Ji jinên Minbicê bang: Bila tecawîzkar bê dîtin û darezandin
Komeleya Parastina Mafê Jin û Zarokan a Minbicê, tecawîzkirin û qetilkirina zarokekê şermezar kir û daxwaz kir ku faîlê wê bê dîtin û li pêşberî jinan û tevahî welatiyan bê darezandin û cezayê herî giran jêre bê dayîn.
Navenda Nûçeyan – Li bajarê Minbicê yê Sûriyê zarokek ji aliyê kesên nasnama wan nehat zanîn ve hat tecawîzkirin û paşê jî qetilkirin. Komeleya Parastina Mafê Jin û Zarokan a Minbicê û saziyên jinan ên bajarê Minbicê bûyera çêbûyî şermezar kirin û daxwaz kirin ku faîlê wê bi cezayê herî giran bê cezakirin. Komeleyê girêdayî bûyerê banga lêgerîna li fail kir ku demek ji ya dinê zutir bê girtin û darezandin û got: “Kê ev bûyer pêkaniye divê teslîmî edaletê bibe û bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ev suc bi qasî ku ti wijdan nikare rake girane.”
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku fail li pêşiya jinan û tevahî welatiyan bê darezandin û wiha dom kir: “Ev doza raya giştî ye. Divê zagona parastina zarokan bê derxistin.”
Hat zanîn ku ji bo dîtina fail Hêzên Asayîşê li nava bajêr lêgerîn dane despêkirin.