Ji jinên Emerîkayê peyama piştevaniya RJAK’ê

Partiya Feminist û Sosyalist a Emerika û Avusturalya sê jinên siyasetmendarên endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin şermezar kirin.

Navenda Nuçeyan - Partiya Feminist û Sosyalist a Emerika û Avusturalya piştgiriya xwe ji bo RJAK’ê nîşan da û sê jinên siyasetmendarên endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin şermezar kirin. Di derbarê berdana sê endamên RJAK’ê ku di 5’ê Tebaxê de dema ji merasîma salvegera komkojiya Şengalê vedigeriyan ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin girtin, heta niha tu agahî jê nayên girtin de daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke Partiya Femînist a Sosyalist ew kiryarên ku desthilata Başûr li ser jinan pêktînin şermezar dikin. Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê li beramberî tendirustî û ewlehiya jin û hemwelatiyan berpirse.” 
Jinan di dawiyê de daxwaza berdana sê endamên Rêxistinan Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ê kirin.