-E û TJK-E banga seferberî û şîna 3 rojan

KCDK-E û TJK-E ji bo bîranîna mexdûrên karesata erdhejê 3 rojan şîn ragihand û ji bo alîkarî bi lez bigihêje malbatên hewcedar bang kir ku alîkarî bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê bên kirin.

Navneda Nûçeyan – Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) têkildarî erdhejên bandora giran li zêdeyî 10 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, daxuyaniyek da û ji bo bîranîna qurbaniyan ji bo 3 rojan şîn ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP ku ji bilî şer û komkujiyê tiştekî ji erdnigariya Kurdistanê re nake, tenê li karesatê temaşe dike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ferz dike ku alîkariya mirovî bi rêya AFAD'ê bê kirin û bi vî rengî nehêle ku alîkarî bigihêje mexdûrên rasteqîn, destpêkê bigihêje alîgirên wê. Di nava felaketeke bi vî rengî de jî li pey rantê ye. Hewldana Odeya Tabîban a Tirk a ji bo şandina tîmên tenduristiyê jî kirin pirsgirêk.

Xaka Kurdistanê ku bi şer re çavkaniyên xwe yên ser û binê erdê bi giranî hate hilweşandin, bi felaketa erdhejê re ji aliyê madî û manewî ve hilweşiya, felaketekê rû da.

Dewlet li hemberî karesatan tedbirên pêwîst nagrin

Dewleta Tirk a faşîst berpirsyarê sereke yê êşa madî, manewî û komkujiya li ser gelê me ye. Lewma eşkere ye ku ev dewlet wê li hemberî vêkaresatê tedbîrên pêwîstî negire û alîkariya pêwîst neke. Ji ber vê yekê jî em bang li gelê xwe, navendên xwe yên civakî, pêkhate, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û her kesên alîgirê mirovahiyê dikin ku li hemberî vê karesatê seferber bibin."

‘Divê her kes serferber bibe’

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em zanin ku Kurdistaniyên li derveyî welat, wê nanê xwe, derfetên xwe bi mexdûrên erdhejê re parve bikin. Ev alîkarî jî divê bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê bêne kirin. Her kes ji bo piştevanî û hevkariyê divê seferber bibe."

Masayê kirîzê hat avakirin

KCDK-E û TJK-E diyar kir ku ji bo alîkarî bigihêje mirovên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi rêya konfederasyon, federasyon, navendên civakî, saziyên baweriyê û pêkhateyên wan, maseyên krîzê hatine avakirin û hate xwestin ku bi rêya van maseyên krîzê nêzîkatiyeke bi vî rengî bê nîşandan:

“-Alîkarî bi rêya Heyva Sor bên koordînekirin ku karibe bi lez bigihêje malbatên hewcedarî alîkariyê.

-Navendên me yên civakî li bajarên ku lê ne biçin serdana xizmên malbatên erdhejê bandor li wan kiriye û êşa wan parve bikin. Ji bo serxweşiyê jî komeleyên me xizmetê bidin.

-Em bang li her kesên li welêt xaniyê wan hene dikin ku xaniyên xwe pêşkêşî mexdûrên erdhejê bikin û di van rojên zehmet de piştevaniyê xurt bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de bi navê KCDK-E û TJK-E'yê sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re hate xwestin û şîfa xêrê ji birîndaran re hate hêvîkirin.