Ji jinên Kenyayê re peyam: Werin em bi hev re eniyeke têkoşînê ava bikin

Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di konferansa xwe de ji bo jinên Kenyayê peyam şandin û gotin: “Em bi hev re li dijî sîstemê eniyeke hevgirtî ya alternatîf dikarin bi modela konfederalîzma demokratîk ya gelan bi ser bikevin.”

Qamişlo – Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yekemîn konferansa Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De a ku li bajarê Qamişlo y Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna 150 delegeyan hatibû lidarxistin, ji bo jin, ciwan û gelê Kenya peyamekê şandin.

Peyama jinên ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:

‘Şoreşa Rojava ya tevahî jinan e’

“Di serî de em we bi hestên germ û bi heskirina şoreşa jin ve ji dil silav dikin. Şoreşa Rojava şoreşa jin e û ev şoreşa tevahî jina ye, şoreşa tevahî ciwan û gelan e. Em jinên welatekî hatî mêtingeh kirin in. Xewn û xeyalên me hatibû dizîn. Em berê hatibûn tunekirin, lê em îro hene û em hebûn in. Ji ber em xwedî Rêber û pêşengên herî bi nirx in. Em xwedî Rêber Apo ne ku Rêberê ne yek du sedsala ye. Dibêjin her sedsalek Rêberek xwe heye lê Rêber Apo Rêberê du sedsalan e. Sedsala 20’emîn û sedsala 21’emîn e.  

‘Me gelek berdel dan, hun jî xwedî li pêşengên me derketin’

Me bedelên mezin dan, em hê jî didin. Bedelên me yên herî xweşik û delal bûn. Me her bedelek ji canê xwe da. Ev can ji me re bûn stêrk û me wan li eniya xwe da. Ew ronahîya rêya me ne, em bi wan re pêşiya xwe dibînin. Yek ji wan jî hevala me Bişeng Brûsk û hevala me Sara Hogir Riha bû. hûn li pêşengên me xwedî derketin û we ev hevalên me wek pêşengên xwe dît. Ji bo ev xwedî derketina we em wê bi heskirin silav dikin. Em ji hev re dibin heval, heval gotinek muqaddes e, estetîk û heq e, gotinek bi exlaq û wekhev e, hun jî hevalên me ne. Bi rastî ger em behsa hevalên xwe bikin ti tîp û alfebeya cîhanê têrawan nake lê ger em bi hestên qedîm yê  herî binirx bêjin wek her hevalek bûye stêrk bi rastî jî ew hevalbûn. Hevalê jinan, gencan, gelanbûn, hevalê jîngeh, hevalê tekoşînê, hevalê azadiyê, hevalê Serok Apo bûn, hevalê hevalê xwebûn. Ev hevalên me hebûna me ne. Hemû jiyana xwe dan tekoşîna azadiya jin û gelan.

‘Werin em bi hev re eniyeke têkoşînê ava bikin’

Hevalên delal em pir dişibin hev wek gel û em wek hevin wek jin û ya me rizgar bike em in. Bi rastî tenê em in, rihê yekgirtî ya tekoşîna azadiyê. Em bi hev re li dijî sîstemê cebheya hevgirtî ya alternatîf dikarin bi modela konfederalîzma demokratîk ya gelan bi ser bikevin. Bi konfederalîzma demokratîk ya jinan em ê dinyayek nû ava bikin. Dinyayek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan.

‘Di navenda têkoşîna me de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye’

Hevalên delal yê me ronahî kir û hişt em şiyar bibin, pirsa çawa bijîm ji xwe bikin û yê ku bersiva wê da me Rêber Apo bû. Em dixwazin jiyanê ava bikin, bi hevaltî jiyan bikin ji bo wê em tekoşînê dikin. Û di navenda tekoşîna me de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Ev tekoşîn tekoşîna mirovbûn, sosyalîstbûnêye. Dibê hemû dost û heval ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn bike.”